Li gorî Rapora Sansûra 2023’an ku ji aliyê FreeWeb ve hatiye amadekirin; Li Tirkiyeyê tenê di nava salekî de 30 navê qadê ku piraniya wan aîdî medyaya Kurdî ne, hatin qedexekirin. Di raporê de hate diyarkirin ku di sala 2023’an de bi giştî 14 hezar û 680 nûçe hatine astengkirin û ev nûçe piranî têkildarî kesên rexne li desthilatdariyê dike an jî kesên nêzî desthilatdariyê ne.
Hevdîrektorê Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) Parêzer Veysel Ok têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî. Ok anî ziman ku desthilatdariya Tirkiyeyê di sala 2012’an de dest bi sansura înternetê kir û gelek caran bi derxistina qedexeyên înternetê hewl da medyaya dijîtal bixe bin kontrolê. Parêzer Veysel Ok diyar kir ku di salên pêşiya me de wê înternet bibe rojeva desthilatdarî û her kesî û wiha got: “Em jî dewlet jî di ferqa vê yekê de ne, ji ber vê fikrên, ‘em çawa dikarin vê bixin bin kontrolê’ diafirînin.”
DESTHILDARÎ KETE FERQA HÊZA MEDYAYA DIJÎTAL
Ok derbarê sepandinên sansurê yên li ser înternetê jî ev tişt got: “A rast ev encamên meyla ku ji sala 2012’an ve pêş dikeve ye. Di sala 2012’an de bûyerên Geziyê dest pê kir. Hem desthilatdarî hem jî muxalefet ferq kir ku medyaya înternetê ketiye şûna medyaya hewûzê. Gel civîn û xwepêşandanên xwe li ser medyaya dijîtal organîze kir, nêrînên xwe li ser medyaya dijîtal diyar kir. Medyaya dijîtal û medyaya înternetê dikeve şûna medyaya hewûz. AKP jî kete ferqa vê yekê û ji sala 2012’an heta 2023’an gelek caran qanûna înternetê guhert. Çima guhert? Hêza vê ferq kir.”
JI SEDÎ 93’Ê MEDYAYÊ DI DESTÊ DESTHILATDARIYÊ DE YE
Ok anî ziman ku gava ku êdî medyaya înternetê û medyaya dijîtal rojevê diyar kirin, desthilatdarî ji bo kontrolkirina vê gelek caran guhertina qanûnê kir û got ku Dadgeha Destûra Bingehîn diyar kir ku Qanûna Înternetê ya heyî li dijî qanûn e.
REJÎMA OTORÎTER, QEDEXE DIKE, XWEGIHANDINÊ ASTENG DIKE
Ok destnîşan kir ku hikûmet naxwaze ji derveyî xwe tu agahî ji derekî derkeve û wiha dom kir: “Ji ber vê yekê her agahiya ku nikare konrol bike, sansur dike. Dema ku hûn têkildarî xetên sor ên desthildariyê yên wekî pirsgirêka Kurd, gendelî, polîtîkaya Sûriyeyê û penaberan nûçeyê çêbikin, Dadgereki Cezaya Sulhê ya li Gumuşhaneyê ku agahiya vê li ser mijarê nebe jî dikare nûçeya we asteng bike. Êdî li Tirkiyeyê nûçegîhantî nivîsandina li ser avê ye. Kêliya ku tê nivîsandin, di heman demê de giliya sûc tê kirin, nûçe tê qedexekirin û asteng kirin. Ev li Tirkiyeyê encama rejîma otorîter e. Ji Piyangoya Neteweyî heta Karûbarên Diyanetê ji gelek saziyên dewletê re rayeya astengkirina xwegihandinê ya bêyî dadgeh û biryara dadgerê hate dayîn. Ev nîşaneya herî mezin e ku rewş ji kontrolê derketiye û ji ber ku pêwîstî bi biryara dadgerê nayê dîtin li dijî Destûra Bingehîn e. Serokatiya Karûbarên Diyanetê xwedî rayeye ku rexneya li ser cemaetekî Îslamî asteng bike. Saziyên din jî girêdayî qadên xwe xwedî rayeya astengkirinê ne.“
NÛÇEYA GENDELIYÊ ASTENG DIKIN
Ok destnîşan kir ku xalên 8/A û 9 ên qanûna bi hejmara 5651’an ku ji bo qedexe û astengiyên gihandinê tê bikaranîn, şaş tên sepandin û diyar kir ku ev xal têkildarî mafên şexsî ne. Ok got: “Xalên 8/A û 9 xalên ku herî zêde şaş tên sepandin in. Ev xal, xalên têkildarî parastina mafên şexsî ne, lê li Tirkiyeyê nûçeyên der barê gendelî, kuştin û kedxwariya zarokan de bi hinceta mafên şexsî tên astengkirin. Dadgeha Destûra Bingehîn jî di biryara xwe de ev yek tespît kir. Hûn nikarin nûçeya gendeliyê bi ‘li ser mafên min ên şexsî êrîş heye’ asteng bikin.”
Ok bi lêv kir ku desthilatdarî herî zêde medyaya Kurd hedef digire û ev yek jî encama polîtîkaya otorîterbûn e ku di pirsgirêka Kurd de tê sepandin û wiha got: “Li Tirkiyeyê di encama xitimandina pirsgirêka Kurd de, herî zêde medyaya Kurd tê qedexekirin. Her ku hewl tê dayîn pirsgirêka Kurd bi tundiyê bitepisînin, hedefa ewil dibe medyaya Kurd. Dewlet têkildarî pirsgirêka Kurd ji xeynî îdeolojiya xwe ya fermî naxwaze tu fikrên din bên nîqaşkirin. Dewleta naxwaze bi Kurdî bê axaftin. Saziyên nêzî dewletê naxwazin mafên destûra bingehîn ên Kurdan bên nîqaşkirin. Ji ber ku konjunktûra siyasî ya heyî dûrî aştiyê ye, ev jî encama wê ye. Çiqasî otorîterî di pirsgirêka Kurd re zêde bibe wê zexta li ser medyaya Kurd jî zêde bibe.
Ji xeynî medyaya Kurd, medyaya çep ku di bin zextê de ye dema nûçeyên derbarê Kurd an jî gendelî an jî Erdogan û malbata wî çêdikin, zext li ser wan tê kirin. Medyaya çep gelek caran hat astengkirin.”
ROJEVA HER KESÎ WÊ BIBE ÎNTERNET
Parêzer Veysel Ok diyar kir ku di salên pêşiya me de rojeva desthilatdarî û her kesî wê bibe înternet wiha got: “Em jî dewlet jî di ferqa vê yekê de ne, ji ber vê fikrên, ‘em çawa dikarin vê bixin bin kontrolê’ diafirînin. Ez di vê baweriyê de me ku divê rojnamevan amadekarî bikin. Di serdema pêşiya me de wê her tişt li ser înternetê be.”