Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku ji 7’ê Cotmehê dema destpêkirina şer û vir ve di êrişên Îsraîlê de li Şerîda Xezeyê 40 hezar û 99 kes hatin kuştin.
Di daxuyaniya wezaretê de hate gotin, di nava 24 saetên dawî de herî kêm 25 kes hatine kuştin, ji 7’ê Cotmehê û vir ve li Şerîda Xezeyê 92 hezar û 609 kes jî birîndar bûne.
Di daxuyaniya wezaretê de di navbera kuştî û birîndaran de cudahiya şervan û sivîlan nayê kirin.
Hamasê heta niha li ser hejmara şervanên xwe yên hatin kuştin bîlançoyek nedaye.