Îro, şervanên YPJ`ê ji bo pîrozkirina salvegera 13emîn a damezrandina YPJ`ê û jidayikbûna Rêber Apo berê xwe dan Girê Miştenûrê li Kobaniyê. Şervanan di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rêber!” û “Bijî berxwedana jinan!” qîr kirin.
Dema ku gihîştin Girê Miştenûr, şervanan di nav tilîliyan û dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe!” de dar çandin. Piştre, ji fermandarên YPJ`ê, Dilbrîn Kobanî li Kobaniyê axivî û 4’ê Nîsanê li hemû şervanan, şehîdan, malbatên wan û gelê Kurd pîroz kir.
Dilbirîn wiha got, “Ev roj du bûyerên girîng bi hev re tîne; damezrandina YPJ û jidayikbûna Rêber Apo, ku xalek werçerxê ya dîrokî nîşan da û bû çirayek ku rêya mirovahiyê ronî kir.”
Dilbirîn destnîşan kir ku Rêber Apo ne tenê rewşenbîr an fîlozof e, lê belê xwediyê ramana azad a gerdûnî ye û got ku ji ber vê yekê, mirov berê xwe didin felsefeya wî û wê dipejirînin.
Piştî ku axaftin bi dawî bû, şervanên jin govend gerandin.

