Duh, duşemê (25’ê Mijdarê), Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê Komxebata 2’yemîn a Jin û Parastinê ya Rojhilata Navîn bi dirûşma “Jina birêxistinkirî jina bi hêz çeka herî mezin a parastinê ye” lidar xist.
Komxebat li navenda Çand û Hunerê ya bajarê Tebqayê bi amadebûna bi dehan şervanên YPJ’ê, endamên saziyên jinan û meclîsên leşkerî yên herêmê hate lidarxistin.
Di komxebata bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kiriye de Fermandara Giştî ya YPJ’ê Sozdar Dêrik axivî û wiha got: “Em ê rê nedin tu astengiyan ku bandorê li têkoşîna me bikin, ev têkoşîna ku dê me bighîna asta herî bilind a serkeftinê.”
Sozdar destnîşan kir ku şervanên jin ên di nava YPJ’ê de ku ji hemû pêkhateyan e, têkoşiyan, li ber xwe dan û gelek zehmetî derbas kirin heta ku gihiştin vê qonaxê. Niha jî pêwîst e em hemû jinan azad bikin da ku mafên xwe bi dest bixin û bi hêz û parastin bin. Ev jî ji destpêkê ve armanca me ya sereke ye.”
Sozdar da zanîn ku şerên li herêmê diqewimin şerên qirkirinê ne, çi li Lubnanê, çi li Sûriyê, çi li Filistînê û çi li Yemenê be, ev şer ne ji bo berjewendiya gelan e, lê xizmeta desthilatdariyê dike. Her wiha diyar kir ku felsefeya jin, jiyan, azadî ya ku li cîhanê belav bûye, bûye rêya azadiya jinan, lewma dewleta Tirk ev dirûşme li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê qedexe kiriye.
Di komxebatê de her wiha nirxandinên Rêber Apo yên li ser rewş û siberoja jinan di ronesansa demokratîk a Rojhilata Navîn de hatin xwendin. Her wiha nameya bi video ya Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) û sînevizyona derbarê têkoşîna jinan a di dîrokê de û têkoşîna wan li Bakur û Rojhilatê Sûryeyê, hatin pêşandan.
Di berdewama komxebatê ev mijar hatin nirxandin û gotûbêjkirin:
*Bandora Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û nakokiyên li dijî jinan li Rojhilata Navîn û rêbazên rawestandina li hemberî wê.
*Zehmetiyên ku jin di mijara parastin û xweparastinê de rû bi rû dimînin.
*Nîqaş li ser polîtîka û tedbîrên pêwîst ji bo misogerkirina parastina jinan.
*Girîngiya parastina jinan û xurtkirina çanda xweparastina jinê.
*Pêşxistina stratejiyên pratîk ji bo avakirina mekanîzmayên parastinê yên xwecihî û herêmî da ku karibin jinan bizarêzin û beşdariya wê ya pêşeng û çalak di avakirina civakeke demokratîk, ekolojîk de pêk bînin û azadiya jinan misoger bikin.
*Xurtkirina hevkariyê bi tevger û rêxistinên Jinan re da ku jîngeheke bi ewle û domdar ji bo jinên Rojhilata Navîn peyda bibe.”
Piştî nirxandina van mijaran komxebatê bi xwendina nameyan û pêşandana şano û stranan berdewam kir.
Komxebata 1’emîn a Jin û Parastinê ya Rojhilata Navîn di 2-3’yê Nîsana 2017’an hatibû lidarxistin.
ENCAMNAME
Encamnameya komxebata ku bi nirxandina Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku li Rojhilata Navîn dimeşe û parastina jinan ji her cûre tundiyê berdewam kir hat aşkerekirin.
Di encamnameyê de wiha hat gotin:
“Me 2’emîn Komxebata xwe ya jin û parastin a Rojhilata Navîn di asta nirxandin, perspektîf û biryardariyeke xurt, bi coş û kelecaneke mezin bi dawî kir. Ji bo ku ev komxebat bibe peyam û çirayeke ronahiyê ji bo cîhaneke bi edalet û azad, bi aramî û ewlehiyê pêçandî, di serî de em perperîkên azadiyê xwûşkên Mîrabel û hevrêyên xwe yên şehîd Nalîn Mûş, Hêlîn Garê, Şevîn Garzan, Jiyan Tolhildan, Rojna Egîd, Leyla Agrî û Arîn Mîrkan bi bîr tînin û bejna xwe li ber giyanê wan ê pak ditewînin. Em wan weke sembolên fedaî û îradeya jina azad a ku têk naçe her tim bi bîr tînin. Ew lehengên ku di perestgeha mirovahiyê de canê xwe feda kirine. Di bîra gelê me û welatê me de wê ne tenê bîranînek bin, bîranîna wan di heman demê de mîrateya me ya ku em wek jin li ser şopa wan parastina keramet û azadiya xwe dikin.
Em di vê Komxebatê de soza xwe bi Rêber Abdullah Ocalan re, ku ew sembola fikrê azad û ronahiya konfederalîzma demokratîk e û bi felsefeya xwe, rêhevaltiya jidil a bi jinê raber kiriye, nû dikin. Em biryardariya xwe ya ji bo tevlîbûna pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber APO tekez dikin, bi baweriya ku azadiya wî azadiya jinê ye û mifteya aştî û rûmeta gelan e, em ê bi awayekî xurt cihê xwe di vê pêngavê de bigrin.
Şerê Cîhanê yê Sêyemîn veguherî pevçûneke dijwar a navneteweyî
Komxebata me, Komxebata Duyemîn a Jin û Parastinê ku di 25’ê Mijdara 2024’an bi dirûşma “Jina birêxistinkirî jina bi hêze û jina bi hêz çeka herî mezin a parastinê ye” hate lidarxistin. Bi taybet di pêvajoyeke wisa pir dijwar û hesas a di asta herêmî û navneteweyî xeter, pêkanîna xebateke bi vî rengî xwedî girîngî û nirxek mezine. Herêma Rojhilata Navîn ku bûye navenda Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, bi pêkanîna Komxebateke bi vî rengî hêjmarek ji pêşengên jin û nûnerên rêxistinên jinan ji herêmên cur be cur li hev civand da ku rewşa jinan, rewşa gelên herêmê û şerên giran ên ku pêre rû bi rû tên binirxînin. Ji ber ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn veguherî pevçûneke dijwar a navneteweyî ku êdî ji çarçoveyeke leşkerî derbas bûye û dê bi xwe re rewşên xeter û kareseteke mezin bîne. Li ser vê bingehê di vê Komxebatê de mijarên girêdayî azadiya Jin û xweparastinê hatin nîqaş kirin.
Encamên xeter ên vî şerê ku hê jî berdewam dike, li Rojhilata Navîn bandorên pir mezin li ser jinan dike û bi vê rewşê re jin bûne qurbaniyên tundiyê, heta gihaye asta qirkirinê. Ev jenosîd bi şeklê xwe yê herî gemar li dijî Yekîneyên Jinên Azad (YJA STAR) ku li çiyayên Kurdistanê rastî êrîşên herî hovane tên, çekên kîmyewî yên di asta navnetewî de qedexekirî li hemberî wan tê bikar anîn. Jin bi awayekî sîstematîk rastî qirkirina berfireh tên. Ev sûcên giran ên şer ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên kirin û armanca wê şikandina vîna jinan û pûçkirina berxwedana gelan e. Bi qasî êrîşên leşkerî yên hovane, di heman demê de êrîşên derûnî, çandî û civakî li dijî jinên Sûriyê pêk tîne. Li Fîlîstîn û Lubnanê jî, jin barê şerê herî giran yê li wir diqewime hildigirin ser milê xwe û ji ber dagirkerî û çewisandinê berdêlên giran didin.
Di zindanên Îran û Tirkiyê de jî dîmenên herî bi êş tên dîtin, jin çawa tên darvekirin û daliqandin! Bi cezayên hepsê yên heta hetayî tên mehkûmkirin, tenê ji ber ku wan cesaret kir, dengê xwe bilind kirin û bi duruşmeya; “Jin, Jiyan, Azadî” daxwaza azadiya xwe dikin rastî kiriyarên der mirovî tên.
Bi şikandina vîn û îradeya Jinê, vîna gelan tê şikandin.
Jin ne tenê bûne qurbaniyên şer û pevçûnan, di heman demê de bûne yek ji armancên şer û di şexsê wê de hewl didin tirsê bixin dilê gelan. Bi şikandina vîn û îradeya Jinê, vîna gelan tê şikandin û bi hilweşandina rûmeta wê, rûmeta gelan tê windakirin û hilweşandin. Ji ber ku jin bingehê civaka xurt û hevgirtî ye, bi tepisandina ruhê wê re, civak ji hev belav dibe û hêz û îradeya xwe winda dike. Hedef girtina jinê di nava şeran de, ne tenê wekî ziyana li jineke ku parçeyek ji civakê ye tê şîrove kirin, ji vê zêdetir weke bingeha civakê, bi awayek zanebûn tê hedef girtin.
Ruxmî hemû dîmenên bi êş ku tên dîtin, ewê di dilê me de nebe sedemeke bê hêviyê. Jin, tevî hemû van pirsgirêkan û rewşên xirab ên ku pêre rû bi rû tê, çavkaniya jinê ye, xwe ji nava xweliyê diafirîne. Li ser sifreya koledariyê qebûl nake bibe qurbanî, Ew mîna werzên salê ye herdem xwe nû dike. Vîna me bi kerasetan nayê şikandin û di ferhenga jiyana me de tu carî teslîmiyet nîne.
Hêzên me îspat kirin ku dikarin êş û azaran veguherînin hêza çareseriyê
Yekîneyên Jinên Azad (YJA-STAR), Hêzên Parastina Jin li Rojhilatê Kurdistan û Îranê (HPJ) , Yekîneyên Parastina Jinên Şengalê (YJŞ) , Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi hemû nasnameyên xwe, Hêzên Beth Nehrên ên Suryanî, Hêzên Parêzvanên Xabûr ên Aşûrî û HPC JIN li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye neynûka rastiya jinê û cewhera wê, Ev ji mezintirîn mînakin ji bo jinên ji çar aliyê cîhanê da ku xwe bispêrin vê yekê û em rêxistinbûna xwe bi hev re xurtir bikin. Ji ber ku ev saziyên leşkerî yên xweser nimûneyek herî zelale ji bo berxwedana jinê. Van saziyan roleke mezin leyîstin ji bo di avakirina pergala parastinê ya xweser a li ser bingehê konfederalîzm û civakbûnê.
Ev hêzên me îspat kirin ku dikarin êş û azaran veguherînin hêza çareseriyê û xala guherînê û derfetekê ji bo avakirina azadiyê. Di van hêzan de jin bûn bingehê avakirina grdûneke nû li ser esasê edalet û wekheviyê, li ser vê bingehê Jin bûye nemûneya projeyeke mirovî ya dûrî zincîrên deshilatdariyê.
Wê yekîtî û têkoşîna me ya hevpar hilgire misogeriyê
Di çarçoveya van pêvajoyên girîng de, Komxebata me ya Jin û Parastinê destnîşan kir ku di çarçoveya konfederalîzma demokratîk a jinên Rojhilata Navîn de avakirina pergala parastinê ya jinan ne tenê bijareyeke, pêwîstiyeke mirovî û exlaqî ye, ku wê bibe mertala parastinê û xewnên edaleta civakî. Wê yekîtî û têkoşîna me ya hevpar hilgire misogeriyê. Têkoşîna me ya hevbeş ne tenê nerazîbûna me ya li hemberî zilmê ku hêzên desthilatdar li ser me ferz dikin nîşan dide, di heman demê çrûska avakirina pêşerojeyeke nû ya zêdetir bi aramî û mirovahiyê dagirtî û di çarçoveya çanda netewa demokratîk, ku tê de Jin bikaribe bibe pêşenga meşa azadî û rûmetê.”
Di encamnameyê de armancên sereke yên vê Komxebatê wiha hat gotin:
“*Bandora Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û nakokiyên li dijî jinê li Rojhilata Navîn û rêbazên rawestandina li hemberî wê.
*Bal kişandina li ser zehmetiyên ku jin di mijara parastin û xweparstinê de rû be rû dibin.
*Nîqaş li ser polîtîka û tedbîrên pêwîst ji bo misogerkirina parastina jinan.
*Bal kişandina ser girîngiya parastina jinan û xurtkirina çanda xweparastina jinê.
*Pêşxistina stratejiyên pratîk ji bo avakirina mekanîzmayên parastinê yên xwecihî û herêmî da ku karibin jinan bizarêzin û beşdariya wê ya pêşeng û çalak di avakirina civakeke demokratîk, ekolojîk pêk bînin û azadiya jinê misoger bikin.
*Xurtkirina hevkariyê bi tevger û rêxistinên Jinan re da ku jîngeheke bi ewle û domdar ji bo jinên Rojhilata Navîn peyda bibe.”
Perspektîfên Stratejîk ên komxebatê jî wiha hat diyarkirin:
“*Rêxistinkirina Konseya Ewlekarî û Parastinê ya jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
*Rêxistinkirina Konseya Ewlekarî û Parastinê ya jinê li Rojhilata Navîn
*Xurtkirina polîtîkayên yekgirtî yên netewî û herêmî ji bo parastina jinan.
*Pêşxistina bernameyên perwerdehiyê yên ji bo bi hêzkirina jinan û xurkirina behremendiyên wê da ku karibin di warê siyaset û dîplomasiya parastinê de xurt bibin.
*Dayîna nêrîn û tecrûbeyên fikrî û pratîkî ji bo xweparastinê da ku jin karibin li hemberî qirkirin û destdirêjiyê rawestin.
*Avakirina torên civakî ku li ser asta xwecihî û herêmî kar dikin da ku Jinan beşdarî nava qadên xweparastinê bikin.
*Lidarxistina însiyatîfên perwerdehiyê ji bo piştgiriya jinan di warê parastina civakê de û pêşxistina hêza wan ji bo wergirtina rola pêşengiyê di parastina civakên xwe de.
*Hevkariya bi rêxistinên Jinan ên navneteweyî û herêmî û avakirina têkiliyên stratejîk ji bo afirandina mekanîzmayên hevpar ji bo perwerdekirin û piştgiriya jinan li herêmên ku ji şer zerar dibînin.
*pêşxistina hevkariya herêmî ji bo afirandina platformên hevbeş ku tê de nêrîn û çareseriyan ji bo pirsgirêkên parastina jinan li seranserê Rojhilata Navîn peyda bikin.
*Ji bo pêşxistina çarçoveyeke herêmî ku pêşniyarên Komxebatê pêk tîne û ji bo pêşxistina polîtîkayên yekgirtî û hevbeş di derbarê parastina jinan û bilindkirina rola wê di avakirina aştî û parastina civakê de divê asta xebat û karkirinê pêş bixe.
*Divê însiyatîfên hevbeş li gel saziyên mafên mirovan û saziyên jinan ên cîhanî ji bo afirandina jîngeheke bi ewle û azad ji bo jinên li Rojhilata Navîn werin pêşxistin.
Bila ev perspektîf di vê rojê de, Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê bibe rojeva têkoşîna me ya hevpar û bibe wesîleya sekna li hemberî tundî, dagirkerî û qirkirinê. Pêwîste li bîra me hemûyan be ku divê em yek bin û hevbeş kar bikin, Divê em li pey soz û peymanên derewîn ên ku pergala zilamê desthiladar xwe pê tacîdar kiriye. Ji lewra emê her rojê veguherînin roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê û bi dirûşmeya “Bi felsefeya jin, jiyan, azadî, em ê xwe biparêzin.”