Nobeta Azadiyê ya di 20’ê Tîrmeha 2023’yan de li Wargeha Mexmûrê ji bo şikandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja 397’an de bi koma 78’an didome.
Merasîma dewrgirtina li saziya Malbata Şehîdan a Mexmurê bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî şehîdên Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 77’an Qedrî Şirîşeyî axivî .
Kadrî Şirîşeyî berxwedana gelê Kurd a li dijî tecrîdê silav kir û wiha axivî: “Em di serî de tecrîd û êşkenceya li ser Rêber Apo bi tundî şermezar dikin. Tecrîda li ser Rêber Apo derbasî qonaxekî nû bûye. Gelê Kurd û dostên Kurdan, bi hev re di nava liv û tevgerê de ne û dixwazin demildest tecrîd bê şikandin. Fikir û felsefa Rêber Apo li her derê cîhanê belavbûye û niha li Hindistanê di bin dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ de şoreş destpê kir. Ev dirûşmeya Rêber Apo ji hemû gelan re bûye çavkaniya îlhamê.”
Piştî daxuyaniyê, çalakî bi dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana Îmraliyê” dewrî koma 78’an hat kirin.