Cadey Awrîşim, Rêgayek û Piştêndê (3)
Qazî: Ca bo ew mebeste çi deken?
Sîvan Se’îd: Bo ew mebeste deyanewê le rêgay scholarship ewe, le rêgay têkel bûn û hemahengî kultûrîyewe xoyan be dinya binasênin, nek le rêgay ‘eskerîyewe belam wekû hêzî aştî parêz, wekû hêzî bo facî’ey însanî û facî’ey tebî’î ke rû dedat hêzî amadey Çînî heye, meselen le Kambodya heftey pêşû pirdêk rûxa hezaran kes têyda bûwe qurbanî û xelkêkî zor bê mal û xak bû, cîsreke, pirdeke Çîn durustî nekirdibû, her beyanî duway rûdaweke tîmî Çînî çûn bo rizgar kirdinî xelik, belam tîmî ‘eskerî neçûwe wekû le modêlî UN da deybînîn meselen bo ewey ‘esker biçê firyayan kewê. Lewêwe ew têkelbûne kultuwerîyey ke heye be şêweyekî hayîl hem pare, hem serçawey însanî bo hazir kirawe. Her be numûne min bilêm le salêk da sed hezar scholarship heye, bes PhD dewlet xoy pareyan dedatê, xoy dawa eka meselen le Pakistan emsal dû hezar zemaley PhD tan dedeynê be belaş ba xwêndkarekantan werin bixwênin lem buwarane da. Le buwarî muhendîsî, le buwarî abûrî, le buwarî kultûrî
Qazî: Eweş hemû pêwendî peyda dekatewe bew destipêşxerîye?
Sîvan Se’îd: Belê pêwendî bew destipêşxerîyewe heye. Êsta be rastî ta radey naxoş bûn le naw wesetî Çînî da, le nawendî Çînî da meseley Built and Road ew rêge û cadeye way kirdûwe natuwanî xoy lê ladey hemû rojê bas ekrê, hemû rojê dête ber demit le televîzyon, le radyo, le konfirans le her şwênêk. Min beşî xom wekû ewey ke karim eweye qise le ser Middle East bikem û sêntrekey min le wê kar deka le ser rojhelatî nawerast, be norey xom le yek dû konfirans, mangî pêşû le ser tesîrî ewe le ser rojhelatî nawîn wîstim qise bikem be tewawî le rojhelatî nawîn hemûy, we kwê rojhelatî nawîne beder lewey ke ew me’me’eye çîye belam meqsedim ziyatir lew dû şwêne sitratêcîyeye ke êsta heye û Kurd têyda zorîneye. Meselen Turkiya û Iran û be ‘alemî ‘Erebîş da teb’en, Sûriya, ew bendereş ke nizîke le Esraîl û Sûriyawe. Lewêwe min detuwanim eger îznim bidey qise bikem le ser ewey aya ew Built and Road ew cadey awrîşime ke êsta dêt ew cadeye çende girînge ew piştênd û cadeye ke dinya beyekewe ebestêtewe be naçarî be naw ‘alemî îslamî da û piçûktir lewe be naw Middle East, be naw rojhelatî nawîn û girîngtir lewe be naw şwênêk da derwa ke Kurdekanî lê dejîn. Le katêkda Kurdekan dewletyan nîye belam dekrê wekû commentatorêk, wekû kesêk ke etwanim research lew bareyewe bikem ‘amîlî esasî serkewtinî beşêk nek hemû, çunke rêgekan zorin wek ‘erzim kirdî, beşêkî girîng lew cadeye û lew bernameye ke Çîn deyewê dinya dagîr bika lêwey ‘amîlî esasî serkewtnekey ew hêzeye ke lewêda pêy degutrê Kurd û detuwanê şelel bênê be wez’eke ya detuwanê tebrîk û serkewtinit pê bibexşê.
Qazî: Basman kird pêştir diyare ewe her mebest cadey bejayî nîye, cadey awîyş degrêtewe. Eger dekrê hêndêk fakt bas bikey. Bo numûne bo ew destipêşxerîyey ke leber çaw gîrawe le barî madî têçûy çende debê û duwem aya Çîn çaweruwanî heye ke wilatanî dîkeş le barî faynansewe yarmetî biken yan na?
Sîvan Se’îd: Pirsyarî duwemyan wilamekey nexêr e. Çîn boxoy amadeye ew xizmete be dinya bikat. Bê pare bidat bo ewey em rêgeye durust bibê belam xoy qazancî gewrey lê dekat. Êsta eger bitewê le Çîn, le Şanghay ke gewretrîn şwênî girîngî wilatekeye êsta, 25 mîlyon xelkî lê ejî û merkezî îqtîsadî wilatekeş Şanghaye. Eger lewêwe bîyewê bigate rojhelatî nawerast lem wênane da [amaje deka be nexşey naw studyo] yekêkyan heye ke lanî kam le sed da şestî ew newtey ke dête naw wilatî Çînewe le rojhelatî nawerastewe dêt û be taybetî le Iran û le ‘Erebistanî S’ûdî û le Imaratewe dêt le sed da şestî. Le seda çilî newtî Iraq deçê bo ewê belam ewe beşêkî keme le sed da şestekey hemû newtî dinya, le sed da şestî newtî Çîn le rojhelatî nawerastewe dê bo eme pêwîstî be 14000 kîlomîtir heye be rêgey awî da ke em cadeye birwat teqrîben dû mang ta sê mangî ewê baxîrey gewre gewre em newte berê bo Şanghay. Êsta eger le ser axir nuxtey ser hudûd, ew mebendey ke pêy dewitrê Şîncan province. Muqate’ey Şîncan ke Turke musulmanekanî lên lewêwe etwanrê be 2000 kîlomîtir lew paytextewe bo ser Gerûy Hurmuz be naw Pakistan da bêt lewê keştîyekan le ciyat ewey be 14000 kîlomîtir da biron bew 2000 e legel 4000 kîlomîtrî tir gewretirîn power station ke ew newtey pêwîste ebê le cêy ewey ke le Şanghayewe ke lew serî wilatekeye biçê bo ew serî wilateke lewêwe be 2500 kîlomîtir be wişkanî da ke serî’tir erwa le aw degat yanî karî dû mang u nîw eka be karî sê roj ke ewe le rûy madîyewe êfêktî zor zor ziyatrî heye. Ye’nî ewan ber mebnayek karekeyan nekirdûwe ke nezanin le duwayîda çî debêt. Eme yek, duwemîş rêgey wişkayî xêrayî heye be hoy ew qîtare xêrayanewe ke heye û quwetî zortir heye ke şit bigwêzêtewe le layekewe bo layekî dîke û hezîney însanî kemtire. Belam girîngî aw her demênê, rêgey aw her girîngî xoy heye û ew rêgeye muhîtî Hîndî, bêjim zeryay Hîndî, zeryay Aram û zeryay Etlesî û le naw hemûşyan da girîngtir Midîterane be naw deryay Sûr da, Qenatî Suêz ebê be yekêk le şwêne zor esasîyekanî em rêge tazeye. Meselen eme be bê hîç qise kirdnêk hem bo Bakûrî Efrîqa û hem bo Başûrî Ewrûpa lewêşewe berew hemû Ewrûpa girîngtirîn şwên ew aweye û ke pêy dewitrê deryay Sipî nawerast. Hemû eweş tesîrî rastewxoy rojhelatî nawerastî le sere çi le lihazî emnîyet ke lewêda têrorîzm zor be hêze û eger îzin bidey min detuwanim qise le ser ewe bikem ke çareserî Çîn çîye bo meseley têrorîzm. Ew çaresere nîye ke Emrîka deykat, yek muşkîley gewre heye lem rêgeye da ke qiseye ewîş êwe le xerîtekan da deybînin Emrîkay têda nîye û ew pêşbînîye ke dekrêt Emrîkay îhmal kirdûwe. Emrîkayan îhmal kirdûwe be dû ‘îlet, yekem ewey ke ewan be dilnyayî qubûlî naken û pêyan qurse ke ew hêze êsta le wan gewretir ebêt, naçarîye em wez’e. Duwemîş ewan deyanewê ew hesasîyetey ke Emrîka heyetî destî pê neken. Belam eger ewe bêt le Şanghay û Bêjînewe be hasanî bo Alaska, bo bakûrî ba bilêyn ew beşey tirî Emrîka ke lew lawe nizîke le Çînewe dekrêt.
Dirêjey heye…