Endama Akademiya Jineolojiyê Elîf Berk xweparastina jinê ya li dijî zayendîperestî, olperestî, mîlîtarîzm, polîtîkayên netewe dewletan ên li dijî jinê ji ANF’ê re nirxand.
Di destpêka axaftina xwe de Elîf Berk anî ziman ku qirkirina jinê di dema modernîteya kapîtalîst de gihîştiye asta herî bilind û got, “Mejiyekî welê yê mêtinger heye ku di astên cuda û rêbazên cihêreng de jinê parçe dike, tundiyê lê dike. Bi destpêkirina netewe dewletan û ji sedsala 18’an û pê ve bi geşbûna van dewletan re mêtingerî û talankirina jinê veguherî formeke şênber. Gava destpêkê ya netewe dewletan ew bû ku jinan hemûyan bike ‘dayikeke baş’ û veguherîne fîgurekî welê ku xizmetê ji netewe dewletan re bike. Bi vî rengî fikrê netewe-dewletperestiyê li ser hebûna jinê û dayiktiyê hate avakirin. Lewma ji têkiliyeke xwezayî wêdetir rêbazeke welê hate afirandin ku bi zorê hate girêdan û jin kirin amûreke neteweperestiyê.”
Elîf Berk anî ziman ku ji Şerê Cîhanê yê Yekemîn û vir ve di hemû şeran de herî zêde jin hatin xapandin, kuştin, destavêtin lê hate kirin, ji aliyê fîzîkî û ruhî ve veguherandin amûrekê û bi vî rengî dewam kir: “Her wiha di dema şerê giran de, gava ku dewletan têkildarî jinan karê propagandayê dikin, bang li wan dikin ku zarokên xwe bişînin şer. Ji bo parastina netewe dewletê bang li jinan û dayikan dikin û bi vî rengî neteweperestiyê zêde dikin. Em careke din dibînin ku dewlet bi bikaranîna beden û malzaroka jinê pêngaveke zêdekirina nifûsê dide destpêkirin. Di her şerî de ev kiryar têne dîtin. Li ser vê bingehê ji bo netewe dewletan nifûs tê zêdekirin û bi vî rengî jinê dikin amûrek”
Endama Akademiya Jineolojiyê Elîf Berk anî ziman ku li gelek welatan, di sala 2024’an de hîn jî mafê jiyanê, mafê perwerdeyê nînin, jin neçar dimînin ku ji bo van mafên xwe yên bingehîn têbikoşin û got, “Di nava şert û mercên asayî de ev rewş diviyabû ji zûdeyî hatibûya çareserkirin, lê belê li gelek welatan hîn jî ji bo van mafan têkoşîn tê meşandin. Netewe dewlet di bin hestên neteweperestî û nijadperestiyê de van mafan vedişêrin an jî hewl didin nîşan bidin ku nedayina van mafan rewa ye. Bêguman têrê nake ku mirov vê yekê tenê bi netewe dewletan bi sînor bikin. Her netewe dewletek li ser îdeolojiyekê ava dibe. Netewe dewlet ji mîlîtarîzm, olperestî û kapîtalîzmê cuda nayê nirxandin.”
Elîf Berk ragihand ku mîlîtarîzm tê wê wateyê ku di jiyana rojane de bi aqlê şer bifikire, tevbigere, jiyanê bi rêxistin bike û got, “Bi vî rengî kuştin, tundî, desthilatdarî û zilm dibe rewşeke asayî. Ev rewş li dora şer û êrîşên dijmin tê hûnandin û di navenda wê de jî mêr heye. Ji ber ku mêr şer dike û dewletê diparêze. Lewma mêrtî û feraseta mêr a serwer felsefeya mîlîtarîzmê diafirîne. Ji ber vê yekê mîlîtarîzm her tim li dijî jinê tê bikaranîn û meşandin. Di êrîşan û tundiyê de li tevahiya cîhanê rojane bi sedan jin têne kuştin. Tu lê dinihêre, mêrekî sedemek ji xwe re peyda kiriye û jin a nêzî xwe kuştiye, dest avêtiye yan jî destdirêjî lê kiriye. Mêr ê ku navenda netewe dewletê ye, her tiştî ji xwe re weke maf dibîne. Bi vî rengî mîlîtarîzm di nava jiyana rojane de ji aliyê ruhî, fîzîkî, aborî û tenduristiyê ve tundiyê li jin û zarokan dike. Mejiyê bi serweriya mêr a ku mîlîtarîzm ava kiriye, tundiyê ji xwe re weke mafekî dibîne.
Li herêmên weke Rûanda, Somalî û Kurdistanê, dema ku mirov bala xwe didin ser şerê diqewime, tê dîtin ku di êrîşên dagirkeriyê yên dewletan de weke gava destpêkê destavêtin tê kirin. Destavêtin di şer de ji bo şikandina rûmeta gelekî û tinekirina nasnameya têkoşînê li dijî jinan weke amûreke îdeolojîk tê bikaranîn. Dema ku mirov bala xwe didin ser qanûnên navneteweyî, tê dîtin ku destavêtina di dema şer de sûcê şer e. Lê belê heta niha têkildarî vî sûcî ti ceza nehatiye birîn an jî hesab nehatiye pirsîn. Bêcezahiştin ji ber tinehesibandina jinê ye. Ji aliyekî ve jin weke tiştekî nayê dîtin, li aliyê din jî ji bo tinekirina hêza civakê difikire ku divê hêza jinê bê şikandin. Îsraîl, Boko Haram û DAÎŞ ima jinan direvînin, ditepisînin, dikin kole, dîl digirin an jî dest diavêjin wan? Ji ber ku di bîra netewe dewletê de ew heye ku jin civakê ava dike; hebûna civakê girêdayî hebûna jinê ye. Lewma êrîşa li dijî jinê tesadufî nîne, êrîşeke bi zanebûn e.”
Endama Akademiya Jineolojiyê Elîf Berk got, di demekê de ku jin bi êrîş û şerekî mezin re rû bi rû ye, dewlet û desthilatdarî li hemberî civakên ku bi kapîtalîzmê re nebûne yek şerekî nasname û hebûnê dimeşîne û got, “Di dîrokê de helwesta li hemberî vê yekê hatiye nîşandan. Lê belê di roja me ya îro de, di sedsala 21’ê de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ destpê kir. Ev serhildan li dijî biçûkxistina jinê, bênasnamehiştina jinê û tinekirina jinê, yanî li dijî îdeolojiyên olperest, zayendîperest û neteweperestiyê serhildanek bû. Mirov dikare felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ weke jehrkuja olperestî, neteweperestî, mîlîtarîzm û zayendîperestiyê binirxînin. Ji ber ku îdeolojiyên serwer êrîşê dibin ser jiyanê, jinê û fikrê azadiyê. Lewma weke ku Rêber Apo got, ev felsefe ‘formuleke bi sêhir e’. Ji ber ku jehrkuj e formuleke bi sêhir e. Li dijî jehrê mirovan diparêze, zindî dihêle û di heman demê de tê wateye vejînê.
Di têkoşîna Tevgera Jinên Kurd de ya ji salên 1980’î û vir ve felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ gav bi gav berfireh bû, veguherî serhildana li Rojhilatê Kurdistanê, gerdûnî bû û bû dengê her jinê. Mînak; li Hindistanê bû dengê jinên li ber destavêtinê rabûn. Li Afganistanê bû dengê Mahal Baloch ku bi navê Zîlan Kurd ji bo azadiya jinan û gel çalakî kir. Felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ zimanên ku em pê zanin û yên pê nizanin digihîne hev. Jinan bi tecrûbe û pratîka xwe rêbaza bersivdana li vê pêvajoyê afirand.”
Elîf Berk bal kişand ser tecrûbeya li Kurdistanê û got, “Her ku têkoşîn û rêxistiniya azadiyê ya jinên Kurdistanî xurt bû, li cihên ku lê xurt in guherîn û veguherîna li nava civakê gihîşt asta rêxistiniya li formên meclîs û komunan. Civak êdî gihîşt wê astê ku pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bike. Lê belê li cihê ku rêxistiniya jinê lê lawaz e, bûyerên kuştin û destavêtinê zêde dibe. Ji ber ku mîlîtarîzm, olperestî û netewperestî ku em weke îdeolojiyên serwer pênase dikin her tim di dewrê de ne. Ev îdeolojî ji valahiyeke herî biçûk sûdê werdigire û dixwaze xwe zindî bihêle. Lewma li cihekî ku hebûna jinê heye, rêxistiniya jinê heye, jin zane wê çawa bijî û haya xwe ji jiyanê heye, îdeolojiyên serwer xwe vedikişînin.
Ji bo ev îdeolojî ji binî ve bêne tinekirin, di asta navneteweyî de pêwîstî bi wê yekê heye ku rêxistiniya jinê û mejiyê jinê li dora felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bê hûnandin û mayindekirin. Dema ku mayinde bû wê li dijî modernîteya kapîtalîst û netewe delwetan eniyeke aştî, azadî û wekheviyê biafirîne. Ev enî dikare bêhnê li sîstema desthilatdar biçikîne. Lewma felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ne felsefeyeke welê ye ku tenê bi têkoşîna jin û gelê Kurd sînordar e. Dema ku Rêber Apo got, ‘Heta jin azad nebe civak azad nabe’ tecrûbeyên cîhanê nirxand, bi vî rengî ev nirxandin kir û her wiha dît ku civak li dora jinê çawa di nava xapandinekê de tê dehfdan. Bi vî rengî hîmên Şoreşa Kurdistanê danî. Jinên ku xwe li vê felsefeya Rêber Apo girtin, dikarin guherîn û veguherînê pêk bînin.
Lê belê li cihê ku hebûna jinê nîne û xwe vedigire, li wir olperestî û neteweperestî di asta herî bilind de ye û cihekî ji xwe re çêdike. Felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ne tenê qîrîna jinan a li Rojhilatê Kurdistanê ye, qîrîna hemû jinan nîşan dide. Divê were zanîn ku warê vê qîrînê Kurdistan e. Lewma Kurdî bûye zimanekî gerdûnî. Divê bê zanîn, berxwedan û têkoşîna Têkoşîna Jinê ya Kurdistanê veguheriye zimanekî gerdûnî. Em di wê baweriyê de ne ku her jineke li cîhanê wê li dora vê felsefeyê xwe bi rêxistin bikin û bi vê felsefeyê, bi vê berxwedan û têkoşînê rêxistiniya xwe xurt bikin û îdeolojiyên serwer lawaz bikin.”