Sêşem, 25 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Taziyeya li Sancaktepe di roja 2’yan de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DAKB û FEDA: Werin em li dijî êrîşa li ser karkerên Kurd li ba hev bisekinin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Otobus û tanker li hev ketin: 35 birîndar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Denîz Turkalî: Her çend fikarên me hebin jî divê em piştgiriyê bidin vê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 25’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qedexeya karmendiyê û ceza li Ahmet Ozer hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Em ê li pey şopa şehîdan bimeşin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê taziye: Bi dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Geverê ji bo gerîlayên şehîd konê sersaxiyê hate vedan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê wê ji bo şehîdan taziye were danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeya li Wanê di roja 2’yan de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwan ji bo şehîdan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên rejîma Îranê yên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Em ê têkoşîna şehîdan bigihînin pêşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Gotarên aştiyê û krîmînalîzekirin nikarin ligel hev bên domandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Ji kar dûrxistina Îkra Avci biryareke neqanûniye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Gotar > Qey dizanin em Kurd in lema nehatin!
Gotar

Qey dizanin em Kurd in lema nehatin!

Luqman GULDIVÊ
Luqman GULDIVÊ Dîroka nûkirinê: 24. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Nifir jî carinan têra mirovî nakin da ku mirov bêhna xwe fireh bike li dijminên Kurdistanê. Dijminê xwînxwar, dewleta Tirk bi tevahiya çerxên xwe rabûye û zevî, erd, gund, çiya û daristanên me dişewitîne. Vê carê armanc deverên şên in. Diyar e tolê dihilîne, tola nekarîne qirkirina bi temamî ya miletê Kurd. Navbera Şemrex û Çinarê, devera Omeriya, gundên serxetê yên di navbera Nisêbîn û Hezexê de, Çiyayê Mawa… Hemû dan ber êgir. Kezeba me pê re dişewitîne, xwedê bike kezeba wan dijminan jî bişewite.

Piştî ku di encama van êrişan (ez ê navekî din li wan nekim) bi dehan welatiyên Kurd canê xwe, ruhê xwe ji dest da, dîmenekî li ser medyaya dijîtal hebû, esasê meselê bi çend gotinan rave dikir: Jineke pîr behsa wê yekê dike ku wan hema çawa şewatê dest pê kiriye, xebera rayedaran pê xistiye, lê ew rayedar heta ku “her tişt” neqediyaye, nehatine. Paşê jî bi “teyareyên” xwe li ser wan geriyane: “Ji bo film”. Jina pîr di dawiyê de, beriya destê mêrekî biçe ser milê wê ji bo ku nepeyive, dibêje: “Nehatin, dizanîn em Kurd in. Qey dizanîn em Kurd im, lema nehatin.”

Erê, dizanîn em Kurd in û bi ser halan de dizanîn ku ew deverên dane ber êgir, deverên îro jî Kurdîaxêv in. Deverên ku Kurdî li gund û nevçeyan li Bakurê Kurdistanê herî zindî, ev dever in. Diyar e ku dewleta Tirk hem tola xwe dihilîne, ji ber ku li gorî dilê xwe nekarî şaredariyan desteser bike, nekarî paşê bi rehetî bi qeyûman wan şaredariyan dagir bike, nekarî êrişa xwe ya qirkirinê li dijî Başûrê Kurdistanê bi ser bixe, nekarî êrişên dagirkeriyê li dijî Rojava li gora dilê xwe bide destpêkirin… Kurt û Kurmancî, dewleta Tirk a qirker nekarî qirkirina Kurdan yanî projeya xwe ya ji sed salan û vir ve bi serketinê tacîdar bike. Li aliyekî tola wê dihilîne, li aliyê din, gundên van deverên Kurdîaxêv û welatparêz, dixwaze bide koçberkirin da ku bi pîlaneke nû ya qirkeriyê, qirkirina sed salan a li dijî miletê Kurd bibe serî.

Qey, belesedem nîne pêr bi şev Eleqemşê ji nû ve da ber êgir. Dibe ku ji bo gelekan ji we Eleqemş ne navekî diyar be. Lê Eleqemş ji bo gelek nifşên Tora Hevêrkan, resmê dewleta Tirk bû. Ez bi gotinên Cegerxwîn bi bîra we bixim:

 

Li gundê Aleqemşê
Ew kom kirin li hewşê
Mêr bi carek girêdan
Bi kindir û bi lêdan
Xort û pîr û kal û jar
Wek êzing û weke dar
Girêdan û dane hev
Di dest wan de nema rev
Hawîr danîn Hûravêj
Ew tivingên dev dirêj
Serdarê wan emir da
Tevan bi hev re berda
Hemî ketin li ser ax
Bi ser hev de bûn kelax.
Gaz berdane ser laşa
Ji nû dan ber manaşa
Heta ko tev bûn arî
Ma kî dikî vî karî?…

Dewleta Tirk dike vî karî. Piştî ku xelkê Torê nîvî bi nîvî bin xet dike, dibêje, “werin Eleqemşê, bext e!” Lê bextê Roma Reş nîne. Ew li wî gundê li ser xetê, li gorî daneyên îro 1224 kesan dikuje: Pêşî bi mîtralyozan li destgirêdayiyan direşîne, paşê jî agir berdide laşên koma kuştî û birîndaran. Roma Reş ji bîr jî nake, pêr gundê Eleqemşê, zeviyên wê careke din dan ber êgir. 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN Luqman GULDIVÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Luqman GULDIVÊ
Ji aliyê Luqman GULDIVÊ
Ev demeke direj e nivîkariyê dike. Di gelek rojnameyan de nivîsên wî hene.
Nûçeya Berê Şehîdên Komkujiya Helincê hatin bibîranîn
Nûçeya Pişt re Hefteya derbasbûyî 1.400 carî rekora germahiyê şikest
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şehîd Çiya Rizgar li Kobanê hat bibîranîn

Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Çiya Rizgar yê 25'ê Tebaxê ji ber nexweşiyê şehîd bûbû, li…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Amasyayê qadên jiyanê yên Elewiyan di bin gefa ‘madenê’ de ne

Saziyên Elewiyan li ber destûrnameya madenê rabûn ku li navçeya Gumuşhacikoy a Amasyayê ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG: 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 3…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojhilata Navîn bi çi dikeve sala nû?

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Fenomenolojiya Gravê (12)

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR

Rûsya û Rêxistina Dewletên Tirkîaxêv

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Dahurandina pergalê ye -11-

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?