Lîderê çepgir li ser hesaba xwe ya X’ê daxuyanî da û got: “Heta ku qirkirin disekine, em ê îxracata komir a ji Îsraîlê re betal bikin.”
Petro di meha Gulanê de ragihandibû ku ji ber şerê li Xezeyê, wan têkîliyên xwe yên dîplomatîk bi Îsraîlê re qut kirine. Her wiha kirîna çekan a ji Îsraîlê jî rawestand. Ku Îsraîl ji bo çêkirina çekan yek ji çavkaniyên sereke ya hêzên ewlehiya welatê Başûrê Emerîkayê ye.
Wezareta Bazirganî û Sanayiyê biryarnameyek weşand û diyar kir ku betalkirina îxracata komir, heta ku Îsraîl li gorî tedbîrên Dîwana Edaletê ya Navneteweyî tevdigere, wê derbasdar be.