Îro bi serokatiya Serokê YNK’ê Bafil Talebanî şandeya YNK’ê serdana Tevgera Nifşê Nû kir û her du alî civiyan. Piştre serokên her du partiyan têkildarî hevdîtinê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Despêkê Serokê YNK’ê Bafil Talebanî axivî û got: “Me her du aliyan di derbarê çawaniya beşdariya di avakirina hikûmetê de lihev kir. Niha hem em her du partî, hem jî PDK xwediyê 38 kursiyanin.”
Piştre Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahid axivî û got: “PDK bi 38 kursiyên parlamentoyê 8 postên bilind yên Herêma Kurdistanê bidest xistiye. Ji bona wê daxwazê ji aliyên din jî dikim ku bên tevlî vê lihevkirinê bibin daku guhertin di şêwazê hikûmraniya Herêmê de bikîn.”
Talebanî piştre carek din axivî û got: “Her aliyek siyasî tevlî vê lihevkirina me nebe, tê wateya ku bi vê hikûmraniya PDK’ê razî ne.”

