Hamdiye Abdullah ji Amûdê ye û 53 salî ye. Malbata Hamdiye Abdullah ku di sala 1985’an de xwe nêzî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kir, salên dûr û dirêj di nava doza gelê Kurd û têkoşîna gelan de ked da.
Hamdiye Abdullah ku yek ji berpirsyarên Mala Jinê ya li Amûdê ye, ji Yekîtiya Star heta bi Kongra Star tevlî nava karên Mala Jinê bû.
Hamdiye Abdullah ji ANF’ê re axivî, anî ziman ku di sala 1985’an de bi rêya malbata xwe Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir û got, “Hîn ez biçûk bûm, birayê min li dibistanê telebe nas kiribû. Bûbûn hevalê hev. Telebe dihatin mala me. Beriya her tiştî rê û rêbaza jiyana wan bala min kişandibû. Her wiha min zanîbû ku em Kurd in. Min hîs dikir ku mafên gelê Kurd timî tê binpêkirin. Wê demê ji Apoyiyan re digotin ‘telebe’. Ji bo gelê Kurd têdikoşiyan, doza gelê Kurd diparastin. Ji bo gelê Kurd û Kurdistan tine nebe bi dil û can li ber xwe didan. Têkoşîna jinê jî gelekî bala min dikişand. Ji ber polîtîkaya qirkirinê ya rejîma Baas ku bi taybetî li dijî Kurdan dimeşand, ne me dikarîbû bi zimanê xwe yê dayikê biaxiviya ne jî bi zimanê xwe yê dayikê binivîsandibûya. Me nikarîbû bigota em Kurd in. Me nikarîbû wêneyê şehîdekî xwe jî li dîwarê xwe daliqînin. Tevgera Azadiyê ya Kurd ji ber vê têdikoşiya.”
ME XWE DIGIHAND HER BEŞÊ
Hamdiye Abdullah anî ziman ku li Qamişloyê bi serhildana 2004’an re têkoşîn hîn xurt bû û got, “Di karên eniyê de me broşur belav dikir. Rê û rêbazên me yên cuda hebûn. Me alîkarî kom dikir. Bi vî rengî xwe digihand her kesî. Bi taybetî em diçûn nava zeviyan, terzîxaneyan ku jin lê zêde bûn û me rêxistiniya xwe xurt dikir. Amûdê bi qasî gundekî biçûk e. Gel bi çandinî û sewalkariyê mijûl dibû. Em di nava gel de bûn ku zeviyên xwe diçandin, sewalên xwe xwedî dikirin; hem me alîkarî dida wan hem jî qala Tevgera Azadiyê ya Kurd dikir û broşur belav dikir.”
TÊKOŞÎNA JI BO AZADIYA JINÊ
Hamdiye Abdullah ku red kir bikeve bin serweriya mejiyê serwer ê mêr, di dewama axaftina xwe de got, “Hîn zarok bûm ku bavê min wefat kir. Zaroka herî mezin a malê bûm. Bi dayika xwe re em bûbûn mîna xwişka hev. Dema ku tevlî nava civakê bûm min şahidî ji êşên jinê re dikir. Dema ku jin ji bin kontrola mêrekî derdiket dihate reşkirin, tine dihate hesibandin û tiştek nedima ku bi serê jinê nedihat. Civakê her tişt dikir ji bo dengê jinê bitepisîne. Min nikarîbû xwe li tundî, zilma li jinê dihate kirin rabigire. Li şûna ku bi mêrekî re bijîm min tercîh kir ku bi malbata xwe re bimînim, li ser lingê xwe bisekinim û ji bo azadiyê têkoşiyam. Vê yekê jî berê min da wê yekê ku xizmetê ji Têkoşîna Azadiyê ya Jinê re bikim.”
BÛ YEK JI DAMEZRÎNERÊN MALA JINÊ
Hamdiye Abdullah yek ji çar jinên damezrîner ên Mala Jinê ya li Amûdê ye ku di sala 2011’an de hate vekirin û qala wê demê kir, “Wê demê li Amûdê 22 jin ji bo karên Yekîtiya Star ji aliyê gel ve hatin hilbijartin. Kar her roj berfireh dibû, pirsgirêk jî zêde dibûn. Lewma biryar hate dayin ku Mala Jinê bê avakirin. Yek ji şahidên wê demê me ku ji bo avakirina Mala Jinê min xizmet kir. Rabûna li ber mejiyekî ku nikarîbû xwe li damezrandina saziyeke jinê rabigire karekî hêsan nebû. Bi sûdwergirtina ji tecrûbeyên Têkoşîna Azadiya Jinê em gihîştin vê astê. Mala Jinê ya ku dihate pejirandin, biçûk dihate dîtin bi demê re bû cihekî welê ku herdu zayend li hev kom bibin û pirsgirêkên malbatê lê nîqaş bikin. Ev yek jî bi saya têkoşîna timî ya jinê bû.”
XWEPARASTIN NAVÊ BERXWEDANÊ YE
Hamdiye Abdullah diyar kir ku xweparastina jinê bi piştevaniya jinê wê bigihêje asteke bilind û got, “Her jinek di nava jineke din de veşartî ye. Zilm û zexta li jinê tê kirin yek e. Di heman demê de berxwedana jinê jî hevpar e. Jin a berxwedêr jin a azad e. Xweparastin navê berxwedana jinê ye. Jin bêyî xweparastinê nikare destketiyên xwe biparêze. Lewma her ku xweparastin xurt bû wê azadiya me jî misoger bibe.”