Çarşem, 30 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Riza Altûn û şehîdên meha Îlonê li Êlihê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevşaredarên DEM Partiyê bertekên xwe nîşanî polîtîkayên qeyiman dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Weqfa Aştiyê bang li Meclîsê kir: Dema nû ya qanûndanînê bila weke sala aştiyê bê ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dr. Bogos Yalîm: Heta ku dewlet bi rabirdûyê hevrû nebe, demokratîkbûn nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Eren: Ji bo demokratîkbûnê divê gavên şênber bêne avêtin û statu zelal bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê YBŞ di nava artêşa Iraqê de cih bigire; li Şengalê bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cebar Yaver: Nelihevkirina PDK-YNK’ê rê li ber gefan vedike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên kedê Said Çomlek û Kerem Tonka li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê hevkarek hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinê ya helbesta Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê: Jîla Huseynî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Çelîk ê piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat pêşwazîkirin
Kurdistan

Çelîk ê piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat pêşwazîkirin

Nurettîn Çelîk ê piştî 30 salan hat berdan, li bajarê xwe Colemêrgê bi gul, fîşekên hewayî, meşale û tilîliyan hat pêşwazîkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Girtiyê bi navê Nurettîn Çelîk ê li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê girtî bû, piştî 30 salan duh danê şevê hat berdan. Çelîk ku di sala 1994’an de di 23 saliya xwe de li navçeya Bazîd a Agiriyê ji ber sedemên siyasî hatibû binçavkirin û bi îdîaya “Xerakirina yekîtiya dewletê” li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) cezayê muebetê lê hatibû birîn. Çelîk 30 sal in li Erzirom, Mûş, Stenbol, Sêrt, Wan û herî dawî li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê girtî ma. Çelîk, di 24’ê Nîsanê de cezayê xwe xelas kiribû, lê Desteya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgehê (ÎGK) bi hinceta ku Çelîk “nebaş e” înfaza wî 3 meh taloq kiribû. Tevî ku Çelîk ji bo biryara ÎGK’ê serî li Dadgeriya Înfazê da jî heyeta dadgehê biryara ÎGK’ê guncaw dît. Li dijî biryara Dadweriya Înfazê Çelîk serî li Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Agiriyê da. Dadgehê biryara ÎGK û Dadweriya Înfazê betal kir û biryara berdana Çelîk da. Piştî biryarê Çelîk duh êvarê ji girtîgeha ku lê dihat ragirtin derket.

BI COŞ HAT PÊŞWAZÎKIRIN

Çelîk li Qada Azadiyê ya li ser rêya Colemêrg-Wanê ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û malbatê ve bi coş û bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “berxwedan jiyan e” hat pêşwazîkirin. Di merasîma pêşwazîkirinê de Hevseroka DBP’ê ya berê û parlementera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz, Alîkarê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Vezîr Coşkun Parlak, parlementera Colemêrgê Oznur Bartin, rêveberên DEM Partî û DBP’ê yên Colemêrgê amade bûn. Partî û endamên malbatê yên ku hatin pêşwazîkirina Çelîk, bi gul, fîşekên hewayî, meşale, çepik û tilîliyan ew pêşwazî kirin.

‘HATINA WE MORALEK MEZIN DA ME’

Parlamenter Salîha Aydenîz di dema pêşwazîkirinê de axivî û got ku hatina Çelîk di vê pêvajoya awarte de ji bo wan bûye morelek mezin. Aydenîz, anî ziman ku li girtîgehan zext, tecrîd û polîtîkayên qeyûman didomin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yekemîn qeyûm li Colemêrgê hat tayînkirin û li dijî vê yekê berxwedan bi rojan e didome. Hatina we wê moraleke mezin bide hemû gelê Colemêrg û Kurdistanê û wê têkoşîna wan hîn mezintir bike.

Piştî pêşwazîkirinê Çelîk bi konvoyeke mezin ber bi mala xwe ya ji dayik bû rê ket.

‘HÊVÎ DIKIM TEKOŞÎNA ME BIBE WESILEYA AZADIYA GIRTIYAN’

Hevserokê Rêxistina bajêr ya DEM Partiyê Kadîr Şahîn li ber mala Çelîk axivî û diyar kir ku ew di pêvajoyeke awarte re derbas dibin û nûçeya tehliyeyê hêz û moral daye wan. Şahîn, destnîşan kir ku helwest û kenê Çelîk hêz daye wan û wiha berdewam kir: “Ev 30 sal in di girtîgehên Tirkiyeyê de ku hiqûqa dijmin lê tê meşandin, nîşan dide ku ev têkoşîn çiqas bi hêz û mezin e. Em li ser navê partiya xwe dibêjin ku çavên hemû gelê me bi taybet yên malbatên me ronî be û aqûbet li serê hemû girtiyên din ên siyasî. Em hêvî dikin ku têkoşîna me di zûtirîn demê de bibe sedema azadiya hemû girtiyan. Bijî berxwedana zîndanan.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN COLEMÊRG

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Lêpirsîn ne li yên îhale çêkirin, li rojnamevanê ku nûçe çêkir vekirin
Nûçeya Pişt re Cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Silêman Yûsif hat veşartin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (269)

Forûmî Nêwneteweyî Sebaret be Da'eş le 'Amûdê (6)Qazî: Meseleyek heye, her ew hereşe u gureşeyey…

Ji aliyê Hesen QAZÎ

Şêx Seîd û hevalên wî hatin bîranîn

Şêx Seîd û hevalên wî di salvegera şehadeta xwe de hatin bîranîn.

Ji aliyê Stêrk TV

Alî Çagan ê ji Madimakê ‘bi saxî derket’: Ji saxmayina xwe min şerm kir

Alî Çagan ku 2'ê Tîrmehê li qatê destpêkê yê Otela Madimakê di nava agir û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rêber Apo: Divê YBŞ di nava artêşa Iraqê de cih bigire; li Şengalê bimîne

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cebar Yaver: Nelihevkirina PDK-YNK’ê rê li ber gefan vedike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?