Hevseroka Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan bi wesîleya salvegera 31’emîn a Komkujiya Sêwasê ji ANF’ê re axivî. Dogan bi bîr xist ku Doza Komkujiyê ya ku rûniştina wê di 14’ê Îlona 2023’an de pêk hat, kete ber dembihurînê û destnîşan kir ku di sûcên li dijî mirovahiyê de dembihurîn derbas nabe. Kadriye Dogan got, “Komkujiya Sêwas/Madimakê sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dewleta ku ji roja destpêkê ve berpirsyaran diparêze û pêvajoyeke xurt a darizandinê nemeşand şirîkê sûcê komkujiyê ye. Elewiyên ku li Madimakê êriş li wan hate kirin, îradeya xwe ya ji bo jiyana bi bawerî û nasnameya xwe ya li vî welatî nîşan didan. Em ê di 2’ê Tîrmehê de li Sêwasê bin. Ji bo berpirsyariya xwe ya li pêşberî canên xwe yên li Madimakê ji dest dan, em ê têkoşîna xwe ya ji bo welatîbûna wekhev a Elewiyan heta encamwergirtinê dewam bikin.”
DÎROKA KOMKUJIYAN E
Kadriye Dogan anî ziman ku komar bi dînamîkên xwe yên damezrandinê yekperest û totalîter e û diyar kir, dewleta ku nasnameyên li derveyî Sûnîtî û Tirkîtiyê qebûl nekir, ji roja destpêkê ve polîtîkayên înkarê meşand. Dogan destnîşan kir ku dîroka komarê di heman demê de weke dîroka komkujiya Elewiyan dikare bê nirxandin û got, hewldana dawî ya komkujiya herî mezin a li dijî Elewiyan bi hevkariya dewletê û hêzên paşverû di 2’ê Tîrmeha 1993’an de li pêş çavên cîhanê li Madimakê hate kirin.
HESABÊ HER TIŞTÎ KIRIN
Kadriye Dogan anî ziman ku dewleta Tirk beriya avabûna komarê ji Koçgiriyê dest bi rêze komkujiyan kir, li Dersim, Çorûm, Mereşê bi komkujiyan ceribandin pêk anî û got, “Êşên gelekî giran hatin kişandin, lê belê birînên xwe pêçandin û bi berxwedaneke mezin li ser piyan man. Şahiyên Pîr Sûltan Abdal ên li Madimakê dihatin lidarxistin bi esasê xwe dihat vê wateyê, ‘Em hene, em li vir in, heta ku cîhan bizîvire em ê hebin’. Dewlet jî di vir de kete dewrê. Dewletê di demeke bi vî rengî êşên giran careke din bi Elewiyan da kişandin. Dema ku şahîd ji Banazê derbasî navenda bajêr kir jî hesabê her tiştî kirin. Mirovên me li pêş çavan şewitandin.”
Kadriye Dogan anî ziman ku bi Komkujiya Madimakê re careke din zexta man û nemanê li Elewiyan kirin û got, “Bi êşê hewl dan bi tenê bihêlin. Xwestin ku Elewî bi hêzên demokrasiyê, bi hêzên ku ji bo wekhevî û edaletê têdikoşin, bi Kurdan re nebin yek. Xwestin Elewiyan di nava êşa xwe de bifetisînin û bi tenê bihêlin.”
KONSEPTA ‘QIRKIRINA SPÎ’
Kadriye Dogan destnîşan kir ku ji bo jiyaneke azad a bi baweriya xwe ya li ser bingeha welatîbûna wekhev ji bo Elewiyan nehatiye afirandin, rîska qirkirinê hîn jî dewam dike û got, dewletê salên dawî li dijî Elewiyan konsepta ‘qirkirina spî’ xistiye dewrê. Kadriye Dogan bi dewamî got, “Yên ne Elewî ne pênaseyê li ser Elewiyan dikin, hinekên ne Elewî bi navê Elewiyan di bin sîwana Wezareta Çandê de diyaneta Elewiyan ava dikin û li ser vê yekê jî hewl didin li ser bawerî û girseyê bibe xwedî mafê gotinê. Li cemxaneyên ku bi kedeke mezin hatine avakirin, hewl didin bi rêya hin kesên mûçeyan werdigirin kontrolê pêk bînin. Qada perwerdeyê bi temamî olî kirin. Bi dersên olî yên ji neçarî, ÇEDES, mufredata perwerdeyê ya ‘Modela Maarîf a Sedsalê’. Dewlet timî bi ser Elewiyan de çû. Me bi baweriya xwe, bi berxwedêriya xwe, bi têkoşîna xwe, xwe gihandin vê astê. Saziyên Elewiyan hewl didin, divê hewl bidin. Divê em bibin yek û li dijî hemû êrişan li ber xwe bidin.”
XWEDÎDERKETINA LI BÎRANÎNÊ
Kadriye Dogan dembihurîna li ser doza komkujiyê weke nîşaneya kurt a helwesta dewletê ya ji destpêkê ve pênase kir û got, “Komkujiya Madimakê sûcê li dijî mirovahiyê ye. Heta ku edalet bi cih bê em ê dest ji dozê bernedin. Vê salê bi taybetî polîtîkayên qirkirina spî di rojeva me de ye ku dewletê li ser perwerdeyê xistiye meriyetê. Bêguman berpirsyariyên me yên têkildarî Madimakê tenê çalakiyên bîranînê nîne. Berpirsyariya herî mezin a saziyên Elewiyan ew e ku baweriya xwe bijî û bêyî asîmîle bibe bigihîne nifşên nû. Komkujiya Madimakê jî ji xwe ji ber vê sedemê hate kirin. Kevneşopiya me ya Rêya Heq heye, kevneşopiya me ya Hûbyar heye, kevneşopiya me ya Haci Bektaş heye, kevneşopiya me ya Abdal Mûsa heye, kevneşopiya me ya Yanyatir Ocagi heye. Em welatekî welê dixwazin ku bi rengekî azad li ser bingeha azadî û wekheviyê bi baweriya xwe, bi civaka xwe, bi cewhera xwe û bi baweriyên din di nava aştiyê de bijîn. Bi salan e em daxwaza xwe ya welatîbûna azad tînin ziman û em ê têkoşîna ji bo vê yekê dewam bikin. Ev yek têkoşîneke topyekûn e.”