Brêgzît (7)
Sîvan se’îd: Ca min wîstim ewet pê bilêm ew qeyrane boçî hat be rastî hem partî parêzgaran û hem partî kirêkaran zor leyek deçûn hîç debate êk nema bû ke wekû yek şerî pê biken. Ye’nî hîç kesêk tewequ’î ewey nedekrid le 2015 David Cameron dîsan bibêtewe be serokwezîr û torîyekan bibnewe be hukûmet. Ye’nî şitêkî wa calib nebû ke ewan xelkî pê rakêşin. Meselen basî îmîgreyişin bikraye hîç le labour yan baştir nekrid le pênc salî rabirdû da. Leber ewe wîstyan şitêkî taze bilên ke xelkêk dengêkî zoryan pê biden ewîş ewe bû ke bekar hênanî em kartey ke belê we’di bê eger ême derçûyn dîsan hemûprisî bo derkewtin le Yekêtî Urûpa bixeyne rojevewe.
Qazî: Diyar e daxwazînameyek çuwar mîlyon îmzayan kirdûwe ke be durust kirdinî ew wezaretxanane, dû wezaretxaney taybetî ke pêwendî heye be hatne derewe herçend hukûmet amade nîye egerçî ew pêtîşne be pêy rêwşwên û qanûn debê debate î le ser bikrê le parliman le mangî September da belam renge çî lê şîn nebê.
Sîvan Se’îd: Belê ewey ke parliman serwerî ewey heye ke deng bidat eme tenya edvayzêke le xelkewe. Belam nexêr ewe taze narwa û hîç polîtîşnêk xîret û cesaretî ewey nîye ke bilê nexêr ême ewe hel eweşênînewe, taze penca û dû lesed xelik dengî dawe, her çon bê ebê biron legelî.
Qazî: Pêt waye, wa tesewr dekey Brîtanya ca çi partîye siyasîyekan bin, xelik bê, sendîka kirêkarîyekan bin ke bituwanin be şêweyek le şêwekan lew wez’ey têperênin? Ew qeyranîye, ew alingarîyey ke le pêşyane.
Sîvan Se’îd: Ew alingarîyey ke êsta heye eweye ke be rastî tetbîq kirdinî artîklî 50 başe, piçkoleye û asane, belam ew negotiation û giftugoyey ke çendîn sal dexayênê wa deka ke corêk pêwendî tir durust bê le beynî Brîtanya û Yekêtî Urûpa ke zor ciyawaz nabêt. Leber eme min tênagem bîzebt le tetbîq da çî debêt. Tenya meger nawekey bigorê egîna Yekêtî Urûpa her pêwendîyekî tund û tolî demênê legel Brîtanya.
Qazî: Ême teqrîben çuwar deqîqeman kat mawe eweş terxan keyn bo ew rûdawe gewrey, ke pêrê şew, cum’e şew le Turkiya rûy da û be pêy qisey emroy wezîrî dadî Turkiya hetakû êsta nizîkey 6000 kes duway ew rûdawe gîrawin û basî ewey kird ke ew jimareye ziyatir deka û wa weberçaw dê de rastîda ewe bibête biyanûyek bo ewey ke partî dad û geşepêdan ke be şêweyekî zor faşîstî le Kurdistan beranber be xelkî Kurd cûlawetewe tesfîyekî giştî bika be biyanûy ew ” kudeta ” ye û şitêkî zor çawrakêşîş eweye ke beşêkî zor lew efser bilîndpayaney ke le şerî qirêjî rêjîmî AKP le Kurdistan beşdarîyan hebûwe le zumrey ew kesane dan ke êsta gîrawin. Boçûnî berêzt çone yek sebaret be kudetake be giştî û sebaret bew siyasetey ke AKP lew pêwendîyane da weberî degrê?
Sîvan Se’îd: Yek poyintim heye le ser kudeta û eme çend care le penca salî rabirdû da le Turkiya dekrê. Leber ewey Turkiya beşêkî gewreye we duwem dewletî gewreye le NATO her cûleyek be ‘esker bikrê le naw Turkiya da be bê NATO nakrêt. Leber ewe eger cûleyek bikrê, eger cûleyekî cîdî bêt wek kudeta be ser dewletî sîvîl da debê Natoy têda bê û tebrîkî NATO têda bê. Tebrîkî NATO hebê yanî serkewtin be dest dênê, eger şitêkî wekû ewey pêrêş bê ke kudetayekî nafercam bû ewe diyare kudetayek nîye belkû hewlêk bû feşelî dehêna û eme dekrê be sênaryoyek hîsab bikrê. Êsta le nawendî siyasî da komelêk qisey ciyawaz heye le çapemenî da le ser ewe. Ewey be lay minewe girînge wekû Kurdêk, wekû kesêk ke le ser wez’î Kurd deruwanim le Turkiya gelî Kurd û tevgerî siyasî gelî Kurd lewêda be çawrûnî berxurdî legel em îşe da kird. Ne dilî zor zor xoşe bewey ke kudeta dekrê û ne be hoy eweşewe hawsozîyekî bê sûd û ziyade le radey heye bo ewey dewletî sîvîl namênê yan nazanim çî. Çunke bo ew herdûkyan her ew dû hêlen ke qazancêkyan nîye.
Qazî: Dwênê bo numûne berêz Balûken le parliman le ‘eynî hal da ke hemû cûre kudetayekî red kirdewe û pêy waye ewe natuwanê dêmokrasî bênê belam le heman hal da îşarey kird bew siyasetaney ke le Kurdistan û têkdanî mal u mulk u kuştarî xelkî sîvîl.
Sîvan Se’îd: Belê ewe şitêk nebû ke zor cêgey şok bê bo tevgerî Kurd û bo ewaney ke le halî Kurd şarezan belam muşkîley gewre lemeda ême eger nawî kudetay lê binêyn eweye ke êsta destî dewletî awalle kirdewe ke her kesêkî bîyewê be nawî eme tawanbarî bika û le dû roj da girtinî şeş hezar kes be rastî ‘ecîbe û eme ziyad deka û emro serokî Turkiya dawa deka ke xelik nerone malewe dîsan ta hefteyek le qadekan, le meydanekan bimênin yanî eyewê bilê be rastî hêşta tehlîke mawe, tiris mawe û îhtîmale nazanim ta çende biwêrm bîlêm îhtîmale kudetay tir berêwe bêt.
Qazî: Zor başe, pêt waheye ke AKP detuwanê be dawxuwazekanî biga bew meseleye û bekarhênanî wekû biyanûyek?
Sîvan Se’îd: Etuwanim bilêm AKP be her ehwalêk bê le qeyranîyekî ewende cîdî daye ke temenî ewende cîdî nabê û Erdoxan xoy bo xoy temenêkî lewe dirêjtirî nabê ewey ke heye çunke muşkîley gewrey êstay AKP û Erdoxan her dûkyan eweye ke qeyran be qeyran çare eken û le qeyranêkî qûl dan eyanewê be durust kirdinî kaos û muşkîley tir ew qeyraney xoyan bixene derewe ewey ke heye wez’î îqtîsadî Turkiya be tewawî dadermê, wez’î geştyarî Turkiya zor zor tewaw darimawe eme way kirdûwe ke em dewlete temenî dirêj nabê û eger kudetayekî tirîş nebê renge ew dewlete berew neman biçê.
Qazî: Beşêk lew gîrawane firokewan/xeleban u ewane bûn zor wêdeçê beşdarîyan bûbê le bombaran kirdinî Başûrî kurdistan û cêgay dîke.
Sîvan Se’îd: Ewe poyintêke, poyintêkî dîkeş ye’nî ew dewletî AKP û ew ‘eskerane ewend be asanî detuwanin her kesêkî biyanewê mutehemî biken tenanet ewaney ke le pêrê da wekû palewanî dewletî Turkiya, ewey ke teyare rûsîyekey xistûwete xwarewe, ewane êsta be xayînî dewlet edrêne qelem. Şitêkî zor calibim bînî le Twitterêk da delê eger to ‘eskerêkî Turk bî enêrdirêy bo Rojhelatî Turkiya wate Kurdistan wekû palewanêk dedrêyte qelem u her to denêrdirêy bo ser pirdî Boxazîçî wekû xayînêk dedrêyte qelem, le katêk da ‘eskereke hîç deselatêkî nîye, emrî be ser da kirawe ke ewe rûy dawe, leber ewe pêm waye qeyranêkî qûlî dewletî Turk heye ke dirêj naxayênêt.
Qazî: Zor başe, berêz Dr. Sîvan Se’îd zor zor sipasit dekem bo beşdarît le bernamey Rawêj da. Bîneranî xoşewîst hîwadarim ew baseman be giştî hêndêk zanyarî tazey bo êwe hebûbê sebaret be Yekêtî Urûpa û her weha sebaret be helwêstî Brîtanya lew pêwendîye da. Takû Rawêjêkî dîke lay êweman xoş!
Têbînî: Em bernameyey Rawêj êwarey Yekşeme 17-î Jûyey 2016 be awayekî rastewrast le têlêvîzyonî Stêrkewe bilaw kirawetewe. Le rêgay em lînkey xwarewe dekrê vîdêoy em bernameye le hîsabî Rawêj le torî komelî Youtube da bibînin.
Https://wwiw.youtube.com/watcih?v=SliScitGjeztE
Dirêjey heye…