Almas Hemîd (48) ji navçeya Mabeta ya Efrînê ye. Almas Hemîd dayika 4 zarokan e, bi Şoreşa Rojava re bingehê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li Efrînê danî. Di sala 2012’an de perwerdeya xweparastinê dît. Piştî Efrîn hat dagirkirin, di Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li Şehbayê de cih girt. Almas Hemîd niha yek ji berpirsyarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê ye. Almas Hemîd qala sîstema xweparastinê ya di demên destpêkê de li Efrînê hatî avakirin, têkoşîna xwe û weke jinekê tevkariya xwe ya rêxistinbûna di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de, kir.
YEK JI 12 JINÊN KU PERWERDEYA XWEPARASTINÊ DÎTÎ YE
Almas Hemîd di sala 2011’an de bû şahidê zindîbûna xweparastina li Efrînê û bi xwe di nav de cih girt. Almas Hemîd wiha qala wan rojan kir: “Di sala 2011’an de piştî hilbijartinên li Efrînê hatin kirin, meclîs hatin avakirin. Di nava meclîsê de, xweparastin jî cih digirt. Xweparastin çiye, min nedizanî. Piştî perwerdeyeke demkurt, ez derbasî xebatên xweparastina jinê ya li navçeya Mabetayê bûm. Di wan deman de yanî di sala 2011’an de hakimiyet di destê rejîma Baas de bû. Em hîna di pêvajoya rêxistinbûnê de bûn. Me bi Şoreşa Rojava ya 2012’an re dest bi xweparastinê kir. Di meha Sibatê ya sala 2012’an de, ez bi komeke jinan a ji 12 kesan pêk dihat re beşdarî perwerdeya xweparastinê bûm. Di wan deman de me nedigot, asayîş. Weke perwerdeya xweparastinê dihat zanîn. Bi giştî hêzên xweparastinê hebûn. Di hundirê vê hêzê de jin jî hebûn. Lê belê heta 1’ê Nîsana 2012’an, xweparastina jinê hate avakirin. Berê weke hêzên ewlekariya hundirîn, nedihat binavkirin. Berê çekên me jî nebûn. Me ji bo ewlehiya kolanên xwe, gel û zarokên xwe xweparastin pêş xist. Me nîqaş dikir, weke jin em çawa dikarin xwe biparêzin û me hîna nû nû xwe rêxistin dikir. Di sala 2014’an de jî weke hêzên ewlekariya hundirîn-asayîş me rêya xwe domand.”
XWEPARASTIN JI BO JINÊ GIRÎNG E
Almas Hemîd têkildarî girîngiya xweparastinê ya ji bo sala 2011’an ev tişt anîn ziman: “Di destpêka şoreşê de zêde êrîş li ser jinê hebûn. Di şexsê jinê de civak dihat hedefgirtin. Eger jinê xweparastin nekiriba, ti kesê jin nediparast. Civak bi tevahî bûbû hedef. Lewma pêdivî bi rêxistinbûneke xurt a jinê hebû. Jina ku ket ferqa hêza xwe, nîşan da ku ew dikare pêşengiyê ji civakê re jî bike û paradîgmaya modernîteya demokratîk jî bixe meriyetê.”
FERASETA ‘XWEPARASTIN KARÊ MÊR E’ HILWEŞAND
Almas Hemîd ji bo jin xwe biparêze, têkoşîneke mezin meşandiye. Hemîd diyar kir ku ev têkoşîn bêberdêl nebûye û wiha pêde çû: “Dema ez beşdarî xebatan bûm, civak û malbata min dibû asteng. Nedihat qebûlkirin ku jinek di nava xebatên xweparastinê de cih bigire. Feraseta ‘mekanîzmaya parastinê karê mêr e’ serwer bû. Piştî perwerdeya xweparastinê, ez ji bo ewlehiya nuqteyeke kontrolê hatim erkdarkirin. Malbata min qasî heyvekê hewl didin li pêşiya min bibe asteng. Min guh neda nîqaş û krîzên heyî, min wezîfeya xwe ya xweparastinê bi cih anî. Weke jinekê min qebûl nekir îradeya min tune bê hesibandin û ez li ser wezîfeya xwe bûm.”
YEK JI PÊŞENGÊN HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN E
Piştî ku Efrîn ji aliyê artêşa Tirk ve hate dagirkirin, Almas Hemîd dest ji têkoşîna xwe berneda û wiha qala xebatên xweparastinê yên li Şehbayê kir: “Ji Efrînê ber bi Şehbayê ve me bi zorê koç kir, ev êşek mezin bû. Piştî dagirkirina Efrînê jî, êrîşên li ser jinê nehatin têkbirin. Berevajî êrîş hîn zêdetir bûn. Dixwestin hêviya me tune bibe. Lê belê me karî sîstema xwe ya ewlekeriya hundirîn, li Şehbayê pêk bînin. Ku ev sîstem me li Efrînê ava kiribû û veguherîbû rêxistinbûneke mezin. Li Şehbayê ez di nava damezrandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn de cih girtim. Ji bo car din xweparastina jinê pêk were, me gavên girîng avêt. Hîna hefteyek li ser koçkirina me ya li Şehbayê, derbas nebûbû û me dest bi xebatên rêxistinbûnê kir. Helbet rêxistinkirina hêzên ewlekariya hundirîn, hêsan nebû. Her yek ji me belavî cihek din bûbû. Em di ferqa vê yekê de bûn, lê me dizanî ku em êdî bêyî xweparastin nikarin bijîn. Nuqteyên me asayîşê yên destpêkê, li konan hatin danîn.”
‘DIVÊ DI ZIHNÎ DE XWEPARASTIN HEBE’
Almas Hemîd diyar kir ku civak û jin bêyî xweparastin nikare jiyaneke bi aram û îstiqrar bidomîne û got: “Armanca me ya sereke pêkanîna xweparastina civakê ye. Mirovekî ku negihiştibe asta xweparastinê, nikare civakê biparêze. Xweparastin tenê bi çek nabe; encex civak û jina rêxisintkirî, perwerdekirî, zane û têkoşer dikare xwe biparêze. Yanî divê destpêkê di zihnî de xweparastin hebe.”
BI ŞOREŞÊ RE GIHIŞT RONAHIYÊ
Têkildarî jiyana xwe ya beriya Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê, ev tişt diyar kirin: “Jiyaneke mirî ye. Bifikirin ku, jinek di odeyê de û ronahiyên wê odeyê hatine girtin. Jinê tenê ji bo zarokên xwe nefes hildida û jiyana xwe didomand. Ji zarok û mal wêdetir, tiştek din nebû. Malbateke welatparêz bû, piştgirî dida Têkoşîna Azadiya Kurd lê belê malbateke feodal jî bû. Bi Şoreşa Rojava re deriyên wê odeyê vebûn û ez gihiştim ronahiyê.”