Sêşem, 4 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kampanyaya îmzeyan ya bi daxwaza “mafê hêviyê” hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    AKP: Pêşnûmeya qanûna çarçoveyê wê sibê pêşkeşî Serokatiya Meclisê bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana girtiyê 31 salan Aydin Altig cara duyem hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Qanûna çarçoveyê vekirina deriyê aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Haniy Karasû hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG: Di Tîrmehê de 12 rojnamevan hatin binçavkirin, hîn jî 27 girtî ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Banga li dijî darvekirinan: Nerazîbûn têrê nake, gav divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê bîranîna Şengalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîranîna li Şengalê bi dawî bû: Xweseriya Şengalê biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Li Şengalê edalet pêk nehatiye, divê statuya gelê Êzidî were misogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dadgerê Êzidî Şengalî: Divê ji bo sûcên DAÎŞ’ê dadgeheke taybet bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Qendîlê: Xwerêveberî û hêza parastinê, mafê rewa yê Êzidiyan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    MKG: Meha Tîrmehê 5 rojnamevanên jin hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nûçeya Gulistan Doku derbarê rojnamevan Zîlan Azad lêpirsîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    REPAK: Têkoşîna jinên Êzîdî wê azadiyê misoger bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Em ê bibin îradeya gelê xwe yê Êzidî yê berxwedêr

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJŞ: Rêxistiniya jinên Êzidî wê ti carî rê nede jenosîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyona Jinan a KNK’ê: Şengal divê bibe herêmek xweser!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dikanek li Kerkûkê dîroka çar parçeyên Kurdistanê radixe pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Comerd û Berbang li Dêrikê konserek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Gotar > Çepî Iranî û bizûtnewey Kurdistan
Gotar

Çepî Iranî û bizûtnewey Kurdistan

Hesen QAZÎ
Hesen QAZÎ Dîroka nûkirinê: 2. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin
  • Lew sefere da ew bizûtneweye û be taybetî kesayetî Simayil Şerîfzade tesîrêkî zor le ser Laşayî deka û duway geranewey bo Urûpa dawa le rêberayetî rêkxiraweke deka ke peywest bin be bizûtnewey çekdaraney Kurdistan be dijî rêjîmî şa. 

Lew sefere da ew bizûtneweye û be taybetî kesayetî Simayil Şerîfzade tesîrêkî zor le ser Laşayî deka û duway geranewey bo Urûpa dawa le rêberayetî rêkxiraweke deka ke peywest bin be bizûtnewey çekdaraney Kurdistan be dijî rêjîmî şa. Belam her ke endamanî rêberayetî degene Bexda xeberî kûjranî Isma’îl, Suleyan û Ebdula û gîran û tîreban kiranî Mela Aware werdegrin û ewanîş duwacar le Bekrecoy Silêmanî ke yekêk le binkekanî Celal Talebanî bû damezran .(sereta: laperey 7)
Muhsîn Rîzawanî, le endamanî berzî Sazmanî Inqîlabî û sikirtêrî yekemî Hîzbî Rencberan le witwêj legel Hesen Qazî  sebaret be belgekanî le mer cûlanewey çekdaraney 46 û 47 gutûye ke yekêk le jimarekanî gowarî 
” Tûde” le jêr serperşitî wî da terxan kirawe bo ew serubende. ” Eger hêşta negutrawe pêwîst deka le mer dû kesayetî têkoşerî Kurd mela Aware û Simayil Şerîfzade kar bikrê. Mela aware nek her şorişgêrêk belkû şa’îrêkî şorişgêrîş bû û Kuruş Laşayî çendêk le şê’rekanî mela Awarey legel xoy hêna bo Urûpa û ême le jimareyekî Tûde da be Kurdî û Farsî bilawman kirdewe.” (laperey 311) le cêda ewe bizûtnewey 46, 47 bû ke endamanî Sazmanî Inqîlabî wa lê krid biçne Kurdistan.Fereydûn ‘Ebdulqadir  delê: ” mam Celal be rêgay Simayil Şerîfzade da bû ke ew gurûpey wergirt.” (laperey. 419)
Hesen qazî, lew berheme lêkolîneweyiyey xoyda be pêdahatnewey ew pêşweçûnane û be gêranewey qisey hêndêk le rêberan û kadrekanî ew sazmane û ezmûnî ewan le damezrandinî Hîzbî Rencberanî Iran bas deka. Lew kitêbe da nûser cige le wergêran û gêranewey hêndêk le qisekanî rêberayetî Sazmanî Inqîlabî sebaret be Kurdistan ke le zincîrey witwêjekanî Hemîd Şewket lemer bizûtnewey çepî Iran wergîrawin, wergêranî beşêk le kitêbekey Siyaweş Parsanejad le mer ezmûnî le Başûrî Kurdistan, witwêjî nûsrawî legel çendîn kadrî ew sazmane lewane Muhsîn Rîzwanî, Baqir Murtezewî Xusrewşahî û Siyamek Mueyid zade kirdûwe. Ew kitêbe her weha cige le giftugo legel xebatkaranî çep le Başûr û Rojhelatî Kurdistan û pêwendîyan legel Sazmanî Inqîlabî,hêndêk belge u namey mêjûyişî têdaye lemer pêşweçûnekanî ew serubende.
Çepî Iranî û bizûtnewey Kurdistan
Hîzbî Tûdey Iran yekem hîzbî çepe le Iran ke legel bizûtnewey Kurdistan pêwendî hebûbê. Pêwendî ewan legel Kurdistan  be salan ber le cudabûnewey Sazmanî Inqîlabî lew hîzbe û cwêbûnewey Komîtey Şorişgêrî Hîzbî Dêmokratî Kurdistanî Iran bûwe ke dabir dabir bibû. Hîzbî Tûde be rêgay ‘Ebdulrehman Qasimlû û Kerîm Hîsamî zor car hewlî dabû ke serincî têkoşeranî  bizûtnewey Kurdistan berew ew hîzbe rabikêşê. Belam nek her neytuwanî ew kare bika belkû Qasimlû le kadre Kurdekanî ew hîzbe ke taze le Çêkoslovakîyewe gerabûwewe le layen KAK (Komîtey Azerbaycan, Kurdistan) ser be hîzbî tûde nardira kurdistan û lewê peywest bû be rêberayetî hîzb û kesanî wek Ehmed Tofîq ke duway helewşanî Cumhûrî le ser ra hîzbyan rêk xistbûwewe.
Le duway şikanî raperînî çekdaraney 46 – 47  Qasimlû twanî be beşdarî ew pêşmerge û kesaney ke lew raperîne mabûnewe û her weha ew kadir û endamaney ke lew bizûtneweye da beşdarîyekî ewtoyan nebû hîzb bibûjênêtewe.
Berhemî lêkolîneweyî Hesen Qazî nek her pêdahatnewey pêwendî Sazmanî  Inqîlabîye legel Kurdistan, belkû awêneyekîşe le pêwendî bizûtnewey çep le hemû astekanî da legel xoragirî û xebatî Kurdistan ber le şorişî 1357. Ew kitêbe her weha têruwanînêke le damezranî Hîzbî Rencberan, ” Komelley Rencderanî Kurdistan”, çalakîyekanî Konfêdrasyonî Cîhanî Xwêndkaranî Iranî û pêwendî konkirêtyan legel meseley Kurd.
Mam Celal Talebanî le duway çûnî Sazmanî Inqîlabî Hîzbî Tûde bo Kurdistan le seretawe bo dirêjey çalakîyekanyan çapxaneyekî le ber dest nan. (Mam Celal, laperey 388). Ew çapxaneye ke be nîsbet serdemî xoy desgayekî pêşkewtû bû (Faruq Mela Mistefa, laperey, 398) zemîneyek bû bo çap û bilaw kirdnewey namîlke û kitêbî tîorîkî siyasî ke be şêwey serekî wergêranî berhemekanî Maoyistî bûn. Endamanî Sazmanî Inqîlabî le heman hal da be yarmetî kesanî wek Mam Celal û Newşîrwan Mistefa (le damezrêneranî Komeley Rencderan) xulî siyas îdêolojîkyan berêwe debrid, be şêwey serekî lemer Maoîsm bo ew pêşmerge û kadre çepaney Kurdistanî ke le Bekreco bûn yan serî ewêyan deda. (Siyamek Mueyed zade. 342); kobûnewey ewto ke be şayîdî danî hêndêk le endamanî balî çepî Partî Dêmokratî Kurdistan û hêndêk le endamanî Komeley Rencderan  dewrêkî girîngî hebû le perwerde kirdin û birdne jûrewey astî siyasî pêşmergekanî Başûrî û Rojhelatî. Fuad Qeredaxî yekêk le endamanî damezrênerî  Komeley Rencderan lew bareyewe delê: tesîrî Sazmanî Inqîlabî bo rakêşanî ême berew coreyek le Maoîsm xoy lê nedeparêzdira. Her hokarî dîş hebûn bo ewe û her tenya be wan berteng nebû.(laperrey. 396) Bekir Husên îş tesîrî Sazmanî Inqîlabî leser endamanî balî çepî mektebî siyasî dadegrêtewe û delê: ” zemîney ew pêşweçûne hebû. Ew serewbendî meyl berew Maoîsm le astî cîhanî da birewî hebû.” (laperey 438) Nermîn ‘Usman yekêkî dîke le endamanî  Komele delê: damezranî ew hawrêyane le Bekreco ke hêndêk le wan le Çîn gerabûnewe le rîzî ew hokarane da bû ke geyişte helweşanî balî mektebî siyasî û damezranî Komeley Rencderan. (Laperrey.407)
Pêwendî dûlayeney Sazmanî Inqîlabî û çepekanî Başûrî Kurdistan her be serubendî manewey ewan le Bekreco berteng nebû. Mam Celal delê le duway şorişî Iranîş pêwendî ême berdewam bû. ” Bo damezranî pêwendî legel Felestînîyekan zorim hewil da û ewanim [Sazmanî Inqîlabî] be Corc Hebeş û Nayif Hewtime û hemû hêzekanî Lubnan û duwatir Lîbî nasand.” (laperey.391)   Ew kitêbe helgirî giftugo, meqale û ruwangey sîma helkewtûwekanî siyasî ew serubendeye . Hemîd Şewket, Kuruş Laşayî, Irec Keşkulî, Mêhdî Xanbaba Têhranî, Muhsîn Rîzwanî, Siyamek Mueyid zade, Baqir Murtezewî Xusrewşahî, Mihemed Muhtedî, Kerîm Hîsamî, Mihemedemîn Sîracî, Celal Talebanî, Fuad Qeredaxî, Faruq Mistefa Resûl, Birayim Celal, Nermîn ‘Usman, Ref’et Mela,Fereydûn ‘Ebdulqadir, ‘Arif Kerîm, Xidir Xidirzade, Bekir Husên, Mihemed bahîrî, ‘Ebbas Mîlanî û Xusrew Sefayî le zumrey ew kesanen ke lem kitêbe da yan witwêjyan legel kirawe yan qisekanyan gêrdirawetewe.
” Sazmanî Inqîlabî û Kurdistan” nek her basî mêjûy pêwendî siyasî nêwan bizûtnewe çepekan le Iran û Kurdistan deka belkû be alingarî mesele girînge nezerîyekan le naw ew dû bizûtneweye da, zemîneyekî cîdî bo bas û lêkolînewekanî dahatûy mêjûy çep le Rojhelatî Nawerast da amade kirdûwe.  
Dirêjey heye.

Hêndêk boçûn le ser kitêbî Sazmanî Inqîlabî u Kurdistan (223)
Kawe Qureyşî [2]
1/6/2021 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN Hesen QAZÎ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Doza Komkujiya Enqereyê diçe ber DMME’yê
Nûçeya Pişt re Li ber Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li kana komirê teqîn: Gelek kes mirin

Li wîlayeta Xorasanê ji ber teqîna li kana komirê gelek kesan jiyana xwe ji dest…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kantona Cizîrê ji bo azadiya Rêber Apo meş hate lidarxistin

Li bajarên Til Temir, Zirgan û Dirbêsiyê bi sedan kes ji bo azadiya fîzîkî ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Gabarê talan bê navber dewam dike

Li Çiyayê Gabarê birîna daran li herêmên nû dewam dike. Darên têne birîn jî dibin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojhilata Navîn bi çi dikeve sala nû?

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Fenomenolojiya Gravê (12)

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR

Rûsya û Rêxistina Dewletên Tirkîaxêv

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Dahurandina pergalê ye -11-

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?