Bizûtnewey Kurd le Turkiya (6)
Qazî: Belam le rûy nerîtîyewe ferhengêk be ser ferhengêkî dîke da xalibe. Eger temaşay ferhengî Birîtanyay mezin be giştî bikey her çonêk bê ferhengî Înglîsî xalibe.
Sîvan Se’îd: Ferhengî Înglîsî xalibe, ewe bîltehdîd xalib nîye bew şêweye ke bilêyn Belam neyçirî / suruştî şwêneke way kirdûwe çunke ew şwêne şwênî Îngilteray e, î xelkî Înglîz e to wekû awareyek hatûyte ewê, ke xakî Pakistan nîye, xakî Kurdistan nîye, belam hemû ew azadîyaney ke lewê heye ye’nî le şwênêkî tirî wekû Turkya da eme nakrêt.
Qazî: Belam xelkî xeyrî bûmî na, xelkî xocêyî ewêş eger wez’î Sikatlend muqayese bikey legel Înglîstan, Sikatlendîyekan wa bîr dekenewe ke Înglîsîyekan zîyatir deselatyan heye. Wa nîye? Her leber eweşe ke ew têndênsî cîya bûnewe dête gorê.
Sîvan Se’îd: Eger rojêk ciya bûnewe hebê be rêfrandom û be dêmokrasî bê rêgayan lê nagîrêt. Eme yek, ewey êsta le Turkya mumkîn nîye xewnîşî pêwe bibîndirêt. Duwem lanî kem le lihazî qanûnî ra be zimanî Wêlş, be zimanî Geylîk emane hemû şitêk heye le parlmanyan da, le mehkemeyan da. Le her şwênêkî Birîtanya da, eger şwêneke Îngiltera bê nek Skotlenda kesêkî Skotlendî daway mutercîmêk bika bo her halêkî dewlet natuwanê bilê naykem xo xot Înglîzî dezanî. Ye’nî Înglîzîş baş bizanî le ber ewey Skotlendîye boy heye mutercîmî hebê. Eme cîyawaz e muqayese nakrê legel Turkya da. Le Turkya êsta halêk hatûwete pêşewe eger sibeynê dewletêk, hêzêk, sitatûyek bo Kurd durust bibê û ew sitatûse çansî ewey hebê ke bilê eykeyn nawî enêyn komarî Kurdistan ya dewletî Kurdistan, KCK yek sanye terdîdî nîye le me bilê naykem le ber ewey min antî dewletim, antî dewlet nîye. Min le kitêbekey xom nawim nawe post dewlet, têgeyiştûwe le dewlet, şitêkî interesting e eger bituwanim bîlêm be deqîqeyek le xizmetit da. Wextêk ke hemû partîye sîyasîyekanî tirî Kurdistan be hoy hukmî waqî’, yan be hoy ewey ke, leber ewey ke piroksî şeryan kirdûwe hemîşe şerî be wekaletyan kirdûwe bo dewletekanî serdestyan hergîz le fîdralî berew ser neroyiştûn. Dêmokrasî bo Iran û otonomî bo Kurdistan meselen, dêmokratî bo Iraq û otonomî bo Kurdistanî Iraq. Em qisane witrawe lew kate da ke eme heye PKK elê her çuwarparçey Kurdistan ke eme şitêkî calibe boyan. Êsta ke têndênsî ewe zor bûwe ke ba Kurdistan hebê û her çuwarparçeke yekêk bê û ew şitane, PKK elê ba xelik hazir bê bizanê xoy çî ewêt ême ewe bikeyn.ye’nî eme post siteyt e, nek ewey nazanê siteyt çîye. Tecrubey siteyt kirawe lanî kem le lihazî tîorî ra ke eme bo erroy wez’eke nayetewe.
Qazî: Katman kem mawe pêm xoş bû hêndêk le layene berçawekanî lêkolînewekeşit bas bikey. Dîyare karî meydanîşit kirdûwe, detuwanî hêndêk be giştî ew karî meydanîye şirove bikey?
Sîvan Se’îd: Ew karî meydanîye zor interesting e to deçîte şwênî ew fîldey ke xot hete be hîsabî ewey ke kitêbit xwêndûwetewe û agadarî le rewşeke, de panizde pirsyar legel xot debey ke egeye şwênî kareke bo ewey întirvîwî xelik bikey, bo wey xelik musahebe bikey û temaşa bikey bizanî çi eken wekû çalakîyekanyan bo ewey bîhênî bîkey be kereste bo dukturakey xot yekser pirsyarekan êkspayr ebin, pirsyarekanit namênin çunke ewey ke le lihazî tîorî ra to, be taybetî hereketêkî wekû KCK ke to temaşay ekey egeyte ewey ebînî komelêk pirsyarit kirdûwe, ew pirsyarane lewê pirsyarî me’mûlîn, Pirsyarî lewe qûltir heye. Ew pirsyaryaney to deyanhênê her ewanen le kitêbekan û le rojname û cerîdekan da têgeyiştûy lêy bes ke deçîte ewê komelêk şitî nebîstraw û nedîtraw heye pêwîste ewane bênîtewe legel xot bo ewey kitêbeketî pê binûsî meselen muşkîley gewrey min le muqabeley xelkêk da, musahebey xelkêk da kewte berçawim ewe bû hendêkyan natwanin rastewrast ewey ke pêwîste pêt bilên. Komelêk heqayqyan pêye eyanewê pêt bilên belam delên kake ew rêkordet labe ba ême komelêk şitit pê bilêyn. Yan nawî ême melê. Min emet pê elêm belam nawim nîye. Leber ewe emin le beşêk le îşekem da le sal û nêwêk da nizîkey 60 ta 70 kesim muqabele kirdûwe nawî yek kesî têda nîye, lanî kem ewaney ke êsta le jîyanîş da nemawin min her nawim tênexsûn leber ewey ke lanî kem bo xanewadekeşyan nebê be muşkîleyek.
Qazî: Be daxewe katman nemawe wekû axir pirsyar ke dîyare le wulam da debê hêndêk zîyatir tewzîhî le ser bidey wek dezanî le çendîn sal lewe pêşewe le seretay salanî 2000we Turkya, hêndêk le wulatanî rojawayî, Emrîka rêkxirawî Partî Kirêkaranî Kurdistanyan wekû rêkxirawêkî têrorîstî rageyand, le layekî dîkeweş ewanîş û bizûtnewey Kurdîş le Bakûrî Kurdistan basî ewe deken ke ewe boçûnêkî zalmaneye û behîç şêweyek le şêwekan ewan berjewendî wulatêkî ke ewanî xistûwete naw ew lîsteye de metrisî nexistûwe. Le çuwarçêwey lêkolîneweket da berêzit ew meseleyet çon şî kirdûwetewe? Be çî geyiştûy ke çon dekrê ew meseleye yek la bikrêtewe. Çunkû dezanîn yek la nekirdnewey ew kêşeye sedemeyekî zor degeyênê be jîyanî rojaney xelkî Kurdistan be giştî le Bakûrî Kurdistan.
Sîvan Se’îd: Le Bakûrî Kurdistan êsta wekû ewey ke be pêy qanûn hêşta naweke heye û ewe têrorîste belam xelik hemû întîmay heye bo ew şwêne, ke wabû eto eger be pêy sîstimî siteyt temaşay dewlet û ewe bikey şer’îyetyan heye, serwerîyan heye û ew serwerîye pêwîste biparêzrê ke dewletî Turkya dewletêke bo xoy. Ewe eger bew şêweye seyrî bikey PKK rêkxirawêkî têrorîstî ye belam le nawewey wulateke ew şer’îyetey nemawe Turkya xoşî ewe baş dezanê ke tenha dehezar kes û pênc hezar kes nîn lew çîyayaney ke ême nayanbînîn. PKK xelke û xelkîş lewêye û ewe dîskorse îdî lewe zîyatre nayete ewe. Meselen êsta KCK opêrasyonî hebû. Opêrasyonî KCK.
Qazî: Ew mêkanîzmey ke bituwanê îdî’ayekî way pê îspat key çîye?
Sîvan Se’îd: Meselen êsta eweye ke to debînî ew herekete hereketêkî civakî, fire rehende, îdî lemew la hereketêk nîye ke tenha le ser yek barge îş deka. Ew hengawaney ke êsta KCK deyan nêt le seda pêncî renge hengawêkî ’emelî bêt ke pêwîstî be sîlah hebêt û hîç lêdanêk nîye le hîç berjewendîyekî nek xelkî Ewrûpa û ew wulataney emanyan xistûwete lîstî têrorewe le ber xatirî Turkya, le naw Turkyaş da, çunke xerîkî durustkirdinî birayetî gelane, bo ewey ew geymey ke heye. Ca min wîstim ewet ‘eriz bikem dewlet pêy xoşe ke PKK bew şêwe kone îş bikat çunke asane belam êsta PKK xerîkî îşêke sahekey le şwênêk da durust kirdûwe ke dewlet têyda dedorê ewîş durust kirdinî civake. Civak her hemûyan nakrê be têrorîst bidrêne qelem, leber ewey êsta xerîke Turkyaş dêmokrasî bika bo ewey Kurd mafekanî werbigrê. Nek xoy bixate poyintêkewe be asanî wekû targêtêk biwutrê ke ewe têrorîste.
Qazî: Zor başe berrêz Dr. Sîvan Se’îd zor sipasit dekem bo beşdarît lem bernameye da. Hîwadarim wekû basman kird ew têze wekû kitêb bête derê.
Bîneranî xoşewîst lêre da bernamey emcareşman kotayî pê dênîn. Hîwadarim ke em sallî taze salî 2016 be xoşî û be azadî têperê. Takû Rawêjêkî dîke lay êweman xoş.
Têbînî: Em bernamey le 27-î Decemberî 2015 aste kirawe û le rojî Yekşeme 3-î Janvîyey 2016 le bernamey Rawêjî Stêrk tîvî bilaw kirawetewe. Le rêgay em lînkey xwarewe dekrê vîdêoy em bernameye
le torî komelî Youtube da temaşa biken.
Dirêjey heye…