Çalakiya “Edaletê û hiqûqê pêk bîn” a bi pêşengiya malbatên girtiyan ku bi armanca azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin, berdewam dike. Malbatên girtiyan sê hefte li ser hev çûbûn Enqereyê ku bi Wezîrê Dadê re hevdîtin bikin lê hatibûn astengkirin. Ev demek dirêj bû malbatên girtiyan dixwestin bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re hevdîtinê bikin û ev xwesteka wan bi cih hat. Lê bi hinceta ku Yilmaz Tunç di civîna MYK’ê de ye, Midûra Nivîsgeha Taybet a Wezaretê Buşra Selek û Amire Tetkîkê Îrfan Yilmaz bi malbatan re hevdîtin pêk anîn.
Xizmên girtiyan piştî hevdîtê li Navenda Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) daxuyaniyek dan. Dayika Aştiyê Hanîfe Gulmuş da zanîn ku piştî parlametnerên DEM Partiyê bi wezîrê dadê re hevdîtin kiriye şûnde daxwaza randevûya wan hatiye qebûlkirin û got: “Em çûn li ba midûrê nivîsgeha taybet ya wezîr. Lê wezîr ji me tirsya hevdîtin nekir. Me got heta ku aştî pêk neyê wê zarokên me di hucreyan de bimînin. Me got hûn zarokên me davêjin hucreyan. Me got zarokên we di heman rewşê de be hûnê çi bikin. Me got ne edelet, ne qanûn ne wijdan heye. Zarokên me ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne û niha jî hevdîtinan boykot dikin.”
Dayika Aştiyê Behiye Yalçin jî got wezaretê hevdîtin qebûl kiriye lê wezîr derneketiye pêşberî dayikan û wiha pê de çû: “Heta daxwaza hemû dayikan neyê cih wê çalakiya dayikan bidome. Em ligel girtiyên xwe ne. Em ê her tim ligel wan bin.”
Dayika Aştiyê Peyruze Kurt jî axivî û anî ziman ku ew dayikên aştiyê ne, ew ne şer aştiyê dixwazin û got: “Em dixwazin ev zilm bidawî be. Em van tiştên tên jiyîn lanet dikin.”