Kesên ku bi hunerê re mijûl dibin, bi riya hunerê hestê ku jiyan dikin bi civakê re parve dikin. Her wiha ji hest û ramanên civakê re dibin deng. Bi taybet gelê Kurd bi hunerê xwe ve kêfxweşî, êş û azarên xwe tîne ziman. Her gotinê ku tê gotin û nivîsandin, xwedî wateyekî dîrokî, çandî û hunerî ye. Yê ku wê hestê herî kûr, jiyan dike jî jin e. Ji ber ku civak bi jinê ava dibe û têkiliya civak û jinê xurt e. Piştî Şoreşe 19’ê Tîrmehê ango Şoreşa Rojava di her qadê jiyanê de jinê cihê xwe girt. Bi taybetî jî bi xebatên çandê re jinê pêşengî kir. Jin bi riya çandê bû zimanê civaka xwe. Yek ji wan jinan Nivîskar û Derhêner Fatma Ehmed e. Fatma Ehmed a ji Serêkaniyê ye. Piştî ku bajarê wê ji aliyê dewleta Tirk ve hat dagirkirin, jiyana xwe li bajarê Hesekê didomîne.
JI MALBETEKE HUNERHEZ TÊ
Fatma Ehmed ku bi helbestên kurt dest bi nivîskariyê dike, wiha behsa wan roja dike: “Jixwe beriya Şoreşa Rojava axaftin û nivîsandina zimanê Kurdî qedexe bû. Ger hebûya jî bi awayekî veşartî û kêm bû. Kesên ku zimanê Kurdî diaxiftin, nedikarîn bi eşkere biaxivin. Hezkirina min a ji wêjeyê Kurdî re zêde bû. Ji ber ku ez di nava malbateke wêjevan de mezin bûm. Bavê min şanoger bû. Birayê min jî ji helbestan pir hez dikir. Ev jî bandor li min dikir. Bi helbestên kurt min dest bi nivîskarî kir. Li aliyekî jî min xwendina xwe berdewam dikir. Min tu cara xeyal nekiribû ku ez ê ji bo civaka xwe bibim nivîskar, helbestvan û derhêner. Ji ber ku pêşiya jin pir astengî hebûn. Riya ku jin tê de pêşbikeve tune bû.”
BI ÊŞA KOÇBERIYÊ DEST BI HUNERÊ DIKE
Fatma Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de, bal kişand ser dema ku dest bi çîrok û derhênertiyê kirî û wiha pêde çû: “Ji ber şerê Serêkaniyê ya 2013’an, em koçberî Bakurê Kurdistanê bû. Em nêzî 4 mehan li wir man. Ji êşa koçberiyê min dixwest dilê xwe bi tiştekî rehet bikim, lê min ew tişt nedidît. Dema em vegeriyan Serêkaniyê min rewşa Serêkaniyê û zarokên wê dît ji bo min bû êşek pir mezin. Wê demê ez hizirîm ku şano ji zarokan re were pêşkêşkirin da ku dilê wan şad bibe. Wê demê min dest bi nivîsandina şano kir û min zarokan fêrî lîstina şanoyê kir. Hêdî hêdî em ketin nav mijarên civakê de û me mijarên civakê dikirin şano. Her wiha em ketin nav mijarên jin de jî, ji ber ku Şoreşa Rojava bi Şoreşa Jin tê naskirin. Bi vî awayî di nivîsandina şano de min xwe pêş xist. Ez du salan bi çîrokên xwe yên ‘Em ê Vegerin Mal’ û ‘Koçberî’ tevlî mihrîcana bûm. Di her du salan de jî min xelata yekemîn girt.”
DU BERHEMÊN WÊ YÊN ÇAPKIRÎ HENE
Fatma Ehmed qala berhemên xwe kir û ev tişt got: “Pirtûka min a yekemîn bi navê ‘Diziya Baxçeyê’ bû. Ji ber min bi şanoyên zarokan destpê kir, tê de 12 şanoyên ku min nivîsandibûn hatin çapkirin. Pirtûka duyem jî bi navê ‘Em ê Vegerin Mal’ e. Ev jî di nava xwe de bi çend kurte çîrokan hatiye çapkirin. Hin berhemên din jî di destê min de mane, ew jî di demên nêz de wê werin çapkirin.”
‘BI HATINA ŞOREŞA ROJAVA JIN BER BI AZADIYÊ VE ÇÛ’
Fatma Ehmed diyar kir ku bi Şoreşa Rojava re di aliyê çand û hunera jinê de guhertinên pir mezin çêbûn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jinan berî şoreşê nedikarîn hestên xwe vebêje, binivîse û hêsanî biaxive. Ji her tiştî hatibû mehrûmkirin. Piştî Şoreşa Rojava, jin bû pêşeng û ber bi azadiya xwe ve çû. Jin êdî bû nivîskara dîrokê û ji bo tevahî cîhanê bû rastî. Dema ez çîrok yan jî helbestan dinivîsim tu carî dûrî civaka xwe naçim, ji ber ku di civaka me de tejî çîrok in. Jin divê ji xwe hez bike û di her warê jiyanê de cihê xwe bibîne.”