Yekîtiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê (YCWK) di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kirin:
“Yekîneyên me yên YCWK’ê yên Amed Seyrantepeyê di 9.11.2024’an de li ser rêya Dortyolê fîşekên hewayî û EYP avêtine wesayîta dijmin, Cadeya Elazigê demekê ji trafîkê re hate girtin.
Weke yekîneyên YCWK’ê yên Seyrantepeyê em bang li hemû ciwanên Amedê dikin ku dakevin qadan, li dijî polîtîkayên qirêj ên li ser gelê Kurd bisekinin, xwedî li tax û kolanên me derbikevin û qadeke çalakî û berxwedanê ava bikin.
Em soz didin ku em ê her tim li dijî polîtîkayên qirêj ên li Kurdistanê tên meşandin, li qadan bin. Sonda me ye ku em ê dagirkeran ji Kurdistanê bikin der. Em bang dikin ku her kes bi ruhê şoreşgerî biherike qadên berxwedanê.”