Gerîlayên Azadiya Kurdistan, li ser bingeha bi destxistina azadiya gelê xwe têkoşîn dide meşandin. Lewra ew parazvanên destkeftiyên gelê Kurd in. Taybet di dema a niha de rûxmî êrîşên pir dijwar, gerîla ji zêdetirî dijwariya van êrîşan bersivên pêwîst dide dagirkeriyê.
Bes mirov dikare bêje, gelo şerê a niha tê meşandin de Dewleta Tirk pişta xwe bi çi rast dike.
Yek desteka hêzên hegemon ya teknîkî
Du piştgiriya xayînên mîna Mala Barzanî
Sê dayîna pêş a cerdevan û qontrayan e.
Eger em bi giştî dîroka şerê Dewleta Tirk a li hember Tevgera Azadiyê meşandiye binêrin, emê pir eşkere wan rastiyan bibînin. Dewleta Tirk şerê xwe li ser van xalan dimeşîne û dixwaze bigihije encamekê. Encax egîdiya gerîla nahêle ev plana wan biçe serî û encam bigire.
Operasyonên a niha di qadên Başûrê Kurdistanê dimeşin de jî, tê dîtîn ku dewleta Tirk xitimandinek asta jor de dijî. Ji ber vê yekê ji bi rêya cerdevanan dixwaze êrîş bibe ser gerîlayan. Û serweriya xwe di herêmê de mayînde bike. Lê ev jî kêr nayê û plana wan vale derdikeve.
XITIMANDINA DEWLETA DAGIRKER Û LEŞKERÊN ZIRAVQETÎ
Dewleta dagirker di Kurdistanê de bi pêşxistina cerdevanan re dixwaze, Kurd bi Kurdan bidin kuştin. Bi vê xeyalê ye ku bi vî rêbazî dikare gelê Kurd û Tevgera Azadiyê tine bike. Ji ber hema hema di hemû operasyonên dagirkeriyê de cerdevan pêşengtî ji leşkerên Tirk re dike. Bi taybet Bakurê Kurdistanê de bê ku cerdevan bînin di qadên gerîla nikarin gavek biavêjin. Tevgera Azadiyê gelek caran ev cerdevan ji bo tevlî operasyonan nebin an ji ji bo destê xwe nexin xwîna zarokên gelê Kurd de hişyarî kiriye. Lewra hinek cerdevanên ku ji leşkerên dewleta Tirk zêdetir, di van şeran de êrîş dibin ser qadên gerîla hene. Bes gelek cerdevan jî ji bo gefên ser van tê xwarin ango ji tirsa çeka destê xwe de nadanin û li beramberî gerîlayên azadiyê şer didin meşandin. Ev cerdevanên ku ji bo pênç kuruş pere li hember tevgera azadiyê şer dike, şeref û rûmeta xwe dixin bin piyan de û dibin rûreşên civaka xwe.
A niha gerîla di serî de qadên Zap û Metîna seranserî Kurdistanê de di nava şer û têkoşîneke pir dijwar de ye. Ev şerê ku gerîla qedera gelê xwe bi têkoşîna xwe dide diyarkirin çi astengî nas nake û şer dike. Li hember faşîzma AKP-MHP, li hember hevkar û xiyanetkarên wek Mala Barzanî û ango her kesê ku bi cilê leşkerên Tirk tên ser çeperê gerîla para xwe ji lêdanên gerîla digire.
Mirov dikare ji pir aliyan ve xitimandina dewleta Tirk a dagirker a li hember gerîlayan bibîne. Belengaztiya wan di her milî de diteyîse. Bê guman yên dihêlin teyîsandina vî şerî rast çêbibe ji gerîlayên azadiyê ne.
Ev sê salin li Herêmên Parastinê yên Medyayê çi rê û rêbaz nema ku dewleta Tirk neda meşandin. Li gel ewqas hişyariyên Tevgera Azadiyê, gelek cerdevan di qada Metîna û Zapê de tevlî operasyonan dibin û diçin ser çeperên Gerîlayên Azadiyê. Çawa ku di vî şerî de gelek kuştî û birîndarên leşkerên Tirk çêdibe, li kêleka wê ji gelek cerdevanên ku tevlî van êrîşan dibin jî para xwe ji lêdanên gerîla digirin. A niha ji ber ku cur bi cur leşker, çete li hember gerîla di nava şer de ye û bi cilê leşkerên Tirk di qadê de tevdigerin. Gerîla ji dema dibîne bi van cilan êrîşek an ji tevgerek heye yekser mudaxale dike, xwe diparêze. An gerîla li hember cerdevanan tu carî ne alîgire ku çek rake. Li kur hatiye ditin gerîla li hember cerdevanên li gundên xwe de ne êrîşek pêk aniye. Lê cerdevanên ku bi dewleta Tirk re û bi cilên wan xaka Başûr de tevdigerin tê wateya ew ji leşkerên dewleta faşîstin.
Lewma divê em vê rastiyê baş hayil bibin gerîla ne zanebûn cerdevanan dixe hedef, ji ber tevgerandina wan a vî şerî de ew bixwe xwe dixin hedefa gerîla.
Van çalakiyên gerîla yên dawî de cerdevanê bi navê Necmettîn Menteş ê ku ji Bedlîsê ye û herêma Zap, Metîna diçe ser çeperê gerîla, bi lêdanên gerîla giran birindar dibe û lezgin radikin nexweşxanê, lingek wî jêbûya. Dîsa di qada Metîna û Zapê de 3 cerdevanên ku ji Hezexê ne heman şewazî dibin hedafa gerîla. Ev her sê cerdevanên ku ji Hezexê ne, ji aliyê gerîlayan ve tê cezakirin. Lê em bala xwe bidinê em ê fêm bikin armanca dewleta Tirk anîna van cerdevanan çiye. Ji ber ku nikarin pêşde biçin xwestin cerdevan pêşengtî ji leşkerên wan ê ziravqetî re bike.
Çawa ku mirin û birîndariyên leşkerên xwe diveşêrin, yên van cerdevanan jî ji raya giştî diveşêre. Bê ku kesek pê bihese dibin goristanan diveşêrin. Hindek pere dixin bêrika malbatê wan de û wan bêdeng dikin. Ji van bûyeran ji em dibînin tu qiymeta van cerdevan ji bo dewleta Tirk nîne, tenê ji bo berjewendiyên xwe van wek pariyek nan bikartînin. Û mirina wan ji qet ne xema wan de ye. Ev rewşa ku gerîla bersiv dide cerdevanan de jî diyare ku leşkerên Tirk de gef û tirsek mezintir daye avakirin. Leşkerên ku ji tirsa gerîlayan nikare gaveke ser vê axê de bimeşin, piştî kuştina van cerdevanan derûniyan wan xiraptir dibe. Di nava qadên ku serwerî destê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de ye, bi xirabûyîna derûniyan gelek leşker dixwazin paşde biçin. Leşkerên Tirk bi xwe ji rêveçûna vî şerî de binkeftinek mezin dibînin û ji bo vê ji baweriya wan ne dewletê ne ji wehdê ku dike tê. Ango naxwazin oxira şerek bê wate de vale vala bimirin. An ji aqûbeta van ne diyar be.
Ruxmî ewqas hişyariyan, cerdevanên ku tên leyîstokên dewleta Tirk û li hember gerîla şer dikin, ji bo gerîla ti ferqa xwe ji leşkerên Tirk tune ye. Herkesê ku li hember destkeftiyên gelê Kurd çek radike, bi cilên neyarên gelê Kurd tê ser çeperê gerîla dijminê gerîlaye, dijminê gelê Kurd e. Lewra hesabê vê jî bi canê xwe didin. Gerîla bi vê sekna xwe careke din da nîşandan kî di be bila bibe, ji bo serxistina zaferê û azadkirina Kurdistanê nikare bibe asteng. Bila ev kesên ku tên van polîtikayên dewleta faşîst jî baş bizanibin ku dawiya vî şerî de yên bên rûreşkirin, kesên ku ji bo pênç kuruş pere şeref û rûmeta xwe pêşkêş dikin in. Yên bi serbilindî bên behskirin û bikeve dîrokê jî, ji bo xaka xwe biparêzin egîdî û lehengiya gerîlayên Azadiyê daye raberkirine.