În, 2 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    46 welat ji bo rawestandina darvekirinan bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Gelo hûn ê destûreke bingehîn a ku Birêz Ocalan inîsyatîfê tê de negire, çawa çêbikin?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Cotmehê ya Komînal derket: ‘Di zîhniyeta înkarê de guhertin nîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûkên Rêber Apo bi Îngilîzî û Swêdî hatin weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nava refên YDG-H’ê ber bi çiyayên Kurdistanê ve: Andok Cûma Zagros

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Îranê mafê tenduristiyê yê 3 girtiyên Kurd tê binpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyên 25 Şengaliyên ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatin qetilkirin, hatin veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Elver li ber dirûşman hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bombe li kampa Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê barand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hejmara Cotmehê ya Newaya Jin: ‘Ji komployê heta bi muzakereyê: Sembolên berxwedanê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Kiryarên şewitandina înfazê xwe dispêre pergala li Îmraliyê
Rojane

Kiryarên şewitandina înfazê xwe dispêre pergala li Îmraliyê

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslanê têkildarî biryarên şewitandina înfazê yên Desteyên Çavdêrî û Îdareyê axivî û diyar kir ku çavkaniya van kiryaran tecrîd û îzolasyona li Îmraliyê ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Gulan 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Bi guhertina Qanûna Înfaza Ceza û Tedbîrên Ewlehiyê û Navenda Çavdêrî û Tesnîfkirinê û Rêziknameya Nirxandina Girtiyan ku di sala 2020’an de hate avakirin û di sala 2021’an de jî kete meriyetê û li gelek girtîgehan tehliyeya gelek girtiyan hate redkirin. Bo nimûne li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê di Cotmeha 2023’yan de tehliyeya 14 girtiyên jin û di sala 2024’an de jî tehliyeya 11 girtiyên jin ji ber van egeran hate paşxistin. 

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslanê destnîşan kir ku kiryarên ku bi biryarên Desteyên Çavdêrî û Îdareyê yên li girtîgehan derketine holê veguherîne êşkenceya sîstematîk û miameleya xirab. Newroz Ûysal Aslan têkildarî mijara şewitandina înfaza Veysî Aktaşî ku li Girtîgeha Îmraliyê tê rehîngirtin, axivî û got: ‘’Salekê paşxistina înfaza Veysî Aktaş ku mafê wî yê hevdîtina malbat, parêzer û ragihandinê ji dest hatine standin, weke parçeyekî îzalasyona Îmraliyê ya rêveberiya girtîgehê ev biryar hatiye dayîn.’’

Newroz Ûysal Aslan her wiha endama Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê ye. Aslan derheqê kiryarên şewitandina înfazê de axivî û bersiva pirsên me yên têkildarî xebitîna Desteyên Çavdêrî û Îdareyê û cezayên dîsîplînê da. 

Desteyên Çavdêrî û Îdareyê bi şewitandina înfazan di rojevê de xwe nîşan dide. Raye û awayê xebitîna vê saziyê çi ye û çawa ye?

Desteyên Çavdêrî û Îdareyê yên li Girtîgehan bi guhertineke di sala  2020’an de hatin. Beriya wê desteyên bi navê Navendên Tesnîfkirina Îdarî û Çavdêriyê hebûn. Van desteyan tenê karên li girtîgehan dikir. Yanî têkildarî tehliyeya bişertî tu rayeyên wan desteyan tune bû. Lê belê bi guhertina di sala 2020’an de, rayeya biryardayinê ya van desteyan hate berfirehkirin. Di heman demê de biryar hate dayîn ku ev deste bi awayekî objektîf jî biryarên xwe bide ku têkildarî vê yekê qanûn jî hatin çêkirin. Têkildarî şiklê avakirina van desteyan jî şênberkirinek hate kirin. Desteyeke di bin serokatiya serdozgeriya edliyeyê de yan jî di bin çavdêriya dozgeriyê de hate avakirin ku girtîgeh girêdayî wan e û deste ji kesên weke midûrê saziyê û alîkarê wî, bijîşk, psîkîyatrîst û serwîsa perwerdeyê û hwd. pêk dihat. Yanî ez deste di çarçoveya desteyeke hiqûqî û objektîf de hate avakirin.

Sînorek di demên şewitandina înfazê yên desteyê de heye û ev sînor li gorî çi tê diyarkirin?

Di dema avakirina van desteyan de nîqaşeke demê rû dabû, weke hewce ye ku sînoreke demê nebe. Hin girtîgehan 3 mehan carekê nirxandinên xwe dikir, hinan jî 6 mehan carekê.  Ji bo ku vê yekê objektîftir bikin dema vê yekê weke di navbera 6 mehan û salekê de hate diyarkirin. Yanî bi vê yekê ev deste dikarin herî zêde 1 salekê tehliyeya girtiyan dirêj bike yan jî paş bixe. Lê belê kiryar û biryarên van desteyan ne di çarçoveya qanûnê de ne. Yan bêyî agahiya girtiyan biryar tên dayîn yan  jî girtiyan vedixwînin van desteyan lê belê ji bo ku çavdêriyek tune ye, pirsên polîtîk li girtiyan dikin.

Ji hemû girtiyên li Îmraliyê re 3 meh cezayê hevdîtina malbatê hate birîn. Di van cezayên dîsîplînê yên ku li ser hev tên birîn û cezayên dîsîplînê yên herî dawîyê de prosedûreke çawa tê meşandin. Gelo ev qas cezayên dîsîplînê hiqûqî ne?

Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim dema ku li girtîgehên din dihatin rehîngirtin, wan dikarî mafên xwe yên hevdîtina malbatê, bikaranîna telefonê, mafê ragihandinê û hevdîtina bi wasiyên xwe re bikar bînin. Lê belê ji roja ku ew birin Îmraliyê heya niha hemû mafên van ên berbehs hatin astengkirin. Yanî ji Adara 2015’an heya niha bi tu awayî bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk neanîne. Tenê sê caran bi malbatên xwe re hevdîtin pêk anîn û carekê jî mafê xwe yê telefonê bi kar anîn. Bi awayekî zelal li holê ye ku ji destpêkê ve ye ew pergala êşkenceyê ji bo kesekî hatiye avakirin û kesên dibin Îmraliyê jî bi vê êşkenceyê re rû bi rû dimînin. Bo nimûne beriya niha biryarên dîsîplîn û qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hebûn. Ji ber ku hê jî ew biryar ji parêzeran re nehatine dayîn, em naveroka wan nizanin. Her wiha 3 mehan carekê ji bo mafê hevdîtina malbatê cezayê dîsîplînê tê birîn û 6 mehan carekê biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re tê dayîn. Em baş dizanin ku hemû cezayên dîsîplînê ne rast in û li dijî hiqûqê û bi awayekî kêfî hatine dayîn. Her wiha bi salan e Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê van yekan tîne ziman.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Antalya û Eskîşehîrê herî kêm 11 kes hatin binçavkirin
Nûçeya Pişt re Amadekariyên ji bo Hilbijartinên Parlamenta Herêma Kurdistanê hatin rawestandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Parêzer Gezer: Nenaskirina ‘mafê hêviyê’ wê bandorê li pêvajoyê bike

Ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê Rezan Gezer got, nenaskirin û tinehesibandina ‘mafê…

Ji aliyê Stêrk TV

Sê nivîskarên Kurd hatin binçavkirin

Nivîskarên Kurd Mevlut Aykoç, Samî Tan û Ronayî Onen di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Remziye Mihemed: Em deyndarê raman û felsefeya Rêber Apo ne

Remziye Mihemed diyar kir ku jin bi saya raman û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

46 welat ji bo rawestandina darvekirinan bang kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Çalakiyên lîseyiyan ên li Fransayê: 600 kesên din hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li Ewropayê rekora stresa termal: Ji sedî 52 ê parzemîna Ewropayê zêde germ bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?