Daxuyaniya Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) bi vî rengî ye:
“Îro sêyemîn salvegera şehadeta hevrêyê me Necimeldîn Sînan e ku di 23’yê Tebaxa 2023’yan de di encama êrîşeke dewleta Tirk a li ser otombîla JinTV de li ser rêya Qamişlo – Amûdê, şehîd bû. Di êrîşê de hevrêya wî Delîla Egîd jî bi giranî birîndar dibe.
Bi vê boneyê em bi wefedarî û rêzdarî hevrêyê xwe Necimeldîn Sînan û hemû hevrêyên xwe yên rojnamevan ên ku ji bo heqîqetê giyana xwe feda kirine, dengê civakê bilind kirine, bêyer bi berpirsiyarî û pîşeyî belge kirine û li hemberî hemû hewldanên bêdengkirina peyva azad û nixumandina rastiyan li ber xwe dane, bi bîr tînin.
Em tekez dikin ku hedefgirtina rojnamevanan binpêkirinek eşkere ya li dijî azadiya çapemeniyê, peyman û qanûnên navneteweyî yên mafên rojnamevanan diparêzin e. Her wiha em di van êrîşan de hewldanek bi zanebûn a nixumandina dengê civakê û rêgirtina li ber rola ragihandina eşkerekirina rastiyan dibînin.
Bi vê boneyê em soza xwe nû dikin ku rêya hevalên xwe yên şehîd hilbijartine bidomînin, wezîfeya çapemeniya azad a ragihandina rastiyê û belgekirina bûyeran û mafên rojnamevanan biparêzin ku bê tirs û gefan bixebitin.”

