Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û şandeya pê re di çarçoveya hevdîtinên Nan û Edaletê de îro li Edeneyê bûn. Tulay Hatîmogûllari danê sibê çû serdana Odeya Esnafan a Kabzimalan, piştre li taxa Şakirpaşayê bi karkerên tekstîlê re hat ba hev. Tulay Hatîmogûllari di civîna karkerên çandinî û cotkaran ên Ceyhanê de wiha axivî:
“Li Tirkiye û Kurdistanê du têgehên herî zêde pêwîstiya me pê hete Nan û Edalet e. Havînê bi Hevserokê Tuncer Bakirhan, parlamenter û endemên MYK-PM’ê re li Tirkiye û Kurdistanê geriyan û hevdîtin pêk anîn. Em bi kedkarên înşaet û turîzmê, jinên kedkarên malê, cotkar, hilberîneran re hatin ba hev. Em çûn zeviyên îsotan û li wir bi karkeran re hevdîtin kirin. Me li mêrgan bi sewalkaran re hevdîtin kir. Mijarên ku li her devera ku em diçin têne nîqaş kirin pir dişibin yên li vir. Welat birçî ye, mirov feqîr bûne, xizanî kûrtir bûye. Îro em li Tirkiyeyê behsa çîna navîn dikin. Niha bi tu awayî nayê axaftin. Niha pirsgirêkên karker, cotkar û hilberînerên me diyar in.
Îro li Ceyhanê di nav me de gelek kesên ku di salên 90’î de koç kirine hene. Valakirina çar hezar gundan tê wateya ji holê rakirina hilberîna çandiniyê ya li çar hezar gundan. Qedexekirina mêrgan tê wateya bidawîkirina sewalkariyê. Em vê yekê tenê di çarçoveya polîtîkayên çandiniyê de nagirin dest. Yên ku mafên Kurdan nadin û zimanê wan qedexe dikin; zihniyeta ku di demên dawî de stran û govenda Kurdî ya di dawetan de jî kiriye mijara lêpirsînê, nîşanî me dide ku zihniyeta salên 90’î de hê jî didome. Pêwîste pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane û demokratîk bi lezgînî bê çareserkirin. Heger îro di metbexa gelê Tirk de xwarin û nan kêm be, para siyaseta şer û ewlehiyê tê de ye. Budçeya ku ji bo şer tê xerckirin divê ji bo nan, karker û cotkaran re were veqetandin. Bûdçeya ku ji bo polîtîkayên ewlehiyê û guleyan tê veqetandin divê ji bo xwendekarên diçin dibistanê bê veqetandin. Li şûna ku em budçeyê bidin guleyan, em ji zarokên xwe re veqetînin
‘TÊKOŞÎNA RÊXISTINKIRÎ BI SER DIKEVE’
Di polîtîkayên çandiniyê de veguherîneke radîkal, şoreşgerî pêwîst e.Beriya du salan me nedidît ku ew qas hilberînerên bacan, fistiq û çayê îtîraz dikin. Lê niha her kes îtîraz û îsyan dike; dibêje nan, kar û xwarin. Niha her kes vê daxwazê bi dengekî bilind tîne ziman. Girîngiya komele û sendîkayan gelekî mezin e. Em bi rêxistinbûnê dikarin van pirsgirêkan çareser bikin. Reçeteya me ya çareseriyê heye. Weke DEM Partiyê em amade ne ku pêşniyarên çareseriyê pêk bînin. Em dikarin bi hev re bi ser bikevin. Bi baweriya ku em ê hem di têkoşîna nan de hem jî di têkoşîna xwe ya edaletê de encamê bi dest bixin, we hemûyan bi hurmet û hezkirin silav dikim.”