Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Stenbolê ji bo cangoriyên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê yên di dem û cihên cuda de şehîd bûne, li avahiya DEM Partiyê ya li Sancaktepe merasîma bîranînê hate lidarxistin. Malbatên şehîdan, endam û reveberên partiyên siyasî û nûnerên saziyên civakî tevlî bernameya bîranînê bûn. Li eywanê pankartên “Rêya şehîdan rêya me ye”, “Şehîd namirin”, “Em şehîdên azadiyê bi bîr tînin” û “Şehîd nirxên netewî ne” û wêneyên şehîdan hatin daliqandin.
Piştî rêzgirtinê merasîm destpê kir. Sirûda “Çerxa Şoreşê” hate xwendin û piştre dirûşmeya “Şehîd namirin” hate berzkirin.
Piştî temaşekirina sînevîzyonê malbatan mafê axaftinê wergirtin û sersaxî qebûl kirin.

