Rêveberiya Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî ya li Elmanyayê bi wesîleya 15’ê Gulanê roja Zimanê Kurdî daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Ziman di jiyana gelan û neteweyan de hêmanek bingehîn e.
Rasterast nasnameya gelan e, lewma her gel bi zimanê xwe tê nasîn û binavkirin. Gelên ku zimanê xwe winda bikin, nasnameya xwe jî winda dikin û têk diçin. Zimanek di pêvajoyeke bi hezaran salan de pêk tê, ji ber vê egerê hemû nirxên gel di naveroka xwe de werdigire û dibe karektera gelan. Ziman bi axaftin, nivîsandin, ragihandin û ramanan pêş dikeve. Demên berê hêza ku ziman zindî dihêla dengbêjî, çîrokbêjî û wêjevanên payeperz bûn.
Di van sedsalên dawiyê de jî sazî û erkên perwerdeya nivîs û ragihandinê ji bo pêşxistin û zindîhêlana zimanan erkên girîng wergirtine ser xwe. Ev dezgehên bingehîn, ji bo pêkhatina zimanekî yekgirtî û xurtkirina hestên netewî rolên bingehîn dilîzin. Li hin welatan rastnivîsandina peyv û hevokên ziman jî li ser bingehê nivîsên rojname û wêjewanan rûniştiye.
Di dîroka me de du mejûyên bingehîn ên ragihandina Kurdî hene. Ya yekem derxistina Rojnameya Kurdistan e. Ew bi tîpên Aramî-Erebî roja 22’yê Nîsana 1898’an li Qehîreya paytexta Misirê bi rêveberiya Miqdat Mithat Bedirxan derket. Wê di nava rewşenbîriyê de rolekê gelek girîng lîst.
Ya duyem derxistina Kovara Hawarê ye. Ew jî roja 15’ê Gulana 1932’yan bi rêveberiya Celadet Ali Bedirxan li Şamê bi tîpên latînî derket. Ev payeberzî li Rojava û Bakur bû bingehê nivisandina Kurdiya bi tîpên Latînî.
KNK’ê jî bi vê têgihiştin û berpirsyariya neteweyî di civîna xwe ya 2009’an de rojên 14-16’ê meha Gulanê, wek rojên Cejna Zimanê Kurdî qebûl kir. Ev biryara nirxberz ji aliyê her Kurdek ve hat pejirandin. Li pey komkujiyên wek Helebce cara yekem bi vê biryarê konsesuseke yekgirtîya neteweyî derket pêş. Her kesî bi yek dengî ev biryar pejirand û ev biryar weke cejna zimanê Kurdî li seranserê Kurdistanê rûnişt. Vê biryar û xwedî derketina li ziman, rêbazeke bi hestê neteweyî û yekitiyê jî reşand ser giyanê Kurdistaniyan.
Mixabin, hem li welêt (bakurê Kurdistanê) û hem jî li derveyî welêt di warê ziman de xemsariyek heye, ev xemsarî wek karesetekî mezin li pêş me rawestiyaye. Di cîhanê de ev pêvajo hatiye dîtin û jiyîn: ‘Heke ku zarokên gelekî bi zimanê dayikê neaxivin û zimanê dayika xwe ji bîr bikin, wê dahatûya wan zarokan û wî gelî nemîne!’
Bi hêviya ku hemû Kurd di her warê jiyanê û perwerdeyê de bi berpirsiyariyeke hestên neteweyî û siberoja zimanê Kurdî xwedî li zimanê Kurdî derkevin. Divê êdî her saniyeyên jiyana me bi Kurdî be!
Divê bi taybetî hemû Kurd her derfetên pêşxistina ziman bi hestên niştimanperwerî pêk bînin. Li ders û dibistanên Kurdî xwedî derketina li ziman, weke wezîfeyeke Kurdbûn û mirovbûnê binirxînin!
Bi Kurdî Baxivin!
Bi Kurdî Binivîsin!
Bi Kurdî Bixwînin!
Bi Kurdî Bihizirin!
Divê hemû Kurd di her mercî de li zimanê xwe xwedî derkevin!
Bi vî hestî, em Rojên Zimanê Kurdî pêşwazî û pîroz bikin!”