Kempeyn bo azadî rêber Ocalan (2)
Û ke seqamgîrî û naseqamgîrî Rojhelatî Nawîn be dest emaneweye û rexneyek bigrîn hem le akadêmiya û hem ew dewletey ke lêre heye ewîş eweye ke êwe be naw alayekî sûrtan heye yan xotan be çep ezanin, xotan be soşyalîst ezanin belam eçin destek eden be dewletêkî qem’î, konzêrvatîvî naşîrnî paşverûy wekû AKP, belam gewretirîn hêz êsta le ser astî zewî da ke rûmetî hebê bilê min xawendarêtî dekem le xeyalekanî çep û soşyalîzm PKK ye êsta. Êwe natuwanin, yan nawêrn yan şerminin lewey ke dest bidene em doze be hî xotanî bizanin. Ewe le çend şwênêkî ciyawaz da ewe witrawe ta radey ewey ke naşîrn bûm têyda, ta radey ewey ke tûşî gileyî û narehetî bûm le naw zankokanî xoşman da, le naw îşekey xoşim da ke tenbîhe dirawe ke em qiseye politically correct nîye ye’nî nabê awa bew şêweye bê belam be rastî xeyalî esasî min lêre xizmet kirdine bewe nek ewey ke lêre mamostam yan m’aşêkim heye yan şitêk lew bare. Lew pêwendîye da ke min ew pêşekîyem be cenabit ‘eriz kird eweye ke êsta lanî kem xwêndkarekan ke tê egen meselen teşwîqyan ekey le ser ew babete behis binûsin, behsî master, yan namey duktura, herçend le ser ew babete hêşta yek namey duktura heye, çî biken û ew pêwendîyaney ke heye le zanko ciyawazekan, le naw ew fursetaney ke heye biqozrêtewe. Belam wekû ewey ke bilêm be rastî hêşta zûwe, zor zor le sereta daye ew xeyale çunke lêre corêkî tir le s’ûbe heye ke bew hasanîye to natuwanî teteruq bikey bo ew core lew azadîye akadêmîyey ke le wilatêkî tirî wekû Emrîka heye, egerçî ewe dîteyl û tefasîlêkî zore emin natuwanim bilêm çone azadîyeke lewê belam lêre be şêweyek le şêwekan mijarî em kempeyne lanî kem lem mange da min be bê ewey ke hîç lêy biwestim geyandûme lanî kem bew xwêndkaraney ke destim eyangatê, bew E- mailaney ke le lame, bew xelkey ke eyannasim, be waney ke tê egen ke azadî nirxêkî heye ke eger le şwênêkî derewey Çînîş bê belkû jiyan pêwîste pêwendî hebê legel wilatekanî tir û şwênekanî tir û legel qezye girîngekanî tir da û qezîyey Kurdîş qezîyeyekî eweye xoşbextane corêke çunke felsefey min berastî beşî xom bo em kempeyne û bo her kempeynêkî tir şitekan şexsîn. Yanî min ebê xom xeyalim wabê ke eme beşêke le jiyanî xom, dozeke minî rakêşawe bo naw ewey ke bîr le azadî kesêk bikemewe ke le şexsî ew da azadî hezareha gîrawî siyasî ye. Azadî hezareha aştîxwaz û azadîxwaz e tenha yek nefer nîye egîna eger emin be tenha seyrî berêz Ocalan xoy bikem ew nepêwîstî beweye fîzîkî azad bibê, ew xoy ne azade. Berastî le hizrî xoyda azade, le hizrî xoyda kabrayeke eslen xulqênerî azadî ye, belam emey ême eykeyn biyanûyeke: şerhê dilê xem dikin fesane/ mem û zîn dikim behane wekî Ehmedî Xanî debêjê. Ême azadî Ocalan dekeyn be biyanûyek bo azad kirdinî xoman. Ewe detuwanim qisey ziyatirî le ser bikem eger cenabit defermûy. Belam le pêwendî pirsyarekey to ewe cuabekey bû.
Qazî: Êsta eger hêndêkî dike le Çîn rabwestîn, dezanîn ke le edebyatî sunnetî da hedîsêk heye be nawî pêxemberî îslam basî deken ke degutrî utlîbu al’îlm welo biSîn ke ewe hatûwe de edebyatî kurdîşewe: ” bixwênin çake bo dinya û dînê/ pêxember fermûy bo çûnî Çînê”. Belam le rûy tiradîsyonewe, le rûy nerîtîyewe dîyare emin qîseyekem le rehmetî mam Celal bîstûwe ke basî ewey dekrid carêk ke tûşî dêlêgasyonêkî Çînî bûwe lêyan pirsîwe xelkî kwêy? Kutûye Kurdistan, sê çuwar car nawî wilatî dîkeyan hênawe ke be stan tewaw debê, gutûyane Efxanistan, Pakistan gutûye nexêr Kurdistan. Her weha le rûy siyasîşewe basî ewe dekra ke le pêwendî legel meseley Kurd çi le Iran bê, çi le Turkya bê, çi le Sûriya ya çi le Iraq bê siyasetî pêşûtirî Çîn awa bûwe ke xoyan lewe dizîwetewe ke goya le mesele nawxoyiyekanî ew wilatane da mudaxele biken. Pêt waye lew şertumercaney da ke gorawe, dezanîn ke êsta Çîn le astî nêwneteweyî da û be taybetî le herêmî ême, ke Kurdistanîş degrêtewe, le herêmî Rojhelatî Nawerast siyasetêkî çalaktir le xoy nîşan deda. Pêt waye ew ektîv bûne de pêwendî legel ew kempeyneş da çende detûwanê çaweruwanî bikrê ke bibête zextêk, bibîte fişarêk bo ewey ke rêjîmî sereroy AKP bew şêweye necûlêtewe?
Sîvan Se’îd: Ewey ke êsta ême le siyasetî Çîn da derheq be Rojhelatî Nawerast û Efrîqa deybînîn dozînewey bazarî tazeye û geyiştne be serçawekanî wize be şêweyekî herzantir û baştir û xêratir. Eme şitêkî abûrî ye ke tesîrî kirdûwe le ser siyasetî ewanîş. Lew pêwendîye da ewan xoyan hazir kirdûwe bo ewey ke bituwanin pêwendî legel ektere nadewletîyekanîş da biken belam be şertêk ektere dewletîyekan tûre neken. Ektere dewletîyekan narehet, rehetsiz neken. Ta em deqîqeye wehaye le layan eger basî siyasetî resmîyan bikey êsta emin biçme wezaretî xarîcî pirsyar kem bilêm zehmet nebê ray êwe çîye beranber be Kurd ewan ew dû cumleye cuwab edenewe; çunke çûm teb’en û ew pirsyarem kirdûwe bo beşêk le behs û ew şitane. Delên ême rêz le mafî hemû kes degrîn lenaw wilatekanî xoyan da belam pêman xoşe pêwendîyekî pozîtîvî baş hebê le beynî gelî Kurd û dewlet da le Anqera, le beynî gelî Kurd û Bexdad, le Sûriya, le Şam û le Tehrran. Eme xeyalî ewane yanî be fermî wa elên belam le piratîk da eyanewêt hendêk şit biken belam be şertêk carê hêşta zûwe be layanewe ke î’lanî biken. Belam lew buware da dû ast heye bo îş kirdin lêre. Wekû ewey ke xelik lêre nawendî, nawendî civakî to ewe bikey be rojev lêre be rastî têkelkirdinî em îşe be abûrîyewe zor asane. Meselen êsta yarîzanêkî gewrey wekû Ronaldo hemû xelkî Çîn, weçey taze eynasin. Eger em Ronaldoye bêt qiseyek bika le ser fuqir le Efrîqa renge lêre mîlyarêk dolarî bo ko bikenewe le ber qisey em zelame. Le astekey tirîda ke astî civakîn, astî dewlet û siyasete eme ebê îla meslehetêkî gewrey çakyan pîşan bidrêt ke bilêy em meslehetey to baştire lewey ke legel AKP da m’amele bikey bo ayinde bo sitratêcî xot û dilniyayan bikey. Meselen min beşî xom lêre ke emewê xeyal bikem îşî le ser bikem keysî Uyxûrekane. Le ser ew keyse dewletî Turkiya zor bilewezane eyewê em îşe bikat, yekem eyewê bilê ême muşkîley ewanman nîye tenanet çendîn kesîşyan lê eka be qurbanî deyandatewe bêre ke rayan kirdûwe le Estenbûl bûn û le Anqera bûn, le layekî tirîşewe eyewê seferberîyek bika le wilatekey xoy da ewane bika û lew lawe ewane wekû murtezeqe be karyan bênê le Sûriya û le Lîbîya wekû ewey ke dokumênt heye pênc hezar lewane le Sûriya wek murtezeqe îş eken û renge le çend cêyekî Îdlîb û ‘Efrînîşda becê bikrên û lewêda bijîn û kirawin ta êsta. Ême bituwanîn em keyse pêşanî em wilate bideyn meselen, ew dokumêntaney ke min kom kirdûwetewe le Sûriya be yarmetî dostan ke lewê îş eken, be ‘Erebî û be Engilîzî û ewane pîşanî em wilatey bidem bilêm kake giyan a em dostey êwe heye lêre. Êwe dostêktan heye awa eka belam ême komelêk çekdar û şervan û girîlaman heye ke şer legel em xeyale da deka ke bo êweş başe.
Dirêjey heye…