39 meh in agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş nayê girtin. Malbat û parêzeran ji bo hevdîtina bi wesîleya Cejna Qurbanê ya ku dîrokên 17-21’ê Hezîranê digire nava xwe, serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Ceza û Înfazê ya Îmraliyê dan.
Ji malbatan, birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç jî bi heman rengî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.