Şemî, 9 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Berdana Nedîme Yaklav a 34 sal in girtî ye, cara 7’an hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê bi Hevserokê DEM Partiyê Bakirhan re civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê serî li Wezareta Dadê dan: Rêya hevdîtina bi Ocalan re vekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê di serdana AKP’ê de daxwaza aştiyê dubare kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê laçikên spî diyarî CHP’ê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riha: Laboratiwara qirkirina çandî -II

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nobeta Li dijî JES’an wê ji gundan jî destpê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRD’ê ji bo Şukru Çatalbaş peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tenduristiya rojnameger Şêrwanî ku 15 roj in di grevê de ye ber bi xirabûnê va diçe

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîdên ‘Sêdarê’ bibîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Divê qanûna qeyûm bê rakirin û kesên hilbijartî vegerin ser erka xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eren: Amedspor wê li Lîga Super de performanseke serketî nîşan bide

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Seroka Rêxistina PASS’ê piştgirî da YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 2 jin hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê nerazîbûn nîşanî darvekirinan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştarê piştgirî da daxwaza statuyê ya YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    RONAK’ê piştgirî da banga Dayikên Aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Azîza Akdenîz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja sêyemîn a festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de konsera ji hunera Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşîna tevgera Apoyî têkoşîna çand û ziman e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê çanda Kurdî di festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de tê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 hezar sal in nehatibû xwendin: Nivîsa Elamî hat deşifrekirin; gelo Elamî Kurd in?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çavdêriya ji Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Zextên li ser malbatên girtiyên siyasî zêde dibin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > MLKP: Werin em bi coş û heybeta Newrozê li qadên 1’ê Gulanê bin
Rojane

MLKP: Werin em bi coş û heybeta Newrozê li qadên 1’ê Gulanê bin

MLKP Kurdistan da xuyakirin ku seferberi re tineye û got, “Ji şer re bêjin na! Di 1'ê Gulanê de hemû qadan bi têkoşîna heybet a li dijî şer û xîzaniyê bihejin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Gulan 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst-Kurdistan (MLKP Kurdistan) di peyama xwe ya bi wesîleya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran de amaje bi wê yekê kir ku dewleta Tirk bi provokasyona şovenîst-nijadperest dixwaze bikeve nava şerekî ku gel hîn zêdetir feqîr bike û got: “Ji şer re bêjin na! Li  ser rêyên ku sewqiyatên leşkerî tên kirin bendan deynîn. Li kargehên ku wesayîtên şer tên çêkirin hilberînê rawestînin. Nebin tetikkêşê li hemberî xwişk û birayên xwe yên Kurdistanê.”

Peyama MLKP Kurdistanê ya 1’ê Gulanê wiha ye:

“Em silavên xwe ji çîna karker û kedkarên cîhanê yên Rojhilata Navîn û Kurdistanê re dişînin. Di şert û mercên ku hukmê şer û dagirkirinê didome û pêşbaziya di navber a mêtingeran dijwar bûye de em ber bi 1’ê Gulanê ve dimeşin.”

Ji parzemînên Efrîka, Asya, Ewropa, Amerîka û Awûstralyayê kedkar û karker li dijî pergala mêtingeriyê dadikevin qadan. Wêrekî û hêzê didin hev. Em berxwedan û êşa xwişk û birayên xwe yên Fîlîsstînî bi awayekî herî kûr dijîn. Em 1’ê Gulanê li kesên li dijî kapîtalîzm, mêtingerî, faşîzm û desthilatdariya mêr li ber xwe didin û têdikoşin pîroz dikin.

1’Ê GULANÊ LI KURDISTANÊ BANGA ŞERÊ LI DIJÎ ŞER E

Dewleta Tirk a faşîst a mêtinger, ji bo Bakurê Kurdistanê di bin dagirkeriya xwe de bihêle, dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê li Rojava berfireh bike; Li Başûrê Kurdistanê jî di bin navê “korîdora ewlehiyê” de dixwazin êrîşên xwe yên li ser xeta Behdînan, Metîna û Garê veguherînin dagirkeriyê.

Di 22’yê Nîsanê de çûna şefê dewleta faşîst a mêtinger a Bexda û Hewlêrê sê rojevên sereke bû. “Projeya Rêya Pêşketinê”, “Ava Firat û Dîcle” û “Tasfiyekirina PKK’ê”. Dewleta Tirk ji bo bicihanîna her du rojevên pêşî şertê tasfiyekirina PKK’ê danî holê.

Artêşa Tirk; Li herêmên gundên Asê, Yekmalê, Xirabê, Xankê û Şêlazê yên Metînayê, êrîşeke nû ya dagirkeriyê da destpêkirin. Li Metînayê bomberdûmana bi balafirên şer, helîkopter, top û obusan bênavber didome. Dewleta Tirk dixwaze 87 baregehên xwe yên li Iraq û Başûrê Kurdistanê mayînde bike.

Statuya Başûrê Kurdistanê nas nake. Şefê faşîst Erdogan di serdana xwe ya Hewlêrê de guh neda ala Başûrê Kurdistanê. Di wê alê de xwîn û keda pêşmerge û gelê Kurd ku di têkoşîna netewî de cih girtine heye. Berpirsiyarê vê bêhurmetiyê PDK/Malbata Barzanî ye ku Hewlêr bi alên Tirkiyeyê xemilandiye.

Dewleta Tirk a faşîst a mêtinger li Bakur, Başur, Rojhilat û Rojava li dijî destkeftiyên gelê Kurd şerekî topyekûn dimeşîne. Ji ber ku ew mêtinger e, dagirker e, qirker e. Ji ber ku ew xencera Osmanî ye ku li sînga Kurdistanê hatiye xistine. Ji ber ku dewleteke kapîtalîst a ku li pey xeyalên xwe yên emperyalîst ve diçe ye. Dijminê ked û karkeran e. Dijminê ax, hewa, derya, çem û daristanê ye.

JI BO PARASTINA KED Û AXA XWE LI HEMÛ ENIYAN ŞER BERFIREH BIKIN

Kurd, Ereb, Tirk, Fars, Asûrî, Keldanî, Suryanî, Tirkmen, Çerkez, Azerî, Ermenî û karker û kedkarên ji hemû bawerî;

Bi sedsalan e ku di nav me de tovên nakokiyê diçînin, me li hember hev dizêrînin. Em çiqasî dijminatiyê bikin, dagirker, mêtinger û yên ku keda me îstîsmar dikin, ewqas di kêf û zewqê de dijîn.

Dewleta Tirk di 31’ê Adarê de li Bakurê Kurdistanê şikestineke mezin jiya. Li Wanê hewl da vîna gel destser bike lê bi ser neket. Êrîşa qeyûman bi serhildana Wan têk çû. Şoreşa me ya li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên li ser Rojava li ser piyan e! Gerîla hem xwe û hem jî Kurdistanê diparêze.

Dibe ku em ji netewe, civakên netewî, zayend û baweriyên cuda bin. Lê em karker, gundî, kedkar in. Em dikarin li ser esasê wekhevî, azadiya civakî û şoreşa jinê tevahiya pêkhateya Rojhilata Navîn a hatiye dabeşkirin û parçekirin ji nû ve ava bikin. Em têkevin destên hev û mil bi mil têbikoşin. Bi hêza têkoşîna rizgariya zayendî, netewî û çînî werin em bi coş û heybeta Newrozê li qadên 1’ê Gulanê bin. Werin em li dijî êrîşên qeyûman û dagirkeriyê serî hildin. Ji bo parastina ked û xaka xwe em li her eniyê şer berfireh bikin.

BANG JI BO KARKER Û KEDKARÊN TIRK: JI ŞER RE BÊJIN NA

Banga me ji karker û kedkarên Tirk re ev e;

Dewleta Tirk bi zêrandina hestên şovenîst-nijadperestî dixwaze bikeve nava şerekî ku hê zêdetir bibe sedema feqîrkirina gel. Dewleta Tirk bi provokasyona şovenîst-nijadperest dixwaze bikeve nava şerekî ku gel hîn zêdetir feqîr bike  Pereyê bombe û balafirên bêmirov ji xwêdana we tê dizîn. Bêrîka Bayraktaran tijî dike. Me dikujin.

Ji şer re bêjin na! Li  ser rêyên ku sewqiyatên leşkerî tên kirin bendan deynîn. Li kargehên ku wesayîtên şer tên çêkirin hilberînê rawestînin. Nebin tetikkêşê li hemberî xwişk û birayên xwe yên Kurdsitanê. Di 1’ê Gulanê de hemû qadan bi têkoşîna heybet a li dijî şer û xîzaniyê bihejin!

Werin em di 1’ê Gulanê de li dijî şerê emperyalîst û mêtinger şerê gelan berfireh bikin û ala sosyalîzmê li ba bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Banga ji bo 1’ê Gulanê: Em xwedî li ked û demokrasiyê derbikevin
Nûçeya Pişt re Li Mêrsînê serdegirtinên malan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

MYK a DEM Partiyê bi rojeva merasîma şewitandina çekan civiya

Endamên Desteya Rêveber a Navendî (MYK) a DEM Partiyê, ji bo nirxandina merasîma şewitandina çekan…

Ji aliyê Stêrk TV

Farûk Saglam ji aliyê bi hezaran kesî ve hate veşartin

Serokê berê yê Sêrtê yê BDP'ê Farûk Saglam bi merasîmeke bi beşdariya bi hezaran kesî…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevseroka PJAK’ê: Şert û merc çi dibin bila bibin em ê ji bo mafên xwe têbikoşin

Hevseroka PJAK'ê Peyman Viyan destnîşan kir ku gelên Îranê bi ruhê 'Jin, Jiyan, Azadî' dikarin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Berdana Nedîme Yaklav a 34 sal in girtî ye, cara 7’an hat taloqkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayikên Aştiyê bi Hevserokê DEM Partiyê Bakirhan re civiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayikên Aştiyê serî li Wezareta Dadê dan: Rêya hevdîtina bi Ocalan re vekin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayikên Aştiyê di serdana AKP’ê de daxwaza aştiyê dubare kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?