Ciwanên YPS-YPS JIN Colemêrgê, li dijî desteserkirina şaredariyê ya li Colemêrgê, banga berxwedanê kir.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Di hilbijartinên li Colemêrgê de, weke gel me destûr neda ku rejîma Erdogan deng bistîne û bi ser bikeve. Timî gelê me bi ser ket û gelê me îradeya xwe nîşan da. Hikûmeta AKP’ê hemû polîsên xwe anîn Colemêrgê. Hemû leşker û çawişên xwe yên pispor anîn hilbijartinê. Hemû hîleyên xwe di hilbijartinê de kir. Tevî vê yekê jî gelê me bi ferqeke mezin, di hilbijartinan de bi ser ket.”
Di daxuyaniyê de ev peyam jî hatin dayîn: “Ne dema bêdengiyê ye. Em ciwan wê kengê xwedî li namûsa xwe derkevin. Destên li şaredariyên me hatine dirêjkirin, li namûsa me hatine dirêjkirin. Ev destdirêjiya li hemberî îradeya me ye. Ger îro êrîşî şaredariyên me dikin, sibe wê êrîşî malbatên me jî bikin. Wê êrîşî dayik û zarokên me jî bikin. Wê bêje, ‘Hûn kole ne, hûn ê li gorî xwesteka min bijîn’. Weke gel me her tim ruhê berxwedanê raber kir. Ji vir û şûnde jî em ê li ber xwe bidin. Eger em Kurdistana azad dixwazin, weke ciwanên Colemêrgê em hemû rabin ser piyan, li ber xwe bidin. Heta ku em şaredariyên xwe ji Erdoganê zilmkar û xwînmij distînin, divê em nerazên. Lewma em dibêjin ku roj roja rûmet û namûsê ye. Weke ciwanên Colemêrgê em şaredariya xwe ji destê dijmin bistînin û bi serbilindî bijîn.
Weke ciwanên Kurd em li ber xwe bidin û berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Divê em bi pratîka xwe nîşan bidin ku em dewletê qebûl nakin. Ev der Kurdistan e, ev der cihê gelê Kurd e.
Erdogan tu dagirkerî, tu şer dixwazî!
Em li dijî dijmin li ber xwe bidin û parastina xwe pêş bixin. Em nebêjin, teknîka wan a leşkerî xurt e. Li dijî top û tifingên wan, çiya û kevirên me hene. Gelek kel û pelên me hene ku em pê şer bikin û em dikarin li dijî wan şer bikin.”