Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker gundên Masî, Ewn Dadat, Tûxar û Hoşeriye topbaran kir.
Meclisa Leşkerî ragihand ku 33 toên hawanê li van gundan ketine û di encama êrîşê de zirar bi mal û milkên welatiyan hatiye.
Her wiha di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku trafoyeke elektirîkê û motorsîklêtek şewitye.