Di çarçoveya 10’emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo darizandina PDK’ê û berpirsên fermana 74’an a li ser civaka êzidî pêk hat, dosyayeke li ser kiryarên PDK’ê amade kir û ji welatên ku jenosîdê nas kirine, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî û Wezirê Karê Derve ya Elmanyayê re şand. Ligel dosyayê nameyek ku sedema şandina dosyayê têde tê vegotin jî hat şandin.
Di nameya TAJÊ de ku ji bo darizandina PDK’ê ji welatên ku jenosîd nas kirine, DMME, Sudanî û Wezîrê Karê Derve ya Almanyayê şandî, ev tişt tê vegotin:
“Di 3’yê Tebaxa 2014’an de civaka me Êzidî fermana 74’an jiyan kir. Çeteyên DAÎŞ’ê li Şengalê bi awayekî herî hov êrişî civaka Êzidî kir û ferman pêk anîn. Di vê fermanê de nêzî 7 hezar kes hatin revandin ku piraniya wan jin û zarok bûn. Ji van kesên ku DAÎŞ ew revandin di fermanê de nêzî 3 hezar û 600 hatine rizgarkirin û nêzî 2 hezar û 500 winda ne û çarenûsa wan ne diyar e. Çeteyên DAÎŞ’ê bi hezaran mirovên Êzidî kuştin û xistin gorên komî. Di nav 10 salan de 92 gorên komî hatine dîtin û hîn bi dehan ê ku nehatina dîtin hene. 56 gorên komî hatine vekirin, ji van gorên ku hatine vekirin zêdetirî 700 cenaze hatine derxistin. 242 cenaze hatine nas kirin û ji aliyê malbatên wan ve hatine definkirin.
10 sal li ser fermanê re derbas dibe. Em dizanin ku di nava van 10 salan de li ser sedemên bingehîn ê fermana 3’yê Tebaxa 2014’an gelek lêkolîn hatine kirin. Rûxmî van lêkolînan jî çeteyên DAÎŞ’ê û sûcdarên jenosîdê nehatine darizandin û edalet pêk nehatiye. Ji bo civaka Êzidî ji fermanên nû were rizgarkirin û parastin, divê edalet pêk were. Çeteyên DAÎŞ û hevkarên wan di dadgehek navnetewî de werin darizandin. Ji bo ku rastî neyê windakirin û hesab ji sûcdarên fermanê bên pirsîn, me dosyayek amade kir. Em ji we daxwaz dikin ku hûn vê dosyaya me me li ber çavan derbas bikin.”
Dosyaya ji bo darizandina PDK’ê hatiye pêşkeşkirin wiha ye:
Em tevgera azadiya jinên Êzidî ( TAJÊ ) vê dosya bi belge ku rastiya Şengal, kiryarên PDK li dijî gelê Şengal, hevkariya wan a bi DAÎŞ re. Her wiha rola wan di jenosayîda 3/08/2014 an a li ser civaka Êzidî îfade dike, pêşkêşî we dikin. Di vê dosiyê de bûyer û agahiyên rasteqîn hatine nivîsandin. Armanca me ji pêşkêşkirina vê dosiyê ewe ku rastî were zanîn, kes û hêzên sûcdarên jenosayîdê bên mehkeme kirin. Her wisa em ji we daxwaz dikin ku li ser van mijarên ku me nivîsandine lêkolînek hîn berfireh were kirin. Em ji we daxwaz dikin ku hûn erk û berpirsiyarên xwe yên li bermberî civaka Êzidî û gelê Şengalê pêk bînin.
Piştî ruxadnina sîstema Baas Sala 2003 an ji aliyê Amrîka ve destûrê Iraqê ji nû de hat nivîsandin. Di wê demê de Bol Birêmer Hakimî medenî li Iraqê, kesek siyasî ji Amrîka bû.
Sala 2005 destûrê îrqê ji aliyê Bol Birêmer hat nivîsandin, di perlementoyê Iraqê de ket dengdanê û bi serket .
Yek ji madeyên ku Şengalê di aliyê îdarî, siyasî û ewlekarî de elaqeder dike, madeya 140 e.
Herêmên ku di vê madê de cihê xwe digrin. Kerkûk, Şengal, Şêxan, Hemdaniya, Başîqa, Mexmûr, Sihêla û Zimar e. Xelkê van herêman ji pêkhateyên Êzidî, Fileh, Şebek, Şîa, kakaî, Ermen û Tirkmen û hwd pêk tê.
Ev hermên ku di vê madê de hatine bicîhkirin, di navbera hikumeta herêma kurdistan û hikumeta ferdarl de herêmên bi nakok in.
Piştî rûxandina sîstema, Bais li Iraqê, PDK bê itîfaq û biryar di van herêmên ku bi nakok de bi cîh bûn. Yek ji van jî herêma Şengal bû.
Bi sala PDK’ê rê neda çareserî ji van herêmên bi nakok re were peyda kirin. Ji ber ku Şengal herêmek bi nakok bû di navbera herêma kurdsitan û hikumeta ferdral de, bi salan Şengal ji aliyê siyasî, îdarî û ewlekarî ve hat îhmal kirin.
2- 14/08/2007 Teqîna Navçeya Tilezêr û Komalgeha Sîba Şêx Xidir:
14/08/2007 seat 7 danê êvarê li navçeya Tilizêr û komlageha Sîba Şêx Xidir yên girêdayî Şengalê 4 teqînên mezin pêk hatin. 4 seyareyên mezin yê teqemenî xwe di nava sivîlan de teqandin. Di encama van teqînan de 312 kesan jiyana xwe ji dest dan û 740 kes birîndar bûn. Seyareyên teqemenî ji gundewarên rojavayê navçeya Tilizêr û Sîba Şêx Xidir ku dikeve ser sînorê Iraq û sûriyê ve hatin. Gundewar 9 km dûrî navçeya Tilizêr in. 4 seyarên teqemenî di 4 bendên qontirolê yên pêşmergên PDK re derbasî nava sivîlan bûn û xwe teqandin. Di van bendên qontirolê de herî kêm nêzî 100 pêşmergên çekdar ku parastin dikirin hebûn. Beriya seyara derbas bibin, pêşmerga xwe ji cihê qontirolê didin alî heya ku seyara derbas dibin. Beriya teqîn rû bide bi demekî kurt, pêşmerge ji sivîlan re dibêjin ku wê teqînek mezin çêbibe. Agahiya pêşmergeyên PDK ji teqînek wisa hebû, bi zanebûn tedbîrên ewlekarî ne girtin. Piştî ku teqînan rû da, pêşmerga di nava sivîlan de fîşek teqandin. Di encamê de hinek kes ne ji ber teqînê ji ber fîşekên pêşmergan jiyana xwe ji dest dan. Yek ji wan kesê ku bi fîşeka pêşmerga jiyana xwe ji dest da ( Seydo şêx Mûs ) yê temenê wî nêzî 20 salî bû, di rapora wî a tiba edlî de ev rastî derket holê.
Emîd, ( Hacî Xidir ) yê ji Dihokê berpirsê pêşmergan yê navçeya Tilizêr û gundewarên wê, yê wê demê bû.
Muqedim, (Seyf Eldîn ) yê ji Dihokê Berpirsê focê pêşmergan ya komalgeha Sîba Şêx yê wê demê bû.
Raîd, (Abdelah ) jî berpirsê foca pêşmergeyan a navçeya Tilizêr a wê demê bû.
Me ev agahî ji kesên ku bi çav şahidiya van bûyeran kirine girtine.
Civîna li Amanê ya ku PDK ê Şengal difroşe DAÎŞ’ê.
1’ê Hezîrana 2014’an, beriya ketina DAÎŞ a Musilê bi 10 rojan. Li paytexta Urdun, ê Ammanê civînek veşartî hat çêkirin. Welat û hêzên ku tevlî vê civînê bûn dewleta Tirk, dewletên Yekbûyî ya Amerîka (DYA), Erebîstana Siûdî, Îsraîl, PDK û DAÎŞ bûn. Emîrê DAÎŞ ( Ebû Bekir ElBexdadî ) amade bû. Her wiha ji welatên herêmê û rêxistinên cûda yên selefî jî di civînê de amade bûn. Di civînê de pîlansaziya nû ya teşedayîna Rojhilata Navîn hat nîqaş kirin û DAÎŞ jî wekî amûra vê pîlansaziyê hat erkdar kirin. Biryara ketina DAÎŞ a Mûsil, Tilafer û Şengalê di vê civînê de hate dayîn.
Mesut Barzanî serokê herêma kurdistanê yê wê demê, ku serokê PDK yê niha ye, 4 roj beriya civînê li Ammanê bû û ji bo ku civîn pêk bê amadekarî kirin.
Ev pîlansazî di 1’ê Hezîrana 2014’an de, li Amman a paytexta Urdunê hatibû amade kirin. Li ser navê partî demokratî Kurdsitan PDK’ê Azad Berwarî û li ser navê herêma kurdistanê jî serokê herêmê Mesut Berzanî tevlî civînê dibin. Di civînê de PDK ê Şengal miqabilî Kerkuk difroşe DAÎŞ’ê.
Ji ber civîna Ammanê veşartî hat li dar xistin, agahiyên berfireh nîn in ku em zêdetir binivîsin. Em daxwaz dikin, ji bo rastî derkeve holê ev civîn bê eşkere kirin.
Beriya ferman pêk were li Şengalê 12000 pêşmergên PDK’ê, 5000 polîs hundirîn, 5000 kes ji Artêşa Iraqê û 1000 polîsên sînor hebûn.
Her wiha beriya fermanê 10/06/2014 heya 3/08/2014 PDK ê li Şengalê gelek sîlehên sivik û giran ji artêşê û malbatên ku sîlehê wan hebûn kom kirin. Piştî Musil û Tilafer ket destê DAÎŞ’ê û xeteriya DAÎŞ li ser Şengal zêde bû. Pêşmergeyan bi gotinên ku hûn nikarin şerê DAÎŞ’ê bikin, dest danîn ser nuqte, sîleh û seyariyên leşkerî yên artêş, polîsên hundirîn û polîsên sînor yên ku di Şengalê de bûn. Pêşmerga bi hezaran sîlehên giran û sivik kom kirin, Beşek firotin DAÎŞ’ê beşek ji wan jî derbasî herêma kurdistanê kirin.
Serbest Babîrî berpirsê leqa 17 a pêşmergên PDK ê li Şengalê. Beriya fermanê berpirs û fermandarên PDK ê li Şengal bi dehên caran li Şengalê gel kom kirin û ji wan re gotin, “ di navbera me û DAÎŞ’ê de tensîq heye, netirsin DAÎŞ êrîşî Şengalê nake. Lê heger DAÎŞ êrîş bikin, emê Şengalê biparêzin, netirsin”. Ev piropanxenda hem li ser ragihandin hem jî di nava gel de dihate kirin.
Berpirsên pêşmergên PDK ê li Şengalê di 3/08/2014 an de:
Mesud Berzani, Serokê Partî dîmokratî Kurdistan (PDK)
Aştî koçer, Berpirsê Asayîşa Rojavayê Neynewa a girêdayî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)
Serbest Babîrî, berpirsê leqeya 17 a PDK’ê.
Seîd kêstî, berpirsê fermandeya pêşmergan li Şengalê.
Cîgirê fermandarê, fermandeya pêşmerga a Şengalê yê bi navê (Simê)
Qasim Reşo, cîgirê Serbest Babîrî.
Biryara vekişandina hêzên pêşmerga ji aliyê serokê herêma Kurdsitanê yê wê demê Mesûd Berzanî ku niha serokê PDK ê ye hat dayîn. Ev biryar van kesên ku me navê wan destnîşan kirine di Şengalê de pêk anîn.
2/08/2014 êvara 3/08 2014 biryara vekişandinê hêzên pêşmerga ji leqê û fermandê re hat ku vekişin. Di wê êvarê de seat 1:30 DAÎŞ ji Beac êrîşî gundê Girzerik, Sîba Şêx Xidir û Tilezêr kir. Pêşmerga di wê êvarê de hêzên xwe li navenda Şengal û navçeya Sinûnê kom kirin. Seat 5:00 roja 3/08/2014 an tevahî pêşmergên PDK ê bê ku yek fîşek biteqîn in Şengal radestî DAÎŞ’ê kirin , di riya Rebîa re reviyan û derbasî Herêma Kurdsitanê bûn.
3/08/2014 an pêşmergên PDK 3 ciwanên Êzidî qetil dike.
Roja 3/08/2014 an di seat 9:30 an de li nûqteya qontirolê a Pêşmergên PDK a mifriqê komlageha Zorava ya li ser riya di navbera komalgeha Guhbel û Hardan, ê yên girêdayî navçeya Sinûnê a Şengalê 3 ciwanên Êzidî yên bi navê Cemîl Reşo Îlyas, Yusif Xelef Îlyas û ELî îlyas Yusif ji aliyê Pêşmergên PDK ve tên qetil kirin.
Cemîl Reşo Îlyas yê 31 salî .
ELî îlyas Yusif yê 35 salî.
Xelef îlyas Yusif yê 24 salî.
Ev her sê ciwanên Êzidî hemwelatiyên komalgeha Zoravayê bûn. Dema ku DAÎŞ ket herêma Şengal û dest bi qirkirina li ser civaka Êzidî kir, pêşmergên PDK nûqteyên xwe yên parastinê ber didin û sîleh jî bi xwe re dibirin. Van hersê ciwanan dema ku dîtin pêşmergên PDK şer nakin, direvin û sîlehan jî bi xwe re dibin, ji Pêşmergan re dibêjin “ ger hûn şer nakin, sîlehan bidin me, emê şer bikin”. Bi israr her sê ciwan sîleh dixwazin ku şerê DAÎŞ’ê bikin. Di wê demê de pêşmergên PDK bi fîşekan wan ciwanan qetil dike. Di fermana 3/08/ 2014 an PDK sîlehên di destê xwe de ne li beramberî DAÎŞ’ê, lê li bermberî Êzidiyan bi kar tîne û Êzidiyan qetil dike.
Pêşmergeyên wê demê yên berpirsyar ev in.
Miqedim Îslam emîr foc bû, meqera wî di navenda Şirta ya Zorava de bû. Imer Koçer emir sirî bû, Reyîd Enwer emir Sirî bû, Rayid Kemal berpirsê îstîxbaratî bû, Rayid Hecî jî emir Sirî bû.
Her sê ciwanên Êzidî di bin berbirsiyara van fermandarên pêşmergeyan de tên qetil kirin.
4/08/2014 bavê Şêx, Xirto Hacî Îsmaîl serdana serokê herêma kurdsitan yê wê demê Mesud Berzanî dike. Babê Şêx ji Mesud daxwaz dike ku Êzidiyên Şengal tên kuştin, revandin, koçber kirin û wêran kirin wan biparêzin. Mesud Berzanî di wê hevdîtinê de ji Babê Şêx re dibêje “ Baweriya xwe a Êzidî biguherin, bibin Misilman tiştekî bi we nakin, netirsin”
Encama jenosîda 3/08/2014 an de.
Di fermana 3/08/2014 an de, 3 hezar û 504 jin, 869 mêr û hejmarek mezin zarok, bi giştî nêzî 7000 mirovên Êzidî dîl ketin destê çeteyên DAÎŞ’ê.
Keç û jinên Êzidî di bazarên koleteyê de bi temenek erzan hatin firotin, rastî kuştin, lêdan, şidet, tecawiz û destdirêjiyê hatin.
Nêzî 100 gorên komî ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatin çêkirin.
Çeteyên DAÎŞ’ê nêzî 82 qûb, mezargeh û cihên pîroz yên civaka Êzidî rûxandin û wêran kirin.
360,000 mirovên Êzidî ji cîh û warên xwe koçber bûn.
Heya niha çaranûsa bi hezaran mirovên Êzidî nayê zanîn.
Ne bi tenê DAÎŞ, pêşmeregeyên PDK’ê jî li bermberî vê encama giran a jenosîda 3/08/2014 berpirsiyarê yekem e.
Vegera PDK a Şengalê.
12/12/2015 aliyê Şemalî Şengal navçeya Sinûnê û komalgehên girêdayî wê ji DAÎŞ hatin rizgar kirin.
Piştî vê PDK xwest ku ew jî tevlî şerê li dijî DAÎŞ bibe. Bi vî awayî carek din PDK idarî û siyasî derbasî Şengalê bû.
PDK li şûna ku tevlî şerê li dijî DAÎŞ’ê bibe û herêmê rizgar bike, li Şengalê komên çeta bi cîh kirin. 3/03/2017 PDK komek çete bi navê pêşmergên roj ku hemwelatiyên Suriyê bûn anîn Şengalê û di navbera navçeya Sinûnê û komalgeha Xanasorê de bi cîh kirin. Di wê demê de hîna navçeya Til Izêr, Komalgeha Sîba Şêx Xidir, Girzerik, Rembûsî, Koço, Til Qeseb, Til Binat û beşek mezin ji herêma Şengalê di destê DAÎŞ’ê de bû. Armanca bi cîhkirina çeteyên bi navê pêşmergên Roj vekirina xetek ticarî di navbera Sûrî û Iraqê de di bin qontirola pêşmergên PDK de be. Hemwelatiyên Şengalê xelkê sivîl ji ber ku bi cîhkirina çeteyan qebûl nekirin û xwepêşandan kirin, Pêşmergên Roj êrîşî wan kirin û şer qewimî. Di encamê êrîşê de çeteyên pêşmergên Roj yên ser bi PDK ve, 8 Şervanên ku li dijî DAÎŞ’ê , şer dikirin parastina Şengalê dikirin, her wiha rojnamevan û sivîl jî di nav de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Çekên ku komên çeteyan di êrişê de bikar anîn, ji aliyê dewleta Almanya ve ji bo ku li dijî DAÎŞ’ê bêne bikaranîn, ji bo rêveberiya Başûrê Kurdistanê hatibûn şandin.
Dema êrîşan destpê kir, 2 gerîlayên HPG’ê yê bi navê Çekdar û Orhan ku wê demê li Şengalê bûn, xwestin ku navbeynkariyê bikin, pêşiya êrişan bigirin. Lewre di kêliya ku komên çekdarên PDK’ê êrîş kirin de, herdu gerîla bêyî ku dest bavêjin çekên xwe derketin pêşiya wesayîtên leşkerî û bi bedena xwe hewl dan wan bidin sekinandin. Lê belê çeteyan ew jî kirin hedef û şehîd xistin.
Sala 2017 an reva PDK a duyem.
17/10/2017 dema ku Heşid Elşabî derbasî herêmên wek kerkuk û Şengalê bû, PDK cara duyem îdarî û eskerî ji Şengalê revî û pişta xwe da gelê Şengalê.
Siyseta qirkirinê ku PDK ê li ser Şengal dide meşandin.
26/09/2016 perlemanê Iraqê deng da û biyar da, ev herêmên ku di madeya 140 de cîh digrin, ku ser bi hikumeta fedral de bûn. yanî sînorê wan neyê guhertin. Lê PDK guh neda vê biryarê û heya niha jî bi şêweyek ne yasayî hewil dide ku li van herêman serwer be.
Hevpeymana 9 ê Cotmehê:
9/10/2020 hevpeyman di navbera herêma kurdistanê û herêma federal, bi amadebuna şandeyek ji netewên yekbûyî û nûnerên dewleta Tirk hat îmze kirin. kesên ev hevpeyman îmze kirin. Nunerê hukmeta herêma kurdistanê wezîrê hundirîn Rêber Ehmed Xalid û nunerê hukmeta federal a iraqê wekîlê serok cîhaz emin elwetenî Hemîd Reşîd Felyeh e.
Hevpeyman li ser 4 mihwaran pêk tê ku navaroka wê milê îdarî û ewlekarî, Şengal veger mîna beriya fermanê, PDK’ê xwe carek din li Şengal serwer bike.
Em tevgera azadiya jinên Êzidî (TAJÊ) dibêjin ji bo edalet cihê xwe bigere, Em ji we daxwaz dikin ku mijarên ku me bi we re parve kir, keseyetên ji PDK ê ku me navê wan rêz kirin li ser sucên wan hevkariya wan bi çeteyên DAÎŞ’ê re li gor zagonên mafê mirovan di dadgehek navnetewî de bên darizandin.”