Fermandariya Giştî ya YPJ li ser malpera xwe bi daxuyaniyek ragihand ku peymana ku bi navbeynkariya hêzên navneteweyî, di navbera QSD’ê û Hikûmeta demkî ya Şamê de hatiye îmzekirin, di saetên sibê dema ku hêzên YPJ’ê û QSD’ê ji heremên Dêr Hafir û Mesken paşve dikişiyan, hate binpêkirin.
YPJ’ê diyar kir ku çeteyên hikûmeta demkî xwestin bi rêya çeteyên dewleta Tirk bajarên Tebqa û Reqa jî dagir bikin û berê xwe bidin herema Cizîrê. Lê hêzên me hemû êrişên wan di çarçoveya mafê rewa de bersivandine. Heya niha gelek kuştî û birîndarên wan hene.
Ger çeteyên hikûmeta Şamê van êrişan nedin sekinandin û berdewam bikin em ê wek hêzên YPJ’ê ji bo hemû destkeftiyên şoreşa mirovahiyê biparêzin, bi taktik û performansa nûjen re bersiva wan bidin.”
YPJ`ê her wiha ragihand ku hemû hêzên wan bi biryardariyeke mezin li hemû çeperan cihê xwe girtine û ji bo her cureyê êrişê bidin sekinandin, û ger pêwîst be pêşde biçin jî amade ne.

