Gerîlayê YRK’ê Bager Agir têkildarî êrîşên ku li ser çand, nasname, ziman û hebûna gelê Kurd tên meşandin, ji ANF’ê re axivî û bang li ciwanan kir ku li hemberî van êrîşan, bila tevlî nava refên gerîla bibin.
Bager Agir di destpêka axaftina xwe de ev tişt got: “Em di serî de tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo şermezar dikin. Ev 3 sal in şerekî psîkolojîk li hemberî Rêber Apo tê meşandin. Ev 3 sal in parêzvan û malbat nikarin hevdîtinê bi Rêber Apo re bikin. Berxwedaneke herî mezin li girtîgeha Îmraliyê tê raberkirin. Li ser vî esasî jî li çiya, di çeper û zindanê de jî berxwedaneke mezin tê raberkirin. Ev berxwedan bi saya fikir û ramanê Rêber Apo mezin bûye.
Divê gelê me rabe ser piyan û li xwedî deng, çand, ziman, welatê xwe derkeve. Bi taybet ciwanên me yên Rojhilat divê xwedî helwest bin, li hemberî dijmin bisekinin. Her roj ciwanên me tên qetilkirin, tên îdamkirin. Çima ciwan ji welatên xwe direvin, dest ji çand û zimanê xwe berdidin. Çima diçin welatên xerîb ên cuda jiyan dikin, bila werin serê çiyan û tevlî nava refên gerîla bibin û ji bo mafê xwe, welat, çand û zimanê xwe şer bikin. Divê her ciwanek me baş bizanin, çi Ereb, Tirk, Fars, Azerî, Belûc be dikare bi Gerîlayên Azadiyê re meşa azadiyê bimeşîne. Li ser vî esasî ez dixwazim bang bikim ku bi taybet ciwanên Kurdistanê rabin ser piyan. Dijmin şerekî wisa li hemberî ciwanan dimeşîne ku ciwan bêhêvî bûne, ji civaka xwe qut bûne, dest ji xwe berdane.”
Bager Agir ragihand ku ew li ser esasê feslefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li çiya li ber xwe didin û ev tişt got: “Niha li Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedanek mezin tê raberkirin. Di cîhanê de çekên kîmyewî qedexe ye, lê belê li hemberî geîrlayên azadiyê tê bikaranîn. Bi taybet gelê me yê Başûr divê li hemberî vê dagirkeriya Tirk serî rake û divê li hemberî xiyaneta Barzanî jî bêdeng nemînin û bibe xwedî helwest. Li ser vê axa pîroz me bi hezaran şehîd dane, îro bi hezaran keç û xortên Kurd li ser van çiyayan ji bo li welatekî azad bi serfirazî bijîn, têkoşîneke herî mezin pêşwazî gelê Kurdistanê dikin. Bila gelê me yê Kurdistanê baş bizanin, em weke Tevgera Azadiyê em heta dawiyê li pişt gelê xwe ne. Bila gelê me rabe ser piyan. Divê ciwanên me xwe li ser esasê fikrê Rêber Apo rêxistin bikin. Divê ciwan pêşengiyê ji Serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ re bikin. Li Îranê ciwan tên darvekirin. Li hemberî ciwanan bi amûrên mîna telefon, înternet, madeyên hişbir şerê taybet tê meşandin. Divê ciwan pêşî li vê yekê bigirin. Divê xwe rêxistin bikin, bi tevgera Azadiyê re kar bikin û li her derê xwe li ser esasê tevgera ‘Jin Jiyan Azadî’ rêxistin bikin.”
Gerîlayê YRK’ê Bager Agir destnîşan kir ku divê gel sedemê vî şerî taybet bizanin û bilêv kir ku divê li her çar parçeyên Kurdistanê ciwan xwe rêxistin bikin, mafê xwe yê azadiyê bixwazin û tevlî nava refên Apociyan bibin.