Sêşem, 15 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    PÎK’ê şehîdên Komkujiya Geliyê Zîlan bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    2 girtî hatin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên nexweş divê azad bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Ramazan Kaya hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Erdogan: Gava ewil ew ê li Meclîsê komîsyon bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li gelek bajaran hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Dîmenên amadekariya dawî ya ji beriya gava dîrokî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê rojnamevan Mirad Mîrza di salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çekên hatin şewitandin wê li Şikefta Casenê werin parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nasnameya gerîlayên ku beşdarî merasîma çekberdanê bûn, hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Nêçîrvan Barzanî daxuyanî: Aştî wê bibe serketina her kesî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervanê YPG’ê Azîz Arslan hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    PAJK: Meha Hezîranê meha jinên fedaî ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê li ser nameya Rêber Apo semîner hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwedawenda hêza jinên Êzidî: Xatûna Fexra

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hollandayê festîvala civaka dayikî: Zêdeyî 600 jin tevlî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin: Ji bo avakirina zemîna hiqûqî ya aştiyê divê meclîs bi lez erka xwe bi cih bîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ji bo ‘Meşa Aştiyê’ li Enqereyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Kolektîfa Hunera Azad a Ewropayê klîba ji bo bîranîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsîlyayê 15’emîn Mihrîcana Ciwanan a Engîn Sîncer: Bi şoreşa çandî re ber bi sosyalîzmê ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwîtiya Lêgerîn a ber bi azadiyê ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND Ewropa/Hunera Mizgîn Alî Temel bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Swîsre ji festîvala zarokan re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê wê li ser rêça Anter û Dînk bên ba hev: ‘Du Deng, Yek Bîranîn’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > YJA Star: Rojbûna Rêber Apo rojbûna gel ê azad e
Rojane

YJA Star: Rojbûna Rêber Apo rojbûna gel ê azad e

YJA Star: Rêbertî jiyaneke bi rûmet û bi wate da gelê Kurd. Lewma rojbûna Rêber Apo zayîna fikrê azad e, rojbûna gelê azad û Kurdistanê ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Nîsan 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Em roja zayîna azad di serî de li Rêber APO, li hemû dayîk û jinên ku bi hêviya hebûnekî nû berê xwe dane rojê pîroz dikin. Dayîka Rêber Apo Ûveyş ku di vê mehê de çûye ser dilovaniya xwe bi hurmet û rêzdarî bi bîr tînin. 4’ê Nîsanê ne tenê jidayikbûna Rêber Apo ye, heman demê de roja bûyîna Kurdê azad, mirovahiya azad e. Lewra yên ku bi sekneke esîl nûnertiya vê rojê dikin; hevrêyên me yên li çeperan, her wiha hevrêyên me yên li zindanan yê ku di nava zirûfên herî dijwar de bedena xwe dane ber birçîbûnê û xwe şane bi şane ji bo azadiyê dihelînin û hemû berxwedêrên azadiyê ne. Di şexsê wan de em vê rojê li gelê xwe yê welatparêz, dayîkên me yên şehîd û gerîlayan, dayîkên ku îro ji bo zarokên xwe bi şev û roj di nobetên adaletê de, doza azadiyê dimeşînin pîroz dikin. Di heman demê de em serketina hilbijartinên xwecihî yên ku gelê me li hember hêzên dagirkirina sindoqan bi dest xistin silav dikin û sekna hebûna bi rûmet ya gelê xwe, bi boneya 4’ê Nîsanê dubare pîroz dikin.

Zayîn dewamiya jiyanê ye. Di her zayînekê de hebûn teqez li wateya xwe digere û derfetên jinûve afirandinê li ku dibe bila bibe peyda dike. Lewra ev heqîqetên zayînê herî zede jî di rastiya Rêber Apo de şênber bûne. Hebûna ku di sala 1949’an de roja 4’ê Nîsanê li gundê Amara pêk hat, di sala 1974’an de li kêleka bendava Çûbûkê ya li Enqere dest bi avakirina wateya xwe kir. Ev mehên biharê û rojên Newrozê ku bi mizgîniya vejînê ve dagirtî ne, bi meşa Rêber Apo ya 50 salan ji bo jin û gelê Kurd û ji bo tevahî gelên bindest bû hêviya azadî û baweriya paşeroja azad. Zayîna fikrekî mîna zayîna zarokekî ye. Bi wan gotinan Rêber Apo heqîqeta ‘Kurdistan mêtingeh e’ derxist holê û roj bi roj mîna ku zarokekî xwedî bike li ser vê rastiye dil û mêjiyê gelê Kurd bi fikrê azadiyê têr û tijî xwedî kir. Di meşa xwe ya 50 salan de gelê Kurd ji xewa mirinê hişyar kir û hebûneke bi wate û bi rûmet diyarî wan kir. Lewra roja bûyîna Rêber Apo bû zayîna fikrê azad, bû zayîna dil û mêjiyê azad, bû zayîna Kurdistan û gelê wê yê azad.

Jina Kurd a ku bi hezaran salan li pişt deriyên tarî û reş hatibû kilît kirin, bi zayîna Rêber Apo kilîtên li pêşiya azadiya xwe şikand û di roja me de mîna zayînek nû, bi şîara ‘Jin, Jiyan, Azadî’ gihîşt asteke ku li hemberî pergala zayendperest, ji jinên cîhanê re pêşengiyê bike. Her wiha Rêber Apo destnîşan dike ku hîn di zarokatiya xwe de jinan bi baldarî ew dişopandin, da ku jê re bibêjin ‘Ey zarok, tu nizanî me çi êş kişandine û çi hatiye serê me. Lê em di çavên te de hêviya xilasiya xwe dibînin’. Hevrêtiya Rêber Apo bi jinê re hîn di temenê pir biçûk de destpê dike û ew şahîdiya halê jinê ya xembar, stûxwar, şikestî dike. Lewma têkoşina azadiya Kurdistanê li ser hîmê azadiya jinê dide rûniştandin. Rêber Apo bi afirandina paradîgmaya jiyana azad di heman demê de ji bendewariya jinên ku digotin ‘di çavên te de hêviya xilasiya me veşartiye’ re bû bersiveke dîrokî.

Ji Efxanistanê heta bi Misrê, Lubnan û Îranê ev fikir, felsefe û sekna azad li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê belav dibe. Her jineke ku lêdana dilê wan sekinî bû, hêviyên wan yên jiyanê nemabû, baweriya wan a ji bo siberojê xilas bûbû, bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya ku ji bo hemû jinan zayîneke nû ye, li koka xwe ya jiyanê vegeriyan, weke darekê roj bi roj şîn û mezintir bûn. Lewra ji bo vê em dibêjin jidayikbûna Rêber Apo rojbûna jina azad e, hebûna Rêber Apo hebûna nasnameya jina azad e. Divê her jin bi vê têgihiştinê azadiya Rêber Apo weke azadiya xwe bibîne û li ku dibe bila bibe di asta herî bilind de ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo tevlî têkoşînê bibe. Ev berpirsyartî erka jin, ciwan û lêgerînerên azadiyê hemûyan e. Banga me li jin, ciwan û gelê me ye, ku di vê 4’ê Nîsanê de sekna xwedîderketina li Rêbertî ya ku ji 8’ê Adarê heta Newroz û hilbijartinan hate nîşandan, dewam bikin û ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîna li qadan hîn zêdetir bilind bikin.

Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de gelê me xwedî li vîna xwe derket û tevî hemû lîstikên qirêj ên dagirkeriyê yên tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê jî, serketineke mezin bi dest xist. Rêber Apo beriya vê bi 50 salan gotibû ‘Kurdistan mêtingeh e’. Ev heqîqet di van hilbijartinan de hîn zêdetîr berbiçav bû û rûpeçên li ser rûye mêtingeriyê, li hember rastiya gelê rêxistinkirî careke din derket holê. Gelê me bi sekna xwe diyar kir ku di bin kîjan maskeyê de dibe bila bibe, ew êdî mêtingehan nas dikin û ew ê rastiyên wan bi wêrekiyek mezin li rûyên wan bidin. Ev sekn sekna Rêber Apo ye, ev sekn sekna gelê Kurd ê xwedî rûmet e. Lewra ti caran nakeve, naşikê û paş de gav navêje. Gelê Kurd, jina Kurd, ciwanên Kurd têkoşînê jî, berxwedaniyê jî ji Rêber Apo fêr bûne. Her wiha sekna li hember mêtingeriyê ku ji aliyê gelê me ve herî dawî hate raberkirin, cardin bû nîşaneya vê. Gelê Kurd ronahiya xwe dîtiye, êdî ne gengaze ku vegere tarîtiyê. Ew ê di her zirûfê de xwedî ronahiya xwe derkeve û biparêze. Her wiha li çar aliyê Kurdistanê û tevahiya cîhanê dilê her Kurdan bi heman armancê lêdaye, di şexsê gelê me yê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê dijî de bi xwedîderketina li vîna xwe ve dagirkerî derbê mirinê xwariye. Lewma divê bê zanîn, ji bo dagirkeriyê ti rêyeke derveyî domandina şer nemaye û ew ê di polîtikayên xwe yên dagirkirinê de israr bikin. Ew ê di polîtîkayên tecrîd û êşkenceyê de israr bikin. Lê çi dikin bila bikin bi sekna gerîlayên şerker û fedaî, bi sekna gelê berxwedêr ew ê ji têkçûnê xilas nebin. Ev heqîqet bi qasî roja li asîmanan rast û jêveneger e. Em jî weke hêzên YJA-Star’ê bi îdîa ne ku dagirkeriyê li Kurdistanê bidawî bikin û bi Rêbertî re rojên azad bijîn. Ji bo pêkanîna vê armancê em ê ji ti berdêlan xwe nedin alî û heta dawî têkoşîna xwe bidomînin. Eger îro wek jin em li ser van çiyayan dikarin şer bikin, dikarin ji bo nasname û hebûna xwe ya azad têbikoşin, ev bi saya Rêber Apo ye. Lewra ji bo me azadiya Rêber Apo azadiya me ye, azadiya hemû jinan, azadiya gelê me ye. Heta Rêber Apo azad bibe û gelê me bigihîje jiyanek azad em ê nesekinin û di her rojbûneke Rêber Apo de jinûve xwe hîn bi xurtî biwelidînin, ava bikin û vê rojê bikin destpêka azadiya hemû jin û mirovahiyê.

Em vê roja pîroz dubare li gel û têkoşerên azadiyê û tevahiya jinan pîroz dikin. Em wek hêzên YJA-Starê vê sozê didin, ev agirê ku me li asîmanan pêxistiye em hîn geş û mezin bikin. Em ê bi têkoşîn û berxwedana xwe bi Rêber Apo re rojên azad bijîn. Weke artêşa fedaiyan a Rêber Apo li ser şopa şehîdên xwe yên mezin me sond xwariye ku em ê xeta azadiyê bi serketinê  tacîdar bikin û ji zarokên ku Rêber Apo pir ji wan hez dike jiyanek azad û birûmet biafirînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rêveberiya Xweser: Dewleta Tirk ji bo têkçûna xwe veşêre sûcê şer dike
Nûçeya Pişt re Kurd û hêzên demokrasiyê bi ser ketin, mejiyê qirker têk çû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Konferansa Kurdî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat paşxistin

Konferansa ku tê payîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê lidarxistin, ji ber kêmbûna demê…

Ji aliyê Stêrk TV

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Li Îmraliyê êşkenceyeke dermirovî tê pêkanîn

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê nerazîbûn nîşanî derewa Wezareta Edaletê ya “Li Îmraliyê tecrîd tune ye”…

Ji aliyê Stêrk TV

Bakirhan: Desthilatdarî hewldanên diyalogê sabote dike

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan anî ziman ku desthilatdariya AKP'ê bi êrîşên dagirkeriyê,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

PÎK’ê şehîdên Komkujiya Geliyê Zîlan bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV

Dîmenên amadekariya dawî ya ji beriya gava dîrokî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

2 girtî hatin berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

PAJK: Meha Hezîranê meha jinên fedaî ne!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?