Çarşem, 29 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Piştî qanûna çarçoveyê divê Kurd di destûra bingehîn de bêne naskirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sedema binçavkirina rojnamevan: Te çima nûçe çêkir?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tirkiye û Iraqê gelek peyman îmze kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê xweş Çelîk ê ku xwînrijiya mêjiyê wî birin girtîgeha tîpa R

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yenî Partî rêveberiya koma meclisê diyar kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ên Ewropayê ji bo fermana Şengalê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Hêzên Rojhilatê qetilkirina Mehdî Tewekulî û malbata wî şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandarê Iraqî: PKK’ê, xelkê Êzidî û hemû saziyên me ji bo yekbûna Iraqê şer kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sûka serî bû remza têkoşîn û berxwedanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên rejîma Îranê li Sine ji heman malbatê 3 kes qetil kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    18 saziyên jinan têkildarî mafp jinan û statuya Kurdan bi Guterres re civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo parêzvana mafên jinên Kurd Gulhatun Kara kampanyaya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Barê herî giran ê qirkirinê li ser milê jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê 2 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayla Akat: Komîsyoneke jinan a şopandinê ji bo pêvajoyê pêwîst e

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê li dijî bijîşkê ku derbarê ‘sunetkirina jinan’ de parvekirin kiribû nerazîbûn nîşan da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Fîlma ‘To My Sisters’ ku berxwedana jinên Kurd a li dijî DAÎŞ’ê vedibêje li Elmanyayê hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê Konferansa Sînemaya Rojava destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND’ê Hozan Serhad bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Notên ji pênûsa jinan bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Newroza Îzmîrê: Dem dema azadiyê ye!
Rojane

Newroza Îzmîrê: Dem dema azadiyê ye!

Bi hezaran kes tevlî şahiya Newrozê ya li Îzmîrê bûn û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar wiha got: “Dem dema azadiyê ye. Heta ku azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan pêk tê, wê berxwedana me bidome.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Adar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Qada Gundogdû ya Îzmîrê bi coşa Newrozê ya hezaran kesan hate dagirtin. Di tevahiya rojê de girseyê bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” herikîn qadê.

Jin bi cil û bergên gelêrî yên reng û reng û ciwan jî bi şal û şepikan li qadê cih girtin. Bername bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û bi coş dewam kir.

Ji serokatiya Komîteya Amadekar a Newrozê Hacay Yilmaz û Hevserokên Îzmîrê yên DEM Partiyê Rezan Karabûlût û Mehmet Kûrûş diyar kirin ku ew bi ruhê Rahşan Demîrel û Zekiye Alkan li Qada Gundogdû Newrozê pîroz dikin û destnîşan kirin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan ew ê têbikoşin.

Di pîrozbahiyê de li ser navê dayikên di Nobeta Edaletê de, Peyrûze Kûrt axivî.

Peyrûze Kûrt wiha got: “Heta ku deriyên zindanê venebin, em dest ji têkoşînê bernadin. Newroz li hemû gelan pîroz be.”

Piştre dayikên di Nobeta Edaletê de, Keça Mûsa Anter Rahşan Anter û xwişka mezin a Zekiye Alkan Meziyet Çaglar agirê Newrozê pêxistin.

Piştî agir hat berdan, namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê ya DEM Partiyê Akin Bîrdal û Turkan Aslan Agaç derketin ser dikê.

Bîrdal diyar kir ku agirê Newrozê rêya wan ronî dike û got: “Rêya me rêya sêyemîn e. Rêya me rêya aştî, wekhevî, azadî û kedê ye.”

Turkan Agaç jî wiha got: “Em ji bo rêveberina Îzmîrê namzet in. Em demokrasiya xwecihî diparêzin. Em dixwazin bi gel re şaredariyan bi rê ve bibin” û bang kir ku di 31’ê Adarê de her kes dengê xwe bide partiya wan.

Parlamenterê Îzmîrê yê DEM Partiyê Îbrahîm Akin jî wiha got: “Dixwazin vî welatî bi rejîma yek zilamî bi rê ve bibin. Em ê rejîma qeyûm di 31’ê Adarê de tune bikin.”

Ji Hevberdevkiya HDK’ê Cengîz Çîçek jî bal kişand ser pirsgirêkên welêt û got: “Ev Newroz wê bibe Newroza azadiya Birêz Ocalan.”

Çîçek peyamên Newrozê yên Abdullah Ocalan xwendin û destnîşan kir ku têkoşîn wê bidome.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar jî Newroza gel pîroz kir û wiha got: “Newroza îro bersiva 31’ê Adarê ye.” Bi domdarî Uçar Newroza îsal weke Newroza azadiyê pênase kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dê xwedîderketina me ya li deklarasyona Newroza 2013’an a birêz Ocalan bidome. Ji vê Newrozê ve em ê Îzmîrê bikin sembola azadî, xwişk-biratî û aştiyê.” Her wiha Uçar bal kişand ser jinên hatine qetilkirin û got ku ew li dijî îktîdarên êrişkar bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” li ber xwe didin. Ûçar ev peyam jî da: “Dem dema azadiyê ye. Heta ku azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan pêk tê, wê berxwedana me bidome.”

Di pîrozbahiya Newrozê de piştre jî hunermend Diljen Ronî, Koma Agirê Zerdeşt û Sorjiyan derketin ser dikê.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ÎZMÎR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di Newroza Stenbolê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin hildan
Nûçeya Pişt re YCWK’ê li Mêrsînê çalakî kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Şehîd e yan jî winda ye, em pê nizanin… Agahî jê nîne’

Malbatên Rojavayî nreazîbûn nîşanî bêdengiya li pêşberî daxwaza wan a berdana êsîran dan. Bavekî ku…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Ji ber krîza aborî, karkirina zarokan ji bo malbatan vediguhere neçariye’

Pisporê Mafên Zarokan Bahtiyar Bayram Bal kişand ser belavbûna karkirina zarokan bi krîza aboriyê re…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin’

Şîrîn Îbîş a ji Efrînê ku ji ber êrîşên çeteyên dewleta Tirk neçar ma cara…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Piştî qanûna çarçoveyê divê Kurd di destûra bingehîn de bêne naskirin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 29’Ê TÎRMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Sedema binçavkirina rojnamevan: Te çima nûçe çêkir?

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tirkiye û Iraqê gelek peyman îmze kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?