Şemî, 19 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Girtîgeha Xarpêtê êşkence: Derbarê berpirsan de lêpirsînê vekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li sê bajaran hevdîtinên gel û jinan: Rêber Apo divê azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo girtiyê nexweş Siddik Guler biryara berdanê hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK :13 saliya Şoreşa Rojava piroz be !

    Ji aliyê Stêrk TV

    6 sal û 3 meh cezayê hepsê li Delal Akyuz hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Erxevanê navê Sirri Sureyya Onder li kolanek hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Konferansa Şengalê: Serkeftina pêvajoya civaka demokratîk, serkeftina Şengalê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xweparastin mijareke civakî ye, bê parastin jiyana azad nabe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama Tuncer Bakirhan a ji bo Şengalê: Merheleya azadiyê dest pê kiriye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Şengalê: Sîstema dewletê sîstema fermanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Konferansa Ronakbirî ya Şengalê de nîqaşên li ser Jineolojiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana girtiyê 30 salan careke din hate astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Hesabên şaş li ser Kurdan nekin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rohilat Efrîn: Parastina civak û jinên Sûrî erka me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîşa li ser malbata ku muzîka Kurdî guhdar kir hat şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiya siyasî: Êrîşên li hemberî Pexşan Ezîzî zêde bûne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cudakariya di qanûnên hemwelatîbûnê de jinan ber bi xizaniyê ve dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ji bo Ayşe Tokyaz rabûn ser piyan: Hesab wê were pirsîn!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Kolektîfa Hunera Azad a Ewropayê klîba ji bo bîranîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsîlyayê 15’emîn Mihrîcana Ciwanan a Engîn Sîncer: Bi şoreşa çandî re ber bi sosyalîzmê ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwîtiya Lêgerîn a ber bi azadiyê ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND Ewropa/Hunera Mizgîn Alî Temel bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Swîsre ji festîvala zarokan re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê wê li ser rêça Anter û Dînk bên ba hev: ‘Du Deng, Yek Bîranîn’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > YBŞ’ê Mam Zekî û cangoriyên Tebaxê bi bîr anî
Kurdistan

YBŞ’ê Mam Zekî û cangoriyên Tebaxê bi bîr anî

Fermandariya YBŞ'ê di şexsê Mam Zekî Şengalî de hemû cangoriyên meha Tebaxê bi bîr anî û diyar kir ku têkoşîna wan a 10 salan nîşan da ku her dilopek xwîna şehîdan têkoşîna wan mezin dike û dibe sedema sitûna yekîtiya gel.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Tebax 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) di salvegera şehadeta Mam Zekî Şengalî de bi daxuyaniyekê şehîdên meha Tebaxê bi bîr anî.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, “Em di Şexsê H. Mam Zekî, H. Saîd, H. Îsa, H. Dîndar, H. Sîpan, H. Mahîr, Hecî, Cîlan, Amargî û Egîdan de tevahî Şehîdên meha tebaxê bibîrtîn û di şexsê wan de soza xwe bi mezin û dubare dikin… “

MEHA JI KOMKUJÎ, TRAJEDÎ, TÊKOŞÎN Û FEDAKARIYÊ

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê bi vî rengî dewam kir:

“Meha Tebaxê di dîroka me de wek gel û tevger cihekî xwe yê taybet, bi wate û qedir giran heye. Ev meh, meheke dualiye di dîroka me de; aliyekî xwe ji komkujî, trajedî, xemgînî û derbederiyê pêk tê. Aliyê xwe yê din jî ji têkoşîn, fedekarî, dîwarê tirsê şikandin û ruhê berxwedanê pêşxistin bi derketina pêngava 15’ê Tebaxê re pêk tê. Wate, naskirin û zanebûna meha Tebaxê ji bo me û gelê me, tê wateya xwe naskirin, dîroka xwe naskirin û li gor ruh û pêdiviyên pêvajo û serdemê tevgerandin e. 

Ev meh gelek bûyer û trajediyên bi êş wek; fermana 3’ê Tebaxê, teqînê 14’ê Tebaxê ya li gundê Tilizêr û Sîba, 15’ê Tebaxê komkujiya Koço, teqîna li Sinûnê ya 29’ê Tebaxê, 17’ê Tebaxê êrîşa bi balafirên şer ya ser nexweşxana Sikiniyê ya medenî. Dîsa 15’ê Tebaxê şahadeta Mam Zekî, 16’ê Tebaxê şahadeta H. Saîd û her wiha şehadeta bi sedan hevalên din ku di meha Tebaxê de gîhiştine şehadetê ye. Û bi dehan bûyerên bi vî rengî di bîr û hişê civaka me de hîna cihê xwe digire.”

Her wisa pêngava 15’ê Tebaxê ku ji bo gelê me weke Cejna vejînê tê zanîn û naskirin; ev roj tê wateya peyama hebûna gelekî, roja qêrîna azadî û berxwedanê a li hember faşîzma dewlata Tirk û dijminan, dîsa ji bo gelê me dibe roja xwe naskirin û bilind kirina têkoşînê.”

YBŞ’ê diyar kir ku dijmin dixwest Cejna Vejînê di bin siya fermana 3’ê Tebaxê, teqîna Tilizêr û Sîba, komkujiya Koço û bi hedef girtina Mam Zekî , H. Saîd û dehan hevalên din de bihêle û vî rihî têk bibe û tine bike û destnîşan kir ku berevajî wê ev rih bûye çavkaniya moral, motîve, têkoşîn, xwe rêxistin kirin û îradebûna gel û civakê.

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê bi vî rengî dewam kir:

“Di bingeh û çavkaniya giştî ya van êrîş û komkujiyan de ku heval û gelê me, her wisa kêmnetew û gelên herêmê de hedef girtin zihniyeta Exwancî, Selefî, Tirk, Osmanî ya dagirker û faşîst û di heman demê de xeta hevkar û dijminê kokê heye. 

Tê zanîn ku di dîroka 15’ê Tebaxa 2018’an de di salvegera komkujiya Koço de bi destê berpirsên fermanê û qirkirina Koço êrîşek din pek hat. Di vê êrîşa bêbext de Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî şehîd bû. Ev êrîşa bêbext di saet 4’ê êvarê di dema vegera ji merasîma komkujiya Koço de hate pêk anîn. Çîroka bêbextiya Koço xwe car din zindî kir. Qetlîama Koço, ya ku di 15’ê Tebaxê de pêk hatî, hişmendiya dijminatî û zalimtiya dewleta Tirk ya faşîst û çeteyên wê DAIŞ careke din xwe eşkere kir.

‘ÊRIŞA LI DIJÎ MAM ZEKÎ PLANA JI BO TEMAMKIRINA FERMANÊ BÛ’

Di şexsê kedkarê avabûna me, rêberê têkoşîna me, stûna tifaqa me Mam Zekî de êrîşa ku pêk hatî hişekî dîrokî û tolhildana dîrokî ya ji Êzîdxan, gelê bindest, civaka azadixwaz e. Êrîşa li ser Mam Zekî plan û xwesteka temamkirina fermanê bû. Kesayeta Mam Zekî li pêşiya fermanê sekinî, xwest bi zanîstî, rêxîstînî û yêkîtîya gelê me ava bike û hemû hebûna xwe xist xizmeta vê armancê, ji ber vê yekê hat hedefgirtin. Ew xwedî dîrokeke şoreşgerî û têkoşînê ya 40 salî bû. Dema mirov dibêje Mam zekî 40 sal ked, têkoşîn, fedekarî û hewildanê ji bo tifaq û yêkitiyê tê bîra me.

Her wisa fermandarê me yê mezin û hêja H. Saîd tevî heval û biraziyê xwe H. Îsa di dîroka 16’ê Tebaxa 2021’an de ji aliyê dewleta Tirk ya faşîst ve bi komployekî bêbext hatin hedef girtin. H. Saîd li gel hevrêyên xwe yên doza Azadiyê di rexistîna gelê Şengalê de û di avabûna YBŞ’ê de û her wisa di rêveberiya PADÊ de û di avakirina sazî, komîn û meclîsên rêveberiya xweser de bi rolên bingehîn rabû. Di warê xebatê siyasî ji de her dem serkeftin ji bo xwe esas girtibû, ji ber dizanî dema siyasetê rast bi rêve biçe dikare gavên pîr bi serketî jî bêne bidestxistin. Hem di warê leşkerî de, hem jî di warê siyasî de xwedî asoyên berfireh bû. Nêrîn û meyzekirina wî tenê ne ji bo gelê Şengalê bû, ji bo tevahî gelên ku îro ji bo demokrasî û azadiya xwe têkoşîn dikin bû. Ji bo pêşxistîna netewa demoqratîk ji bo avakirina jiyanekî aramî û pêşerojekî azad bi danasîna îdeolojiya Rêbertî û heqîqeta şehîdan xebat dikir. Û kêlî bi kêlî xwe di îdeolojiya Rêber APO de kûr dikir û dida naskirin. Birazî û hevrêyê wî yê xebat û têkoşînê H. Îsa jî xwedî kedeke mezin bû. Û kesekî ku her dem di her kêliyê de di erk û berpirsiyariyên xwe de serkeftî bû û bi kesayeta xwe ya dilnizim û rêzdar dihat nasîn. 

Her wiha hevreyên me Dîndar, Sîpan, Hecî, Qîran, Pîr Xidir, Amargî, Serhed hevalên ku bi sekin, girêdanbûn, ked û fedekariya xwe dihatin naskirin û zanîn bûn. Wana xwe di fikir û ramanên Rêber APO de kûr kirbûn û bûbûn pêşeng ji bo civaka me. Ew di şerê li hember DAIŞ de xwedî rolekî mezin bûn. Wana canê xwe kirin mertal ji bo parastina Êzidiyan û bi giştî gelên herêmê bê ferq û cûdahî bi fedaiyane têkoşiyan. Hedefgirtina wan a ji hêla dewleta Tirk ya faşîst ve tê wateya tola DAIŞ rakirinê. Van hevalên me yên Kurd, Ereb û Êzidî bê ferq û cûdahî ji bo gelên herêmê li hember DAIŞ şer kirin û serketin. Îro hinek kes hewil didin ku bi nakokî û tehrîkan di nava gelan de vê serketinê bêwate bikin û bingeh ji bo derketina hêzên paşverû û çeteyan vekin. Divê gelê me hişyar be, hestiyarî tevnegere û rê nede van kes û aliyan. Em tev dikarin di bin sîwana Neteweya Demokratîk de bi hev xwe biparêzin û xwe îfade bikin.

Em wek hêzên YBŞ û YJŞ’ê em ê tol û hesabê bi giştî meha Tebaxê, di nav de şehadeta Mam Zekî, H. Saîd, Komkujia Koço, teqîna Sîba û Tilizêr û hwd. ji dijmin, dagirker, xeta hevkar û dijminê kokê bixwazin. Me bi têkoşîn û berxwedaniya xwe ya 10 salan nîşan da ku her dilopek xwîna şehîdan, me mezintir dike, gav pêşde dide avêtin. Her dilopek xwîna şehîd wê bibe sitûna yekîtiya gelê me û mezînbûna YBŞ û YJŞ’ê. Ser vî esasî em di şexsê şehîdên meha Tebaxê de tevahiya şehîdên xwe yên têkoşîna azadiyê bi hûrmet, heskirin û mînnetdariyên xwe ve bibîrtînîn. Soze me daye wan bi pêkanîna xeyal û armancên wan ve ya di welatek azad de bi Rêberekê azad jiyankirinê dubare dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Qeyûman Qers parsel bi parsel firotine
Nûçeya Pişt re Milîsên YPS’ê li Amedê li saziyeke wezaretê xistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Zozan Çewlîg: Di bin zexta qirkirinê de jin bê parastin nabe

Ji delegeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê Zozan Çewlîg anî ziman ku têkoşîna azadiyê ya jinên…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê şervanê QSD’ê Rojhat Dêrik hat veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Rojhat Dêrik yê di 22’ê Nîsanê de şehîd bibû, li Goristana Şehîd…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Helebê êşkence li dadgerekî hate kirin: Daraz di grevê de ye

Hate hşnbûn ku hêzên "ewlehiyê" yên girêdayî hikûmeta Şamê li bajarê Helebê yê Sûriyeyê êrîşî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Konferansa Şengalê: Serkeftina pêvajoya civaka demokratîk, serkeftina Şengalê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Girtîgeha Xarpêtê êşkence: Derbarê berpirsan de lêpirsînê vekin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Rêveberiya Xweser: Destkefiyên şoreşa 19`ê Tîrmehê biparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Xweparastin mijareke civakî ye, bê parastin jiyana azad nabe’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?