Dewleta Tirk salên dawî li gelek herêmên Kurdistanê bi armancên leşkerî xwezayê talan dike.
Li herêmên çiyayî yên Besta, Cûdî û Gabarê yên Şirnexê bi hinceta ‘ewlekariyê’ dar têne birîn. Niha jî li herêma Xabûr 2 dar têne birîn.
Cerdevanên artêşa Tirk li Xabûr 2 a navbera navçeyên Elkê û Qilabanê dest bi birîna daran kirin.
Darên têne birîn bi traktoran li ser rê têne komkirin û ji vir jî bi qemyonan ber bi deverên cuda ve têne birin. Dîmenê birîna daran û veguhestina wan hate kişandin.