Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê li ser hevdîtina ku doh bi Rêber Apo re pêk anî, ev daxuyanî da:
“Di 24’ê Gulana 2026’an de weke heyeta Îmraliyê me bi Birêz Abdullah Ocalan û hevalên li gel wî dimînin re hevdîtinek pêk anîn. Di hevdîtinê de nirxandinên Birêz Ocalan bi kurtasî bi vî rengî bûn:
“Civakên ku bi hêrseke mezin tijî û dagirtî ne, bêyî fikrekî mezin û bêyî nirxên exlaqî yên mezin nikarin bêne guhertin. Civak; di her asta jiyanê de ji aliyê exlaqî, siyasî, hiqûqî û aborî ve gelekî asê û tengav bûye. Ji ber vê yekê em di pêvajoyê de israr dikin û dilezînin.
Bi dîtina min, konjonktura Rojhilata Navîn hîn jî dikare her tiştî bi xwe re bîne. Dewletên weke Îran û Îsraîlê hişk dibin û diyar e wê bêhtir hişk bibin. Li Rojhilata Navîn afirandina neteweperestî û cihêkariyê, mezinkirina mîkro-neteweperestiyê zerarê dide. Em karekî pêvajoyê dimeşînin ku bûyerên bi rîsk ên li herêmê bişopîne, pêşî lê bigire û hesabpirsîna bi xwîn ji holê rake.
Û bêguman girîng e ku karê tê kirin hemû bibe xwedî çarçove û bingeheke qanûnî. Mayina di nava hêvî û bendewariyê de, wê tenê rîskê bi xwe re bîne. Dema me nîne ku em winda bikin. Ez bawer dikim ku aktor hemû wê bi vê feraseta berpirsyariya dîrokî rabin û Meclîsa Millet a Mezin a Tirkiyeyê jî karên xwe bi vê hesasiyetê bimeşîne.
Qanûneke çarçoveyê dikare bibe şaneya bingehîn a pêvajoya demokratîkbûnê.
Sererastkirina qanûnî wê me bixe nava avakirineke pozîtîf a rasteqîn û pêvajoyeke welê ku çerxa demokrasiyê lê digere. Demokratîkbûn pêwîstiyeke jiyanî ye û serketina pêvajoyê jî wê me nêzî vê armancê bike.
Ma di demokrasiyê de kar e ku mirov bi horsê deriyê navenda giştî ya partiyeke siyasî bişikîne û bikevin hundir? Bûyerên ku têkildarî Partiya Gel a Komarê qewimîn, pêwendiya xwe bi nebûna siyaseta demokratîk û nemeşîna demokrasiyeke rasteqîn heye. Sedema ku rewş aniya vê astê ev e; bêparbûna ji pîvana demokrasiyê ye ku di bingeha komarê de heye. Nêzîkatiya ku demokrasiyê weke luksekê, weke demagojiyekê, weke zimandirêjiyê dibîne, her wiha demokrasiyê girîng nabîne, encamên xwe; şaştiyeke metirsîdar e. Bi qasî afirandin û pêşvebirina wesfê demokratîk ê komarê rewşeke din a lezgîn nîne.
Em hewl didin li vî welatî zemînê vê yekê ava bikin û derfetên wê mezin bikin. Em li Îmraliyê gelekî girîng dibînin ku ber bi gavên qanûnî yên ji bo çareseriyê ve komarê ji pêngaveke demokratîk, ji hiqûqeke demokratîk re amade bikin. Em vê yekê weke gavek ji bo bidawîkirina kêmasiya demokrasiyê ya nava partiyan û navbera partiyan dibînin. Bersiva van hemû hewldanan wê afirandina çand û naverokeke demokratîk a komarê û avakirina sîstemeke hiqûqî be, ku van hemûyan garantî dike. Li ser vê bingehê ez bang li her kesî dikim ku tevkariyê li pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bike.
Wateya entegrasyona Kurdan a li komara demokratîk ev e. Em hewl didin wê rewşê bi dawî bikin ku meseleya Kurd bi salan lê asê maye. Hêmana tundiyê ya ji ber meseleya Kurd rû da, bi sîstematîka çareseriyê ji holê tê rakirin. Em dikarin ji vê pêvajoyê re bibêjin; pêvajoya jinûve sererastkirin, hemdemkîkirin û nûjenkirina têkiliyên Tirk-Kurd.
Peyamên akademîsyen û rewşenbîrên navneteweyî yên ku piştgirî dan pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi rengê pirtûkê hatine berhevkirin. Di vê çarçoveyê de dixwazim destnîşan bikim ku amade me her cûre pêşniyar, rexne û tevkariyê bi hesasiyeteke mezin binirxînim. Di vê demê de ku pêwîstiya me ya bi demokrasî û aştiyê ji her demê bêhtir heye, ji ber piştgiriya wan a gelekî girîng, hemûyan silav dikim.
Bi rêzdarî. 25’ê Gulana 2026
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê”

