Li Şengalê bi pêşengiya TAJÊ 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo, hate pîrozkirin. Di şahiyê de rojbûna Rêber Apo li tevahiya civaka Êzidî û pêkhateyên Şengalê hate pîrozkirin û pîrozbahiyê bi gerana govendê dewam kir.
Bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), li Parka Şehîd Dijwar a Xanesora Şengalê, bi boneya 77’emîn rojbûna Rêberê Apo şahiyek pîrozbahiyê hat lidarxistin. Pîrozbahî bi beşdariya endamên sazî û rêxistinên Şengalê , tevî gelê herêmê birêve çû. Beriya destpêkirina pîrozbahiyê, li Navenda Sitiya Nexşayê ji aliyê gel ve bi armanca silavkirina 4’ê Nîsanê dar hatin çandin.
Bernameya pîrozbahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo ruhê şehîdên Êzidxan û tevayî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Paşê li ser navê Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel axaftinek kir.
Neam Bedel bal kişand ser wate û girîngiya felsefeya Rêber Apo a ji bo civaka Êzidî û diyar kir ku destkeftiyên îro li Şengalê hatine bidestxistin, bi saya fikir û ramanên Rêber Apo û berxwedana gerîlayên azadiyê ne. Dayê Neam her wiha 4’ê Nîsanê li tevahî Tevgera Azadiya Kurdistanê pîroz kir û daxwaza civaka Êzidî ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan careke din bi biryardarî dubare kir.
Pîrozbahî bi coş berdewam kir û rengê zarokan lê zêde bû. Bi pêşengiya mamosteyên Dibistana Şehîd Xêrî ji bo zarokan pêşbirkên cuda hatin lidarxistin . Her wiha Koma Hêviyên Şengalê ya Sitiya Nexşayê bi stranên xwe yên şoreşgerî coşa pîrozbahiyê geş kir.
Pîrozbahî bi gerandina govendê heya êvarê dewam kir.

