Bûyereke ku li Wanê qewimî, car din bêtehemûliya saziyên fermî ya li hemberî Kurdan nîşan da. Akîf Coşkûn ê li Wanê dijî, di 30’ê Cotmeha 2024’an de ji bo malbata xwe ya li Awûstûryayê dijî cil û bergên netewî yên çanda Kurdî, kirî. Coşkûn ev cil û beg ji şaxeke PTT’ê ya li Wanê bi rêya kargoyê şand. Coşkûn got, di dema şandinê de coş û berg di kontrolê re derbas bûne, xistine qutiyekê û kar û barên wê qediyane. Lê belê piştî 25 rojan bi peyameke ku ji PTT’ê hatî, hat zanîn ku kargo nehatiye radestkirin. Di peyamê de wiha hatibû gotin, “Destûr nehatiye dayîn ku kargoya we bikeve hundirê welêt.”
Li ser vê yekê xizmên Coşkûn ên li Awûstûryayê dijîn, serî li rayedarên herêmî dan. Lê belê rayedarên li Awûstûryayê, diyar kirin ku kargoyeke wiha negihiştiye destê wan. Akîf Coşkûn têkildarî mijarê axivî û got, “Birayê min û malbata min cil û bergên li gorî çanda Kurdî, xwestibûn. Kontrola cil û bergên ku min ji bo dawetê şandibûn, ji aliyê rayedarên postxaneyê ve li ber qemereyan hate kirin. Tenê cil û bergên neteweyî bi kargoyê hatin şandina Awûstûryayê. Lê belê kargoya ku divê di 15 rojan de gihiştiba, nehat radestkirin. Di peyama ku ji PTT’ê hatî de, hate gotin ‘Kargo ji aliyê gumrukê ve hatiye betalkirin’. Rayedarên PTT’ê diyar kirin ku cil û berg li Awûstûryayê ‘ji bo nirxan guncaw nehatiye dîtin’. Lê belê rayedarên li Awûstûryayê dibêjin ku kargo qet negihiştiye wan. Min ji Tirkiyeyê gelek caran hewl da ku agahî bistînim, lê min encam negirt. Cil û bergên ku min şandine, 2 meh in xuya nakin.”
Coşkûn ragihand ku PTT’ê agahiya ‘kargo ji Awûstûryayê paşde hatiye şandin’, lê tevî ku 2 meh derbas bûne cil û berg nehatine radestkirin. Coşkûn diyar kir ku ew sedemê vê mexdûriyeta ku jiyan dike, fêm nake û got, “Min tenê cil û berg şand, lê ji vê re jî destûr nehat dayîn. Zihniyetek heye ku tehemûlê cil û bergên Kurdan jî nake.”