Yekşem, 23 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê daxuyanî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîranîna gerîlayan: Em ê wan ti carî ji bîr nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên şehîd li Sancaktepeyê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê ji bo gerîlayên HPG û YJA Starê bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRA’yê Necilmedîn Sînan bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gel bi dirûşmeyan çû qada bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Rêber Apo misogeriya demokrasiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulîstan Tara û Hêro Behadîn hatin bîranîn: Em ê şopdarê şehîdên xwe bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo şehîdan wê taziye were danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeya ji bo şehîdan di roja 3’yan de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Orhan: Divê hemû sazî li dijî hişbirê bi hev re têbikoşin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Zextên rejîma Îranê yên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Em ê têkoşîna şehîdan bigihînin pêşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Gotarên aştiyê û krîmînalîzekirin nikarin ligel hev bên domandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Ji kar dûrxistina Îkra Avci biryareke neqanûniye

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 sal ceza li hunermenda Îranî Hîva Seyfîzade hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > KCDK-E: Li dijî polîtîkayên qirkirinê tevlî çalakiyan bibin!
Rojane

KCDK-E: Li dijî polîtîkayên qirkirinê tevlî çalakiyan bibin!

KCDK-E û TJK-E'yê ragihandin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd wê di navbera 1'ê Cotmehê-16'ê Mijdarê de çalakiyan lidar bixin û ji bo meşa mezin a 16'ê Mijdarê ya li Kolnê banga tevlîbûnê kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Îlon 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

KCDK-E’yê bi navê saziyên li Ewropayê hemûyan daxuyaniyek da, û diyar kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd wê di navbera 1’ê Cotmehê û 16’ê Mijdarê de çalakiyan lidar bixe.

Ji bo meşa mezin a 16’ê Mijdarê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê, nûnerên saziyên Kurdan daxuyaniyek dan çapemeniyê. Hevserokê KCDK-E’yê Engîn Sever daxuyanî da û diyar kir ku divê Kurd jiyanê rawestînin û got, “Bi navê KCDK-E’yê em bang li gelê xwe dikin. Tecrîda li ser Rêber Apo 25 sal derbas kir û 42 meh in jî bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Di 10’ê Cotmeha 2023’an de dostên gelê Kurd pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ dan destpêkirin. Ji ber vê yekê divê em her roj çalakiyan bikin. Hêzên ku komploya navneteweyî lidar xistin û hêzên ku tevlî vê komployê bûn divê zanibin ku êdî sebra Kurdan nemaye.

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji dayina her berdêlî re amade ye. Di sala 2025’an de armanca me ya bingehîn azadiya Rêber Apo ye. Ji ber vê yekê divê bi pêşengiya dostên gelê Kurd, tevgerên jin û ciwanan em bi ruhê seferberiyê tevlî pêvajoyê bibin. Salvegera qedexekirina tevgea azadiyê nêzîk dibe. Meha Mijdarê hem ji bo rakirina tecrîdê hem jî ji bo nîşandana nerazîbûna qedexekirina PKK’ê divê em helwesta xwe nîşan bidin. Gelê Kurd dibêje êdî bes e. Ji ber vê jî divê her kes bi ruhê seferberiyê tevlî vî karî bibe. Dema azadiyê nêzîk e.”

SEBRA GELÊ KURD ÊDÎ NEMAYE

Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut jî bi bîr xist ku meha Cotmehê hem salvegera Komploya Navneteweyî ye ku 9’ê Cotmeha 1998’an bi derxistina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê destpê kir, hem jî salvegera destpêkirina pêngava 10’ê Cotmehê ye û got, “Di ser pêngava me re salek derbas bû. Di nava vê salê de gelek çalakî, mîtîng hatin lidarxistin, kar hate kirin. Lê belê ji bo dengê Rêber Apo bibihîzin û tecrîdê bişikînin divê em hîn bêhtir têbikoşin. Bêguman pêvajoya ku em tê de ne gelekî giran e. Tecrîd çiqasî giran bibe şer jî di wê astê de kûr dibe. Giranbûna şer û tecrîdê bi hev ve girêdayî ye. Li dijî dagirkirina Başûrê Kurdistanê sekna gelê Kurd a li çar parçeyên Kurdistanê ya li hemberî dagirkeriyê girîng e. Li gel çar parçeyên Kurdistanê weke gelê Kurd ê li Ewropayê, weke rêveberiya KCDK-E’yê ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk demeke dirêj e em dixebitin.

Sedema kombûna me ya li hev destpêkirina pêvajoya çalakiyan a heta 16’ê Mijdarê ye. Ji 1’ê Cotmehê heta bi 16’ê Mijdarê divê em her roj bi gelê xwe, civaka xwe re mal bi mal bixebitin. Di 16’ê Mijdarê de divê em jiyanê rawestînin. Wê rojê divê her kes deriyê xwe bigire û ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bên Kolnê. Wê rojê em li Kolnê li benda gelê xwe ne. di 16’ê Mijdarê de em ê erd û ezmên bihejînin, jiyanê bisekinînin û peyamê bidin dagirkeran ku nikarin îradeya me teslîm bigirin, nikarin tecrîdê roj bi roj giran bikin û nikarin komkujî û dagirkeriya li ser gelê Kurd mezin bikin. Banga xwe careke din dubare dikim; ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di 16’ê Mijdarê de bi hezaran mirovî em li Kolnê li hev kom bibin.”

Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan jî bi bîr xist ku ji 10’ê Cotmeha 2023’an û vir ve bi pêngava dostên gelê Kurd re gelek çalakî hatin lidarxistin, pêngav divê hîn bêhtir bê mezinkirin û got, “Ji bo şikandina xiyanet, tecrîd û polîtîkayên qirkirina gelê Kurd di 16’ê Mijdarê de em bi ruhê sefeberiyê ji bo çalakiya li Kolnê bixebitin. Di 16’ê Mijdarê de li Kolnê em li benda gelê xwe ne.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2024’AN
Nûçeya Pişt re ‘Her Kurdekî bi rûmet divê li ber tecrîdê rabe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Tevgera Azadî: Divê Rêveberiya Xweser a Şengalê bê naskirin

Tevgera Azadî bi munasebeta 10’emîn salvegera Komkujiya Şengalê daxuyaniyek da û diyar kir ku divê…

Ji aliyê Stêrk TV

Kongreya Îslama Demokratîk bi dawî bû

Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû. Di kongreyê de hevserokên…

Ji aliyê Stêrk TV

Rûsya û Ûkraynayê dîlgirtî bi hev guhertin

Rêveberiyên Moskow û Kîevê ragihandin ku her du aliyan 205 dîlgirtiyên şer berdane. Hat diyarkirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ji Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê daxuyanî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bîranîna gerîlayan: Em ê wan ti carî ji bîr nekin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Gerîlayên şehîd li Sancaktepeyê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Rêber Apo misogeriya demokrasiyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?