Gerîlaya YJA Starê Leyla Aykût û gerîlayê HPG’ê Nadîr Bûdancer ên di êrîşa hewayî de şehîd bûn û cenazeyên wan di 21’ê Hezîranê de anîbûn Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê di nava rojê de radestî malbata wan hatin kirin. Cenazeyên Leyla Aykût û Bûdancer piştî 55 rojan hatin veşartin.
Midûriyeta Polîsan a Elkê di 9’ê Tîrmehê de li malbata Leyla Aykût geriya bû û xwestibû ku malbat ji bo testa DNA’yê xwînê bide. Li ser vê yekê malbatê li Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê xwîn dabû. Piştre Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê ku di 12’ê Tebaxê de li malbatê geriya, malbat agahdar kir ku testa DNA’yê ji hev girtî ye û xwest malbat biçe cenazeyê xwe wergire.
Malbata Aykût ku îro çû Colemêrgê serî li Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê da piştî kar û barên fermî cenazeyê keça xwe ji Goristana Bêkesan a Colemêrgê wergirt û anîn navçeya Elkê. Rêxistina DEM Partiyê ya Elkê, ferdên malbatê û xizmên wan beşdarî merasîma cenazeyî bûn. Cenazeyê Aykût piştî wecîbeyên olî li Goristana Xirabeyê ya Elkê li kêleka gora bavê xwe Azîz Aykût ku dema endamê HDP’ê bû di 5’ê kanûna 2019’an de jiyana xwe ji dest da hat veşartin. Girse piştî merasîma cenaze derbasî mala malbata Aykût bû.
Şîna Aykût dê sibê li ber deriyê mala Aykût a li navenda navçeyê bê danîn.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Nadîr Bûdancer (Alan Malazgîrt) li gundê Toraka yê navçeya Milazgîr a Mûşê hate veşartin.
Cenazeyên şehîdan piştî 55 rojan hatin veşartin
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Leyla Aykût li navçeya Elkê ya Şirnexê û cenazeyê gerîlayê HPG’ê Nadîr Bûdancer li navçeya Milazgîr a Mûşê hatin veşartin.
Nirxandinek Bike
Nirxandinek Bike