Endamên TEV-ÇAND’ê Dilovan Rêjber, Îsmaîl Xabûr, Bêrîvan Sena û Erdal Herekol rojbûna Rêber Apo pîroz kirin ku wê 4’ê Nîsanê bibe 77 salî. Endamên TEV-ÇAND’ê bi wesîleya rojbûna Rêber Apo şitil çandin û gotin, rojbûna Rêber Apo tê wateya “Xwişk-biratiya gelan, civaka demokratîk û afirandina jiyana azad.”
Endamên TEV-ÇAND’ê Tolhildan Kato û Tîrêj Roj jî bi wesîleya rojbûna Rêber Apo strana “Evîna di dilê me de tu yî Apo” gotin. Endamên TEV-ÇAND’ê axaftina xwwe bi vî rengî dewam kirin, “Rojbûna Rêber Apo li gelê me û hevrêyên me yên şervan pîroz be. Gelên ku zilm li wan tê kirin 4’ê Nîsanê weke Cejna Vejînê pênase dikin. Ji ber vê yekê jî em vê stranê diyarî hemû gelan dikin.”

