Şemî, 24 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Civak dixwaze tiştên ku li Îmraliyê têne axaftin, werin bicihanîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TUHAY-DER û OHD’ê rapora têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk’ li girtîgehê hate qedexekrin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî şehîd bi bîr anîn, soza dilsozî û biryardariyê dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Bîçer: Ji bo girtiyên nexweş divê gavên mirovî û hiqûqî bêne avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zurichê wê ‘Konferansa Entegrasyona Demokratîk’ bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Bedlîsê taloqkirina berdanan hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê li gundê Kurdan di bin gefa rûxandinê de ne: Zêdetirî 70 malbat di bin rîskê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê du Kurdên din jî revand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hate îdîakirin ku hêzên YRK’ê baregehek Îranê xiste kontrola xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ez diçim, hineyê li destê min bidin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Bane û Sine 3 kes binçav kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Festîvala Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diherike Dîcle bi hezkirina ax û welat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûşen Yakût: Divê dawî li polîtîkayên bêcezahiştina qetilkirina jinan bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mechthild Exo: Jineolojî divê bibe bingeha me ya pratîkî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Efrîkaya Başûr bertek nîşanî cezayê darvekirinê ya ji bo Werîşe Muradî dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmanî û Qoserê du jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > YPJ’ê 5 şehîd bi bîr anî: Em ê li ser rêya wan bimeşin û bi ser bikevin
Rojava

YPJ’ê 5 şehîd bi bîr anî: Em ê li ser rêya wan bimeşin û bi ser bikevin

YPJ'ê ji fermandarên YPJ'ê Jînda Botan, şervana YPJ'ê Dîlan Şoreş û şervanên QSD'ê Weten Dêrazor, Egîd Serêkanî û Xerîb Hesekê bi bîr anî û got, "Em ê li ser rêya wan a ronî bimeşin û bi ser bikevin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Çile 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê daxuyaniyek weşand û yek ji fermandarên YPJ’ê Jînda Botan û 4 şervanên li Qereqozaxê şehîd bûn, bi bîr anî.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Em di kesayeta fermandar Jînda Botan de hevrêyên ku li eniya Qereqozaqê bi fedakarî û fedaîtî şer kir û gihaştin karwanê nemiran, bi bîr tînin û soz û peymana girêdana bi serkeftinê re nû dikin.

Li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê li hember êrişkarî û hovîtiya dewleta Tirk berxwedaneke dîrokî tê meşandin. Berxwedana ku îro tê meşandin, ji bo azadî û wekheviya gelan e. Şervan û gelê me bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî disekinin û didin zanîn ku berdêl çi dibe bila bibe, wê tekoşîna gelan bê navber bidome.

Li eniyên Tişrîn û Qereqozaqê şervanên me bi îdia û biryardariyeke mezin li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk çeper digirin û derbeyên giran li dagirkeran didin. Sengerên ku îro şervanên YPJ’ê û Şervanên QSD û Meclisa Leşkerî ya Minbicê tê de cihê xwe digirin, ji bo gelan bûye sembola navgîna hêz û baweriya ku tu caran bin nakeve. Di vê meşa dîrokî de şervan û hevrêyên me bêyî dudilî canê xwe feda dikin ku bikaribin têkoşîna mafdar ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi serkeftinê tacîdar dikin.

Şervanên YPJ’ê Sîham Îbrahîm bi nasnav Jînda Botan, Culye Îbrahîm bi nasnav Dîlan Şoreş, şervanên QSD’ê Weten Dêrezor, Egîd Serêkanî û Xerîb Hesekê dema ku li eniyên Qereqozaqê yên Kobanê li hember dagirkeriya Tirk çeper digirtin, di 25’ê Kanûna 2024’an de şehîd bûn. Em ji malbatên welatparêz yên şervanan re, ji hemû gelên xwe û rêhevalên wan re sersaxî dixwazin, di kesayeta wan de hemû şehîdên berxwedana Qereqozaq, bendava Tişrînê ku berxwedaneke bêmînak meşandin, bi bîr tînin. Em diyar dikin ku wê serkeftin teqez bi roniya di rêya wan de pêk bê.

Fermandara me Jînda Botan di temenekî ciwan de piştî ku Kobanê ji DAIŞ’ê hate rizgar kirin, di sala 2015’an de bi biryardariyeke bilind ji bo destkeftiyên şoreşê biparezê berê xwe de nava refên YPJ’ê.

Hevrê Jînda di nava 10 salên xwe yên şoreşê de bi sekna xwe ye dilnizm, fedakar û jixwebawer bi kelecaneke mezin jiya. Fermandar Jînda kesayetê xwe bi şoreşê re kire yek û wek jineke şoreşger di warê bîrdozî û leşkerî de gihîşt asteke diyarker ku karibû ji hemû erk û berpirsyariyên demê re bibe bersiv. Hevrê Jînda bi kesayeta xwe ya çalak, di eniyên şer de jî herdem li pêş bû. Di sala 2019’an de li hemberî êrişên dagirkeriya dewleta Tirk parastina deskeftiyên şoreşa jin kir û di şerê Berxwedana Rûmetê de birîndar bû. Lê hevrê Jînda rûxmî birîndariyê jî, di perwerdeyên branşan de di warê taktîk û stratêjiya şerê demê de bû fermandareke jin ya pêşeng. Li ser vê bingehê bi coş û kelecaneke mezin herî dawî jî cihê di berxawedana Qereqozaqê de girt. Heta kêliya dawî ya jiyana xwe bi durûstbûn û kesayeta xwe ya ku westandin nas nedikir, bi îdealên bilind yên azadiyê di eniyên şer de parastina welat kir. Di berxwedana eniya Qereqozaqê de hevrê Jînda bi sekna xwe ye wêrek û şerker, bû sembola tarzê fermandariya demê. Rêheval Jînda fermandareke hilbijartî bû ku xwe di zanista şerê demê de kûr kiribû. Fermandar Jînda di şerê Qereqozaqê de gelek çalakî û pevçûn koordîne kir. Hevrê Jînda bi kesayet û tevlîbûna xwe xeta milîtantiya serkeftinê şênber kir û  ji hemû hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêz û baweriyê.

Hevrêya me Dîlan jî ji bajarê berxwedaniyê Efrînê bû. Bavê wê jî ji netewa Ereb ji bajarê Şedadê ye. Wiha jî bi çanda gelê Kurd û Ereb mezin bû. Malbata hevrê Dîlan jî yek ji wan malbatan e, ku zarokên xwe li ser bingeha hezkirina welat û berpirsyartiya parastina welat mezin kirin. Hevrêya me Dîlan di kesayeta xwe de welatperweriya her du netewan bi awayekî bi nirx û giranbuha jiya. Dîlan piştî ku  xwîşka wê tevlî nava refên YPJ’ê bû, ew jî bi biryardariyeke mezin ji bo di rêya azadiya jinê de bibe şoreşger, di sala 2020’an de tev li YPJ’ê bû.

Hevrê Dîlan bû xwedî sekneke wêrek û bi hemû erkên parastina welat rabû. Dîlan ji bo bikaribe li hemberî feraseta qirker ya mêr tekoşîna azadiyê bide meşandin xwedî hewldan bû. Herî dawî jî bi sekneke wêrek û jixwe bawer di eniyên berxwedanê yên Qereqozaq, bi hêrseke mezin di çeperan de cihê girt. Hevrêya me Dîlan ji bilî serkeftinê tiştekî din nepejirand û bi ruhe mîsogerkirina azadiyê jiyan û şer kir. Weke ku ji hevrêyên xwe re digot “Divê em li pişt xwe mêze nekin. Divê berê me her li serkfetinê be. Me rêya serkeftinê hilbijartiye û em şervanên ku tenê ji serkeftinê bawer in.”

Em ê tim bi rê û armancên şehîdên xwe girêdayî bin û girêdayîbûna me ya şehîdan jî wê bi mîsogerkirina azadiya welat be. Em ê teqez li ser şopa şehîdên xwe bin û xeyalên wan pêk bînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dewleta Tirk a dagirker gundên Til Temirê bombebaran dike
Nûçeya Pişt re Ji QSD’ê daxuyaniya têkildarî êrîşan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

HPG’ê şehîdên Guherzê bi bîr anî

HPG'ê nasnameya 3 gerîlayan eşkere kir ku li Guherzê şehîd bûn û got, "Her kêliya…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Colemêrgê şermezarkirina qeyûm: Dikandaran dikanên xwe venekirin

Dikandarên Colemêrgê ji bo şermezarkirina desteserkirina şaredariyê û girtina hevşaredar Siddik Akiş dikanên xwe venekirin.

Ji aliyê Stêrk TV

10 partiyên siyasî bertek nîşanî biryara wezareta perwerdehiya Sûriyeyê dan

Partiyên siyasî yên li Kobanê biryara têkildarî perwerdehiya bi zimanê Kurdî red kir û diyar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li Fransayê beriya çalakiyan wê 70 hezar polîs û leşker bên peywirdarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Efrînê dest danîn ser zeviyên zeytûnan ên gel

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Fransayê êrişa çekdarî: Kesek mir, 4 kes jî birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji TUHAY-DER û OHD’ê rapora têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?