Li dijî biryara hikûmeta Paşinyan a îadekirina 4 gundên sînor ên li herêma Tavûşê ku ji sala 1990’an ve ji Azerbaycanê hatiye wergirtin, ji meha Nîsanê û vir ve çalakiyên protestokirinê berdewam dike.
Di çalakiyên ku serpîskoposê herêma Tavûşê Bagrat Galstanian pêşengî dike de, daxwaza îstîfaya Nîkol Paşinyan tê kirin.
Roja Pêncşemê li qadeke navendî ya Êrîvanê bi hezaran kes li ber avahiyên hikûmetê ku Paşinyan seroktiya civîna heftane ya kabîne dikir kom bûn. Hat ragihandin ku hejmara çalakgeran di ser 3 hezarî re ye.
Xwepêşandêran rê li trafîkan girtin. Li ser vê yekê di navbera xwepêşandêran û hêzên hikûmetê de rageşî derket.
AFP’ê ragihand ku Bagrat Galstaniyan ji girseyê re gotiye, “Em hatine ji vî zilamî (Nîkol Paşniyan) re bêjin ku li vî welatî tiştek ku bike nîne.”
Gundên ku hikûmetê dane Azerbaycanê, ji ber hin beşên rêyên stratejîk ên ku diçin Gurcîsanê kontrol dike ji bo Ermenistanê xwedî stratejiyek girîng e.
Ermenistan û Azerbaycanê du caran ji bo kontrolkirina herêma Qerebaxê şer kirin. Di şerê yekem a di salên 1990’î de Ermenistan bi ser ketibû.
Piştre di sala 2020’an de Azerbaycanê hin deverên herêmê xistibû bin kontrola xwe û di Îlona 2023’yan de bi operasyoneke berfireh hemû herêm bi dest xist û Ermeniyên ku 30 sal in herêm bi rê ve dibirin neçarî koçberbûnê hat kirin.