Sêşem, 25 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Başakşehîrê ji bo şehîdan taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeya li Sancaktepe di roja 2’yan de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DAKB û FEDA: Werin em li dijî êrîşa li ser karkerên Kurd li ba hev bisekinin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Otobus û tanker li hev ketin: 35 birîndar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Denîz Turkalî: Her çend fikarên me hebin jî divê em piştgiriyê bidin vê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 25’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Em ê li pey şopa şehîdan bimeşin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê taziye: Bi dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Geverê ji bo gerîlayên şehîd konê sersaxiyê hate vedan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê wê ji bo şehîdan taziye were danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeya li Wanê di roja 2’yan de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwan ji bo şehîdan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên rejîma Îranê yên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Em ê têkoşîna şehîdan bigihînin pêşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Gotarên aştiyê û krîmînalîzekirin nikarin ligel hev bên domandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Ji kar dûrxistina Îkra Avci biryareke neqanûniye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Kedkar tevî barana zêde li Enqereyê li hev civiyan
Rojane

Kedkar tevî barana zêde li Enqereyê li hev civiyan

Kedkarên li Enqereyê tevî barana zêde li qadên 1’ê Gulanê li hev civiyan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Gulan 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Pîrozbahiya 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Enqereyê bi pêşengtiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB), Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Yekitiya Bijîşkên Diranan (DHB) ve hate organîzekirin. Pîrozbahî, li pêşiya Navenda Çandê ya Ataturkê bi meşê dest pê kir. 

Kedkar li pêşiya navendê heta Qada Tandoganê meşiyan. Tevî barana zêde jî gelek sendîka, komele, partiyên siyasî, rêxistinên ciwanan û bi hezaran welatî tev li bûn. Kedkar, bi dirûşmên “Her der Taksîm her der berxwedan”, “Ev hêj destpêk e dê têkoşîn bidome”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî azadiya gelan” meşiyan. 

‘EM JI BO AVAKIRINA WELATÊ AZADIYAN TÊN’

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi kortêjeke ji sedan kesan pêk dihat kete qadê û pankarta “Em ji bo avakirina welatê ked û azadiyan tên” hate hilgirtin. Gelek parlamenterên DEM Partiyê û yên CHP’ê jî tev li pîrozbahiya li qadê bûn. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî dovîzên  “Parastin dê serî netewîne”, “Ji parêzerên girtî re azadî”, “Tecrîd îşkence ye bêdeng nemîne” û “Tecrîd li dijî mirovahî û hiqûqê ye” hatin hilgirtin. 

ROJNAMEVANÊN GIRTÎ NEHATIN JIBÎRKIRIN 

Rêxistinên rojnamevanan jî bal kişandin ser êrişên li dijî kedkarên Çapemeniya Azad. Rêxistinan dirûşmên “Ji rojnamegeran re azadî” û “Çapemeniya Azad bêdeng namîne” berz kirin û dovîza “Em rojnamevan in” hilgirtin. 

Kedkarên perwerdeyê jî bertek nîşanî mufredata paşverû dan. Herî zêde daxwazên têkildarî ÇEDES û MESEM’ê cih girtin. Xwendekarên ODTU’yê jî dirûşma “Şahî li ODTU’yê ye, ODTU ya me ye. Dê zanîngeh serî netewînin” berz kirin û pankarta “Li dijî şer, zext û qedexeyan di refên çînê de” vekirin. 

Kedkarên tenduristiyê jî xwestin xizmetên tenduristiyê bêpere bin û dirûşma “Em dixwazin bijîn û bidin jiyîn” berz kirin. Malbatên girtiyan jî tev li bûn û bavekî pêşmalkê bi nivîsa “Ez ji bo kurê xwe azadiyê dixwazim” li xwe kiribû. 

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî axaftinên destpêkê, mitîng bi metna hevpar a bi Kurdî, Tirkî û Erebî ya DÎSK, KESK, TTB û TMMOB’ê dom kir.

SILAV JI MILYONÊN BERXWEDÊR RE

Di daxuyaniyê de zêdetirî 10 milyon bêkarên niha li welat dijîn, jin, xwendekar, akademîsyen, parastvanên xwezayê, kedkarên tenduristiyê, mamoste, kedkarên cemaweriyê, teqawid, LGBTÎ û hemû kesên li dijî pergala heyî li ber xwe didin hatin silavkirin. 

Bi domdarî hat gotin ku îro roja xweha eniyê ya hemû xweşikiyên cîhanê diafirîne û roja diyariya pêşerojeke baş a ji bo zarokan e. Di berdewamê de hat diyarkirin ku 1’ê Gulanê roja têkoşîna li dijî zilmê ferz dikin û roja têkoşîn û piştevaniyê ye. Di metna hevpar de hat destnîşankirin ku dê destûrê nedin heramiyên krîza aborî mayinde dikin, dê rê nedin tunekirina mafên karkeran û dê xwedî li daxwaza xwe ya perwerdeya bêpere, xizmeta tenduristiya ya bêpere û wiha dom kir: “Em kurdên tune tên hesibandin, elewiyên biçûk tên dîtin in! Em ji bo mafên xwe yên hemwelatiya wekhev li vir in.”

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em ji bo demokrasiyê, ji bo aştî û edaletê li vir in. Dem dema wê ye ku em li dijî kedxwarî, xizanî û faşîzmê bi hev re têbikoşin û piştevaniya hev bikin. Demokrasî binpê kirin û dixwazin krîza siyasî mayînde bikin. Lê Em ê bi ser kevin, dê ked bi ser keve, dê demokrasî bi ser keve, dê gel bi ser keve. Divê kêmtirîn mûçe bên zêdekirin, mûçeyê teqawidê herî kêm bi qasî kêmtirîn mûçe be, dawî li tevahiya şêweyên xebitandina bêtemînat bê anîn, îstîhdameke bitemîna ji her kesî re bê kirin, tevahiya astengiyên li pêşiya azadiya xwebirêxistinkirinê bên rakirin, rêyên sendîkayîbûnê, mafê grevê û rêyên lêgerîna mafan vekirî be, tundî, tacîz û tecawizên li dijî jinan bi dawî bibin, newekheviya zayenda civakî ji holê bê rakirin, li dijî karkeriya zarokan û îstîsmarkirina zarokan tevdîrên xurt bên girtin.” 

Piştî axaftinan, Koma Muzîkê ya Bandista derket ser dikê û mitîng bi dawî bû. 

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Xelkê Dersim û Dîlokê di 1’ê Gulanê de daketin qadan
Nûçeya Pişt re Mitînga Êlihê: Em dikarin vî welatî bikin welatê ked û azadiyê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji TEV-DEM’ê daxuyaniya 12’ê Adarê: Em berxwedana xwe mezin bikin

TEV-DEM'ê bi wesîleya salvegera 20'an a Serhildana 12'ê Adarê daxuyaniyek da û ji bo mezinkirina…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Heta ku Rêber Apo azad nebe pêvajo temam nabe’

Ji fermandarên HPG’ê Mûrat Karayilan li merasîma salvegera 41’emîn a Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtiyê nexweş ê di greva birçîbûnê de, rakirin nexweşxaneyê

Enver Yanik ê li Girtîgeha Hejmar 1 a Kiriklarê tê ragirtin, 22 roj in di…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Başakşehîrê ji bo şehîdan taziye hate danîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Taziyeya li Sancaktepe di roja 2’yan de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DAKB û FEDA: Werin em li dijî êrîşa li ser karkerên Kurd li ba hev bisekinin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Otobus û tanker li hev ketin: 35 birîndar

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?