Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi boneya salvegera 14’an a damezirandina xwe daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Em bi şanazî salvegera 14’an a damezrandina Yekîneyên xwe yên Parastina Jinê (YPJ) li tevahî jinan û gelê xwe pîroz dikin. Di şexsê şehîdên damezrîner Jînda Til Temir, Silava Efrîn, Arîn Mîrkan, Rêvan Kobanê, Hebûn Ereb, Bêrîvan Êzîdî û şehîdên enternasyonal Îvana Hoffman û Hêlîn Qereçox de em hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber lehengiya wan ditewînin. Di şexsê şehîdên Serdemê Denîz Çiya, Sîdar Efrîn, Leyla Qasim, Wetîn Ereb û Şîlan Kobanê de em soza xwe ya domandina rêya şehîdan dubare dikin. Her wiha em vê rojê li Rêber Apo û li hemû kesayetên azadîxwaz pîroz dikin. Bêguman em bi vê têkoşîna xwe deyndarê fikir û ramanên Rêber Apo ne ku ji bo me jinan rêya azadiyê vekir. Li ser vê bingehê 4’ê Nîsanê ku rojbûna Rêber APO ye, di heman demê de rojbûna YPJ’ê ye.
YPJ ji roja destpêkê heya îro gav bi gav bi têkoşîneke dijwar, bi fedakarî û berdêlên giranbiha xwe ava kir û giha roja îro. Bi vê têkoşîna xwe YPJ’ê karî tevahî jinan û gelên herêmê ji zilma rejîma Baas û ji terora DAIŞ’ê xilas bike. Di heman demê de di warê hişmendî û civakî de guhertineke dîrokî da avakirin. Rêgezên wekhevî û azadiyê veguherande şêwazekî nû yê jiyanê. Di pêvajoya Şoreşa Rojava de, şervanên YPJ’ê ne tenê ax parastin; her wiha nîşan dan ku jin dikarin jiyaneke wekhev, azad û bi rûmet ava bikin. Têkoşîna ku bi pêşengiya YPJ’ê hate dayîn, nîşan da ku jin dikarin zincîrên koletiyê bişkînin û qedera xwe bi destê xwe binivsînin. Yekîneyên me yên parastina jin ku bi pêşengiya jinên Kurd hate damezrandin, îro ji bo tevahî jinan bûye modela herî xurt a xweparastinê.
Hebûna YPJ’ê ji bo hemû jinên ku li Sûriyeyê dijîn bûye çavkaniya ewlehî û baweriyê. Îro ger em behsa avakirina pêşerojeke demokratîk û azad a Sûriyeyê dikin, ev bi saya têkoşîna YPJ û hemû jinên sûriyeyî pêk tê. Di nava refên me de jinên ji pêkhate û baweriyên cuda hene, em bi hev re mil bi mil têkoşîn dikin û îdeala jiyaneke hevpar û wekhev mezin dikin.
Ji ber vê yekê, tevlêbûna YPJ’ê ya nava wezareta parastinê wê bibe wesîle ku artêşeke nûjen û mînak a Sûriyeyê were avakirin. Di heman demê wê hebûna YPJ’ê ya ku bi can û xwînê hatiye avakirin, bikeve bin misogeriya destûrî û qanûnî de. Her wiha ji bo pêşerojeke wekhev û azad li Sûriyeyê pêk were, tevlêbûna YPJ’ê ya a ji artêşê re xwedî girîngiyeke dîrokî ye.
Di vê çarçoveyê de wek Fermandariya YPJ’ê me li Şamê bi Wezareta Parastinê re hevdîtinek pêk anî. Ev hevdîtin di heman demê de tê wateya destpêkirina pêvajoyeke nû ya têkoşînê. Bêguman ev hevdîtinên me wê dewam bikin, lê belê ev nayê wateya ku em gihane lihevkirinekê. Ji bo ku tevlêbûna YPJ’ê di nava artêşê de were misogerkirin, pêdivî bi têkoşîneke hevpar a tevahî jinan û civakê heye. Li ser vê bingehê em bang li tevahî tevgerên jin ên li Rojava, Sûriye û cîhanê dikin ku xwedî li vê pêvajoya nû ya têkoşînê derkevin, da ku em bi hev re pêşeroja jinan û siberoja Sûriyeyeke wekhev û azad misoger bikin. Di vê çarçoveyê de em hevgirtina jinan mezin bikin û têkoşîna hevpar a azadiyê bilind bikin. Pêşeroja demokratîk û azad a Sûriyeyê wê bi pêşengiya jinan were avakirin.
Careke din bi wesîleya salvegera damezrandina YPJ’ê em hemû şehîdên jin ên ku di têkoşîna azadiyê de canê xwe feda kirine bi bîr tînin û vê rojê bi taybetî li dayîkên şehîdan, li jinan û tevahî gelê xwe û li şervanên xwe yên YPJ’ê pîroz dikin. Em bawerin wê têkoşîna me rêya milyonan jinan ronî bike. Ji bo wê heya dawî em ê erkên xwe yên azadiya gelan, wekheviya jinan û pêşeroja demokratîk a Sûriyeyê bicih bînin.”

