Çalakî û aktîvîteyên ku bi daxwaza rakirina tecrîda mûtleq a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêkanîna azadiya wî ya fizîkî û çareseriya pirsgirêka kurd hatine destpêkirin didomin. Li Stenbolê malbatên girtiyan di çalakiya “Deng bide azadiyê” ya li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê hatin bahev. Endamên Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER), Partiya Herêmên Demokratîk (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.
Polîsan hemû rêyên diçin girtîgehê dorpêç kirin û meşa malbatên girtiyan jî asteng kirin. Yek ji malbata girtiyan Fînce Akman a bertek nîşanî dorpêça polîsan da wiha got: “Em 50 roj in ji zarokên xwe agahiyê nagirin. Ne telefon heye ne name ne jî hevdîtin. Hûn çima wisa dikin? Em xwedî li zarokên xwe derdikevin. Ji ber wê yekê em her hefte li vir in.”
Akman a bi gotina “bêşerm” bertek nîşanî polîsekî di dema gotina wê de keniya da, wiha domand: “Hûn qet şerm nakin? Hûn dibêjin Tirkiye welatekî ‘misilman’ e. Lê tu ferqa we ji Îsraîlê nîne. Em li vir weke Filistînê lê hatine. Em heta dawiyê li ser şopa doza xwe ya mafdar û rewa ne.”
Di çalakiyê de bê navber dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. Xizmên girtiyan car din daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd kirin.