În, 12 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Baroya Wanê ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serlêdan kir: Em ji tevkariya pêvajoyê re amade ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stranên wan ên di Newrozê de wekî sûc hatin dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Pirxûsê leşkeran êrîşî protestoya GES’ê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora ÎHD û OHD: Di girtîgehên Edeneyê de binpêkirinên mafan ên sîstematîk hene

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KE’yê biryara Demîrtaş û Yuksekdag: Divê demildest bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎSÎG: Di nava 13 salan de 862 karkerên zarok jiyana xwe ji dest dane

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji YRK’ê daxuyaniya li ser tevgera hêzên Îranê ya li Merîwanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li zozanên Elkê leşker û cerdevanan êriş birin ser koçeran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Divê Rêber Apo azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Hêvî jî çareserî jî Birêz Ocalan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qûştepeyê bi du dronan êrîşî depoyeke dexlûdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berpirsyariyeke civakî ye ku goristanên hatine xerakirin jinûve bêne avakirin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR’ê bang kir: Em hemû bibin dengê jinên Afganistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nejala Thamir: Armanca min a sereke çareserkirina pirsgirêkên civakî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Mafê nefeqeyê meseleyeke polîtîk e, ne tenê aborî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karavana Dayikan bi banga aştî û piştevaniyê ji du rêgehan ber bi Berlinê ve bi rê dikeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên li ser girtiyên jin dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nurgul Sadak hate kuştin, Ayşe Irmak Koparan hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lorientê zarokan temaşeyî ‘Şînok’ a bi zimanê Kurdî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê bi hezaran kes di şeva piştevaniya Rojava de li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Kampanyaya na ji darvekirinê re: Gefên Wezareta Îstixbaratê ya Îranê zêde bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > YRK’ê nasnameya Simko Kobanê eşkere kir
Kurdistan

YRK’ê nasnameya Simko Kobanê eşkere kir

YRK’ê nasnameya Simko Kobanê yê di êrîşa Îranê ya li herêma Pêncewîn de şehîd bû, eşkere kir û got, ji bo fêmkirina Rêber Apo her kêlî bi hewldanê derbas kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YRK’ê derbarê şehîd Simko Kobanê ev tişt diyar kir:

“Beriya niha di daxuyaniya xwe ya derbarê êrîşa bi dron a li ser gundê Şêweguzan a li herêma Pêncewîn de me dabû diyarkirin ku rejîma Îranê ya dagirker hêzên me kiriye hedef û di encamê de hevrêyekî me yê bi navê Simko Kobanê şehîd bû. Niha em bi berfirehî nasnameya hevreyê xwe bi gelê xwe yê welatparêz û bi raya giştî re parve dikin.

Di demên herî zêde êrîş li ser rejîma Îranê ya dagirker pêk dihatin de, wek Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê me heta dawî sebir kir ku nekevin nava rewşeke cuda de. Lê belê em êrîşên bi vî rengî yên ku hêzên me bi awayekî nemerdane dikin hedef, mîna êrîşeke terorîstane dinirxînin.

Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me yê şehîd, em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku xeyalên wan bigihînin serkeftinê.

Agahiyên li ser nasnameya hevreyê me yê şehîd bûye, bi vî rengî ne:

Nasnav: Simko Kobanê

Nav û Paşnav: Ûmîd Huseynî

Cihê Jidayikbûnê: Kamyaran

Navê Dayîk – Bav: Şino – Cihangîr

Dem û Cihê Şehadetê: 19’ê Tîrmeha 2025’an – Pêncewîn

Ûmîd Huseynî bi navê xwe yê tevgerê Simko Kobanê ewladê esîl ê gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê, yê ku bi nirxê welatparêziyê ya herêma Hewraman mezin bûye û tu dem ji rastiya gelê xwe dûr neketiye, her tim bi wêrekî li beramberî rejîma Îran a dagirker û kevneperest serê xwe hildaye. Ewladekî bi nirx ê gelê me yê Hewraman bû ku bi paqijî zarokên xwe tînin dinê, bi paqijî perwerde dikin û bi paqijî oxir dikin.

Ûmîd Huseynî zarokekî gelê me yê Hewraman e ku bi hestên welatparêziyê zarokên xwe mezin dikin. Di sala 2001’an de çavê xwe di nava malbateke niştîman perwer de vedike. Lêgerîna Ûmîd di temenê ciwantiyê de ji bo heqîqetê destpê dike. Bi avabûna şoreşa Rojava re û bi berxwedaniya bê hempa ya Kobanê, dilê Ûmîd bi dilê Kobanê re dibe yek û Rojava dibe bingehekî ji bo naskirina şoreşa azadiya Kurdistanê. Ev coşa şoreşa Rojava di dilê Ûmîd de dibe hêviyeke mezin û wekî heloyekî berzefir ku wê bi azadî her tim bifire, berê xwe dide çiyayên bi heybet ên Kurdistanê. Ûmîd navê fermandarê mezin Simko Serhildan radike û bi eşqa berxwedana Kobanê, Kobanê ji xwe re weke paşnav hildigre.

Hevrêyê me Simko Kobanê piştî ku biryara beşdarbûnê dide û tevlî nava refên Tevgera Azadiyê dibe. Bi dîtina perwerdeyên bingehîn re pir ji nêz de zext, dagirkerî û siyaseta kevneperest a rejîma dagirker a Îranê ku li ser gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê dide meşandin dibîne û dikeve ferqa rastiya xwe ya ku jê dûr hatiye xistin. Ev rastî di kesayeta hevrêyê me Simko Kobanê de ku hîn nû beşdar bûye gelek bandorên bi hêz derdixe holê. Li ser vê rastiyê hem dixwaze her tim Rêber Apo nas bike û hem jî ji vê re bibe bersiv. Li hember hemû cure zilm û zora ku li ser gelê me tê meşandin û li ser vê rastiyê dixwaze kesayeta xwe bide avakirin. Bi van rastiyan re dibe lêgerîvanekî heqîqeta Apoyî ya ku bê rawestan dimeşe û ji xeyalên gelê xwe re dibe bersiv. Di rûyê wî de hêviyeke mezin ji bo pêşeroja welat dibiriqî.

Beriya ku beşdar bibe di herêma xwe de gerîla dibîne û ji jiyana hevalan a dilnizm bandor dibe. Dema ku beşdar dibe bi hevaltiya hevalan bandor dibe û tişta ku despêkê dîtiye ji bîr nake û her tim bi jiyana xwe re dike yek, wan yekan her tim mezin dike û dide mezinkirin. Heval Simko şervanekî parastina nirxên bi zehmetiyan hatibû avakirin bû.

Ji bo ku kesayeta xwe ji kûr de ava bike di sala 2018’an de derbasî dibistana sekvantiyê dibe. Bi perwerdeya ku dibîne re ew jî dibe gerîlayekî pispor ê Kurdistanê û êdî ji bo her tiştî amade ye. Di sala 2019’an de berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê û ji bo zanakirina gelê xwe dibe şervanekî bê rawestan. Her kêliyê xwe yê jiyanê dinirxîne û ji bo nasandina Rêber Apo dikeve nava her hewldanê.

Di nava qadên pratîkê de bi temenê xwe yê ciwan, ji gelek kar û xebatê re pêşengtî dike. Di demek kin de karî bibe fermandarekî ciwan û ji hevrêyên xwe re pêşengiyê bike. Hevrêyê me Simko Kobanê bi dilgermiya xwe ya bê dawî, bi fedekarî, dilnizmî û hevrêtiya rasteqîn nimûneyek bû di nava refên me de. Dibe xwedî kesayetek zana ya ku her tim xwe digihîne û pêwîstiyên şoreşê bi cih tîne. Bi jiyan û tevlîbûna xwe, bi kar û xebatên xwe, bi berhemên xwe û bi dengê xwe yê zelal wê her tim mîna heloyekî li ser lûtkeyên Çiyayên Zagrosan were jiyankirin.

Di dawiyê de wek Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê, di serî de em ji malbata hevreyê xwe yê hêja re û ji tevahî gelê Rojhilatê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û careke din em soza tolhildanê ji gelê xwe re didin û xwîna hevalê xwe em ê bi tu şêwazî li erdê nehêlin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê TAJÊ name ji 19 welat û saziyan re şand: Qirkirinê nas bikin
Nûçeya Pişt re Ji gelê xwecihî yê Hondurasê nameya ji bo Rêber Apo
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di êrîşa Îsraîlê de herî kêm 10 kes mirin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di encama êrîşên Îsraîlê de yên…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk bombe li febrîqeya şekir barand

Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker li Der Hafir a girêdayî Kantona…

Ji aliyê Stêrk TV

Nobetên Edaletê: Eger deriyê Îmraliyê vebe, wê rêya aştiyê jî vebe

Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Baroya Wanê ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serlêdan kir: Em ji tevkariya pêvajoyê re amade ne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Stranên wan ên di Newrozê de wekî sûc hatin dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Şerê Ukraynayê dema Yekemîn Şerê Cîhanê li pey xwe hişt

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji KE’yê biryara Demîrtaş û Yuksekdag: Divê demildest bên berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?